Jinên Êzidî: 4’ê Nîsanê rojbûna me ye’

Bi boneya 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinên Êzidî amadekariyên pîrozbahiyan dikin. Jin vê rojê weke rojbûna xwe pênase dikin û dibêjin: “Bi Rêber Apo re guh û zimanê me vebûn, heta em sax bin em deyndarên Rêber Apo ne.”

GULISTAN EZÎZ                    

Şengal – Di dinyayê de gelek jin, gelek civak hene ji Abdullah Ocalan hez dikin. Ne tenê hez dikin, li hemberî wî û fikrên wî xwe deyndar hîs dikin. Di vê hezkirina xwe de yek ji civaka herî mafdar civaka Êzidî, bi taybetî jî jinên Êzidî ne……Tê bîra me; di sala 2014’an de dema DAIŞ’ê bi hovane êrişî Şengalê kir, ferman bi serê civaka Êzidî de anî kes tunebû bi hewara wan ve biçe; ji bilî şervanên azadiyê.

Bi nêzbûna 4’ê Nîsanê roja ji dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me xwest hest û nêrînên jinên Êzidî yên ji bo rizgarkerê xwe bibihîzin, qeyd bikin û bi we re jî parve bikin.

‘Em 4’ê Nîsanê weke baweriyek xwe dibînin’

Dayê Zozan Simo şahida fermana 2014’an û endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ye. Jixwe li Şengalê ji meclîs heta komînan pêşengiya gelek karan dayik bi xwe dikin. Ên ku herî zêde êş kişandine, yên ku herî zêde birçiyên azadiyê ne ew in. Zozan Simo Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî weke bûyerek mezin pênase dike û dibêje: “Rast e di nava çar dîwaran de ye lê wê her dem dengê me bigihîjê. Em vê rojê lê pîroz dikin û pîrozbahiya wî li Şengalê sal bi sal mezintir dibe.”

Di Meha Nîsanê, meha biharê, meha cejna Çarşema Serê Nîsanê, meha rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de bi hezaran dar tên çandin. Dayê Zozan dibêje: “Beriya em Rêber Apo nas bikin Şengal hişk bû, tiştekî wê tunebû. Her sal di vê rojê de bi hezaran dar tên çandin. Dema dar tê çandin bêhn jî fireh dibe. Tişta herî xweş û pîroz em di roja 4’ê Nîsanê de dibînin. Em vê rojê weke çandeke xwe dibînin, weke baweriyeke xwe dibînin, weke cimayeke xwe dibînin, weke cejneke xwe dibînin.”

‘Bi fikrên Rêbertî em gihîştin roja îro

Dayê Zozan qala bandora fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser civakê bi taybetî jî jînên Êzidî dike û dibêje: “Fikrên Rêber Apo deryayek e. Weke dayik û ciwanên Êzidî me dilopek ji wê deryayê ji bo xwe girtiye. Ji bo vê jî em vê rojê weke rojeke mezin dibînin. Dema ew weke Êzidî 4’ê Nîsanê pîroz dikin, dibêjin, fermana bi serê me de hat rakirin em ji bîr nakin. Ferman tê bîra me. Çima? Ji ber di fermanê de şervanên wî hatin hewara me. Wexta ferman li serê me hat rakirin wî beriya her tiştî destê xwe dirêjî keç û jinan kir. Wan me ji wê ferman, mirin, kuştin, tîbûn, birçîbûn û pêxwasbûnê rizgar kir. Ji bo wê jî em ne alîkariya hevalan, ne jî fermanê ji bîr dikin. Çima? Ji ber ku bi hezaran keç û jinên Êzidî hatin parastin.”

