Jineke Iraqî behsa hovîtiya di girtîgehên DAIŞ’ê de kir
Hevfa Xalef kêliya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye revandin, îşkenceya fizîkî û derûnî ya rast hatiye û zirarên ku malbata wê dîtine vegot û da zanîn dema herî tarî, dema hebûna DAIŞ’ê bûye.

RECA HAMID REŞÎD
Iraq – Di salên şer ên ku DAIŞ’ê gelek bajar dagir kiribûn de, çîrokên windahiyên kesên sivîl ku dilê mirovan dişewitînin derdikevin holê. Yek ji van çîrokan jî çîroka jina bi navê Hevfa Halef a ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hat revandin û hepskirin e. Tiştên ku wê anîne ziman, nîşan didin, sivîl û bi taybetî jinan di vê dema zor de çi jiyane.
Hevfa Halef hê bandora travmaya ku di dema ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye hepskirin de jiyaye derbas nekiriye. Bîranînên bi êş ên wan rojan wê aciz dikin. Ji bo ku bi tirs û xirabûna ruhî re derbikevin serî, neçar dimîne dermanên giran bi kar bîne.
Hevfa Halef têkildarî mijarê wiha dibêje: “Tiştên ku min jiya tu caran ji bîr nakim. Dema herî xirab a jiyana min bû. Ez di 2’ê Gulana 2016’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatim revandin. Şert gelek giran bûn. Ji mala me ez, hevjînê min, kurê hevjînê min û sê birayên min birin. Min ji zarok û malbata xwe tu xeber negirt. Sûcdarên li hemberî me, endamên DAIŞ’ê, yan jî hinek kesên li taxa me bûn. Heta li herêma Rumana hinek jin li dijî DAIŞ’ê xwepêşandan li dar xistin, ev jî ji bo girtina me bû hincet. Ji aliyê jinên DAIŞ’ê ve ez bi caran rastî lêdanê hatim. Di meha pêncem a ducanîbûniyê de bûm, di encama îşkenceyan de min pitika xwe winda kir.”
Hevfa Halef wiha got: “Li herêmên Qaîm û Rumanayê hem jinên misilman hem jî yên Êzidî piranî bi sûcên bê bingeh û bi hinceta ku li gorî quralên DAIŞ’ê yên ferzkirina cilan tevnegeriyane ji kolanan dihatin revandin û desteserkirin.”
DAIŞ’ê di dema herêmên weke Qaîn û Rumana ku li rojavayê Iraqê kontrol dikir de, piraniya girtîgehên jinan, ji aliyê jinên ku ji bajarê Bukemal ê li Sînorê Sûriyeyê anîne ve dihat birêvebirin. Li van herêman nêzî 500 jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin.
Azadiya min bi şertê herdu gurçikên min bû
Hevfa Halef kêliya herî bi êş a jiyana xwe wiha anî ziman: “DAIŞ’ê li beramberî azadiya min daxwaza gurçikên min kir. Roja ku operasyon were kirin hatibû diyarkirin. Li cihekî bi navê ‘Nexweşxaneya Aîşe’, piştî min belge îmze kir emeliyat hat plankirin. Hat gotin ku piştî emeliyatê sê rojan wê min radestî malbata min bikin.”
Lê belê piştre hevjînê min û birayê min bi DAIŞ’ê re li hev kirin. Di çarçoveya vê lihevkirinê de, neçar man wesayîd û hemû pereyê xwe feda bikin. Di heman demê de Hevfa belgeya ku nikare biçe bajarên ji kontorla DAIŞ’ê hatine rizgarkirin îmze kiribû. Berdana wê di 2017’an de, 8 mehan beriya bajarên Iraqê ji destên DAIŞ’ê rizgar bibin çêbû.
Piştî rizgariyê jiyana di siya travmayan de
Hevfa Halef piştî ku rizgar bû rastî pirsgirêkên giran hat û wiha got: “Ez nikarim jiyana normal bidomînin. Me hemû tiştên xwe winda kir. Pere, mal û aramiya me, hevjînê min zarokên min û malbata min hê jî bi pirsgirêkên cidî yên derûnî re têdikoşin. Dema ez hatim revandin de min du birayên xwe winda kir. Çi hat serê wan hê jî nizanim.”
Tevî êşê dest ji hêviya xwe berneda
Hevfa Halef diyar dike ku tevî van êşan, hê jî bi jinên din ên hatine rizgarkirin re hevdîtinê dike û wiha domand: “Em li benda destek û tazmînatê ne. Lê belê em dizanin tu car birînên derûnî baş nabin. Careke din jî me hêviya xwe ya derbaskirina van zoriyan winda nekiriye. Me hezkiriyên xwe, mirovên xwe û cîranên xwe yên li taxê winda kirin.”
Havfa Halef da zanîn ku gelek jinên hatine girtin tiştên jiyane venabêjin û got: “Ji tirsê yan jî bê destûra malbata xwe bêdeng dimînin. Em çend jinên ji Qaîmê û Rumanayê hatin, em ji kêm kesên ku dikarin biaxivin in. Em esîr bûn girtî bûn lê belê em ne koleyê destdirêjî (sabiye) bûn. Xwişkên me yên Êzidî gelek tiştên xirab jiyan. Rastî destdirêjiyê hatin, tundî li hemberî wan hat kirin. Her yek ji me sûcên wan ên cuda hebûn lê belê êşên ku Êzidiyan kişand gelek cuda bûn. Divê ev demên tarî tu caran dubare nebe.”
Herêma Qaîmê dema herî tarî ya jiyanê bû
Hevfa Haled destnîşan kir ku li Qaîmê û herêmên derdora wê, dema DAIŞ’ê dema herî tarî ya jiyana wan bûye û ev tişt got: “Malbat bi temamî belav bûn, rastî hilweşînê hatin. Divê komîteyek fermî were avakirin û rewşa gelê Qaîmê careke din li ber çavan were derbaskirin.”
Ev şahidî tenê çîrokeke bi êş e ku DAIŞ’ê bi nêzikatiyên xwe yên li hemberî girtiyan û bi taybetî jinan çawa peymanên sînorê exlaqî û mirovî binpê dike.