Jinên ji Heleb û Dêrazorê di sala 2026’an de aştî û jiyanek ewle dixwazin

Jinên li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê û herêma Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, hêvî kirin ku sala 2026’an ewlehî û aştiyê bîne.

Navenda Nûçeyan – Bi bidawîbûna sala 2025’an û destpêka sala nû re, hêviyên aştî û ewlehiyê yên niştecihên taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên li Helebê ji nû ve zindî bûn. Jinan, hêvî dikin ku sala 2026’an aştî û aramiyê bîne Sûriyeyê û dorpêçên li ser van taxan werin rakirin. Jinên Dêrazorê jî "ji nû ve avakirina welatê xwe" dixwazin.

‘Mafê me ya jiyankirina di nava aştî û ewlehiyê de heye’

Zêdetirê salekê cîhadîst û leşkerên bipere yên dagirkeriya Tirkiyeyê, li dijî gelê Sûriyeyê komkujî û binpêkirinên herî tirsnak pêkanîn. Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, hêj di bin dorpêçê de ne û ev rewş didome.

Zeylan Mihemed a ji taxa Şêx Meqsûd, dixwaze di sala nû de dorpêça li ser wan hatiye ferzkirin bê rakirin û wiha axivî: "Di dawiya her salê de, mirovên li hemû cîhanê bi şahî û kêfxweşiyê pêşwaziya sala nû dikin. Rewşa me berevajî vê ye. Piştî hilweşîna rejîma Baasê, me difikirî ku dê aştî were Sûriyeyê. Lê, bi desteserkirina desthilatdariyê ya cîhadîstên HTŞ’ê re, dest bi zilma li dijî gelê me kirin. Li dijî gelek pêkhateyên cûda yên Sûriyeyê qetlîaman pêkanîn."

Zeylan Mihemed, destnîşan dike ku dorpêç rêgirtina li ketina pêdiviyên bingehîn ên mîna xurek, pêdiviyên tibî û sotemeniyê ya ji bo nava taxan pêk tê û got: "Li vir, zarok li benda alîkarî yên germkirin, şîr û pêdiviyên din in, lê hikûmet bi vî rengî gel dixe nava rewşek dijwar û dibe sedem ku zêdetir êş bikşînin. Bêyî şer û pevçûnan, mafê me ya jiyankirina di nava aştî û ewlehiyê de heye.”

‘Em hêvî dikin ku sala nû ji bo hemû gelê Sûriyeyê kêfxweşî û aştiyê bîne’

Henae Silêman jî wiha axivî: "Bi hatina sala nû re, keyfxweşiya me kêm ma, ji ber ku dorpêç û êrîşên HTŞ’ê ya li ser taxa me didomîn. Her wiha binpêkirinên li dijî me û hemû gelê Sûriyeyê berdewam dike.”

Henae Silêman, destnîşan kir ku cîhadîst heta pêdiviyên herî bingehîn ên mirovan jî asteng dikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Lê hêviya me winda nebû. Em dixwazin peymanek aştiyê bê çêkirin ku gelê Sûriyeyê bêyî cudakariya ol an mezhebî, di nava hezkirin, aştî û ewlehiyê de bijî. Em hêvî dikin ku sala nû ji bo hemû gelê Sûriyeyê keyfxweşî û aştiyê bîne.”

‘Dem dema aştiyê ye ji bo Sûriyeyê’

Rokan Hamou ya got "Piştî hilweşîna rejîma Baasê, gelê Sûriyeyê bi pêkhateyên xwe yên cuda re rastî binpêkirinên herî tirsnak hat”, bi van gotinan hêviyên xwe yên ji bo sala 2026’an anî ziman: "Ev dorpêçan tenê amûrekî zilmê ya li dijî sivîlên bêçek tê kirin e û ji bo Kurd, Ereb û Tirkmenên li van taxan tê wateya zirarek mezin. Ez di sala nû de aştî, ewlehî û aramiyê dixwazim. Gelê Sûriyeyê ji şer û qeyranan westiyan. Dem dema hatine aştiyê ya ji bo Sûriyeyê ye.”

‘Em hêviya xwe winda nakin’

Sala 2025’an bi bar û zehmetiyên xwe re derbas bû û dil bi bixwaza hêvî ber bi pêşerojê ve bê hilgirtin tijî bû. Jinên Dêrazorê, zehmetiyên sala 2025’an ji bîr nekirine.

Hedîyye El-Xidr, anî ziman ku ji sala nû daxwaza şert û mercên jiyanê yên baştir dike û wiha axivî: “Sala borî, pir dijwar bû, me gelek êş kişand. Ji bo gelek kesan bû salek tarî bû. Hedîyye El-Xidr, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Berê rewş baştir bû, lê niha jiyana me pir dijwar e. Lê dîsa jî em hêviya xwe winda nakin û em di sala nû de daxwaza tenduristî û rehetiyê dikin. Em dixwazin welata me jî nû ve şîn û geş bibe û mirov bi awayekî baş nêzî hev bibin.”

Çiqas rastî bi êş be jî, jinên Sûriyeyê hêj jî hêviyên xwe diparêzin û bawer dikin ku sala bê wê qenciya tê hêvîkirin bîne. Di navbera dua û sebirê de, her salek nû bi hêviyê tê pêşwazîkirin û xwesteka herî mezin a mirovan welatekî aram, jiyaneke bi rûmet û pêşerojek baştir e. Di her rewşek tijî dijwariyê de, hêvî mîna rehbera herî mezin dimîne.