Jinek penaber bi îşkenceyê hat binçavkirin

Polîs li rawestgeha metroyê ya Mecîdiyekoy a Stenbolê bi îşkenceyê jineke penaber binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Polîs bi gotina “Em welat ji penaberan paqij dikin” li rawestgeha metroyê ya Mecîdiyekoy a Stenbolê bi îşkenceyê jineke penaber binçavkirin.

Rojnameger Ekîm Veysioglu ya dîmenê îşkenceya polîsan girt û Ekîn Emeksîz ya bertek nîşanî polîs da di êrişa polîsan da hatin binçavkirin.