Li gorî nêrîna Dayê Zozan piştî fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan ketiye nava civakê êdî jin li ser lingên xwe disekinin û wiha dibêje: “Ger beriya fermanê ev fikir di nava me de hebûya û em xwedî li 4’ê Nîsanê derketibûna, me 4’ê Nîsanê li Şengal pîroz kiribûya me yê pêşiya wê fermanê bigirta. Me yê nehişta ew ferman were serê gelê me yê Êzidî, keç û jinên Êzidî. Bi fikra Rêber Apo em gihîştin roja îro û me xwe nas kir. Me xêrxwazên xwe nas kir û me dijminên xwe ku DAIŞ e jî nas kir. Bi xêra vî fikrî me ev hemû nas kirin. Ji bo vê em 4’ê Nîsanê heta dawiya dinyayê ji bîr nakin. Ne ferman ne jî 4’ê Nîsanê em jibîr nakin.”

‘Rêbertî ji Êzidiyan re bû ziman û guh’

Dayê Zozan biryardariya xwe ya têkoşînê wisa nîşan dide: “Em ê jî tekoşîna xwe bêhtir berdewam bikin da ku barê Rêber Apo sivik bikin. Heta em sax bin em deyndarên Rêber Apo ne. Bi Rêber Apo re guhên me vebûn, zimanê me vebû. Ew jin û keçên Êzidî yên di nava çar dîwaran de bûn ji nava wan çar dîwaran derketin. Me berê ne gundê xwe nas dikir, ne ciyeke din. Niha em her kesê û her derê nas dikin. Ji bo vê jî heta dilopa xwînê di laşê me de hebe, em ê têbkoşin da ku Rêbertiya xwe ji nava çar dîwaran derxin.”

Dayê Zozan herî dawî got: “Em bang l ciwanên xwe jî dikin. Divê ew jî rabin ser xwe. Divê zarokên me yên 7 salî jî bizanibin em deyndarên Rêber Apo ne. Divê em wan wisa fêr û perwerde bikin. Çawa ku wî ji me re ewqas tişt kir divê em jî ji bo wî bikin. Heta em wî ji bin wê tecrîda giran dernexin, ji destên zaliman rizgar nekin em ê nesekinin. Ger ew ji wê zindanê dernekeve, em jî ne azad in.”

‘Em ê li pey gotinên Serokatî bin’

Dilo Hecî ciwaneke di nava Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) de cih digre. 4’ê Nîsanê rojeke pîroz e ji bo wê jî. Vê rojê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gerîlayên serê çiyayan, li hemû Kurdan pîroz dike û dibêje: “Weke jin em der heqê Rêber Apo de çiqas bipeyivin jî wê kêm bimîne. Guhertina bi jinan re ku bi xêra fikrên wî çêbûne li ber çavan e. Însan bi van fikran xwe bi pêş dixin, xwe ava dikin, zana dikin. Beriya Rêber Apo, jin gelek bindest bûn. Li hemberî zehmetî û zoriyan nikaribûn çareseriyê bibînin. Berê di civakê her kesê xwe nezan didît, ji gelek mafan bêpar bûn. Lê piştî 2014’an, bi naskirina fikrên Rêber Apo re jin bi pêş ketin fikrên wan bi pêş ketin, zanebûnê bi xwe re ava kirin. Îro ne tenê jin civak hemû dikare xwe birêve bibe. Piştî milet hat perwerdekirin û ev fikir di nava civakê de hat belavkirin niha civak ji berê gelekî çêtir û pêşvetir e.”

Em ji Tawisî Melek dixwazin ev meha Nîsanê bibe meha serkeftinê!’

Weke Dayê Zozan Dilo jî bahsa xweşikî û pîroziya meha Nîsanê dike û dibêje: “Hem bihar e, hem rojbûna Rêber Apo ye. Cejna me ya Çarşema Serê Nîsanê jî nêz e. Em ji Tawisî Melek dixwazin ev meha Nîsanê bibe meha serkeftinê, xêr û xweşiyê. Rêber Apo me ji gelek tiştên nexweş rizgar kir. Ji bo wê jî em weke jinên Êzidî dibêjin, ji aliyê me ve çi bê xwestin, çi ji destên me bê em ê bikin, çi zehmetî hebe jî em ê bidin ber xwe. Em ê li pey van gotinên Rêber Apo bin. Weke jinên Êzidî em ê nesekinin.”