Jineke Efgan jinên li Îranê hişyar dike: Azadî bi desteka hêza gel bi xwe ve tê

Aktîvîsta Efganî Mîna Behram ezmûna şer û hebûna hêzên biyanî li welatê xwe dinirxîne û hişyariyê dide ser dubarekirina vê yekê li Îranê û dibêje: “Rizgarbûna ji zordariyê tenê bi têkoşîna berdewam pêk tê.”

 

BAHARAN LEHÎB

Kabîl – Aktîvîsta Mafên Mirovan Mîna Behram a ji Efganistanê ye, jiyana xwe ji bo têkoşîna ji bo mafên jinan terxan kiriye. Tevî zehmetî û dijwariyên ku pê re rûbirû maye, çalakvaniya xwe domandiye. Mînayê tevî astengiyên girîng ji bo parastina mafên jinan, derbasî gelek parêzgehan bûye û gelek atolyeyan lidar xistiye. Armanca wê, jin û mêr xwedî mafên wekhev bin.

Li gor Mîna Behram, bi kontrola Talîbanê re rêjeya tundiyê li dijî jinan zêde bûye. Mîna dibêje ku Talîban piştevanî dide sûcdaran û wan teşwîq dike, lewma ev tundî zêde dibe.

‘Şer ne tenê bûyerek siyasî ye’

Mîna Behram balkişand ser paraleliya di navbera êrîşên Emrîka û Îsraîlê yên li ser Îranê û dagirkirina Efganistanê ya ji aliyê Emrîka û NATO’yê ve di sala 2001’an de. Mîna wiha got: "Ez Mîna Bahram im, jinek ji Efganistanê me, welatekî ku ji 14 zêdetir şer û bêewlehiyê kişandiye. Dema ku îro nûçeyên êrîşên leşkerî yên Emrîka û Îsraîlê li ser Îranê dibhîzim, bîranînên tal ên salên borî vedigerin. Ji bo min û ji bo gelek Efganiyan, şer ne tenê bûyerek siyasî an nûçeyek e; ew ezmûnek rastîn û tirseke domdar a windakirina jiyana xwe ye."

Êrîşên li ser Efganistanê bi bîr anî

Mîna Berham bîranînên xwe yên êrîşa Emrîkî wiha vegot: “Ez şeva ku êrîşa yekem li Kabîlê saet 7’ê êvara 7’ê Cotmeha 2001’an pêk hat, bi bîr tînim. Ez li baregeheke leşkerî ya Talîbanê bûm, lê li wir tenê cerdevanek hebû. Bi mûçeyek hindik dixebitî da ku debara xwe û malbata xwe bike. Piştî vê êrîş zêde bûn û êdî ferq nekirin navbera şev û rojê. Di nav hefteyekê de, hebûna Talîbanê li hemû parêzgehan ji holê hate rakirin.”

‘Kavilên Kabîlê û birînên kûr heta niha mane’

Mîna Behram di berdewama nirxandinên xwe de ragihand ku tevî qutbûna înternetê li Îranê, hin vîdyoyên ku li ser medyaya civakî belav dibin û wiha pê de çû: “Ev vîdyo nîşan didin ku hin niştecih piştî êrîşan direqisin û pîroz dikin. Bê guman, gelekên din jî di nav tirsê de dijîn. Roja ku Talîban ji Kabîlê reviya hat bîra min; ciwanan li kolanan muzîkê lêdixist û her kes direqisî û pîroz dikir. Berovajî vê, dema ku 7 komên cîhadîst ji deriyê bakur ketin Kabîlê mirov, taybetî jin ditirsiyan. 5 salên desthilatdariya xwe ya xwînî û xayîn bi bîr dianîn. Kavilên Kabîlê û birînên kûr ên ku ji ber tecawiz, kuştin û komkujiyan çêbûne, heta îro jî mane.”

‘Rêya xilasbûna ji hemû trajediyan têkoşîna domdar e’

Mîna destnîşan kir ku mixabin, divê were gotin ku berî hilweşîna rejîma Talîbanê heta demokrat û parêzvanên azadiyê li Efganistanê jî bawer dikirin ku çareseriya yekane ya krîzê bicihkirina hêzên aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî ye û wiha got: “Îro, ez dibhîzim ku hin kes li Îranê bawer dikin ku dawiya hikûmeta teokratîk a kujer dê bi êrîşeke Amerîkî were bidestxistin. Lê divê were gotin ku ev kes cesareta xwe, berpirsyariya xwe û berpirsyariya gelê xwe ji bîr dikin. Ji ber ku tenê rêya xilasbûna ji hemû trajediyan, têkoşîna domdar e.”

‘Ji ezmûnên me sûd bigrin’

Mîna Behram hestên xwe yên dema ku dîmenan dijî vegot û wiha lê zêde dike: “Wekî jinek ji Efganistanê ku 20 sal ezmûna hebûna Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê heye, min dît ku dayîk çawa xemgîniya windakirina kurên xwe yên ciwan hildigirin, jin çawa ji tundiya navmalî dikşînin, rêjeyên tiryakê çawa zêde dibin, çawa Efganistan salane di serê lîsteya welatên herî gendel ên cîhanê de ye, çawa Talîbanê hêdî hêdî kontrola gund û herêman ji nû ve bi dest xistiye û gelek rastiyên din. Heta ku di dawiyê de hikûmeta wan di şevekê de hilweşiya û Talîban vegeriya da ku careke din gelê me binpê bike.”

‘Berbirsyariya rizgarbûnê li ser milên jina Îranî ye’

Mîna Behram di dawiya nirxandinên xwe de bi van gotinan bang li jinên Îranî kir: “Ji hemû hêzên hişyar ên li Îranê, bi taybetî jinan re, dibêjim ku berpirsyariya rizgarbûna ji vê rewşê, li ser milên we ye. Hûn ên ku her gav bi wêrekî liberxwe dane û tevî qurbaniyên mezin têkoşînê berdewam kirine. Ez piştrast im ku hûn ê îro jî berdewam bikin û hûn li ber çavên xwe şahidiya ezmûna tal a çarenûsa me dikin.”