Jinan malên xwe yên bi topên Tirkiyê hatin rûxandin bi destên xwe çêkir
Jinên gundê Dada Ebdal û Um Hermela yên Zirganê ku ji Cotmeha 2019’an ve ji hêla dewleta Tirk ve tên topbarankirin, tevî xeteran jî dest bi çêkirina malên xwe yên hilweşandî kirin. Jinan gotin ku “çêkirina malan, peyamek ji dargirkeriyê re ye.”

SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Bi baweriya ku berxwedan her çiqas bi salan bidome jî serkeftinê tîne, jinên gundewarên xeta agir ên bajarê Zirganê ya Kantona Cizîrê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vê carê bi awayekî din peyam dan dagirkeriyê.
Soza parastina axa xwe dane
Zirgan û gundewarên wê ji Cotmeha 2019’an ve rastî êrîşên dewleta Tirk tên. Lê belê tiştê ku hişt bajar li ser piyan bimîne, baweriya dayîkan a bi serkeftinê, hêza ku ciwanan ji dayik û bavên xwe yên temenê wan mezin digirtin bû. Zirgan bi hêza jin û ciwanan heta vê kêliyê tê parastin. Gundên Dada Ebdal û Um Hermela gelek caran hatine bombebarankirin û topbaran jê kêm nebûye. Di encama êrîşên dagirkeriyê de gelek zarok, jin û mêr hatin qetilkirin û jiyana xwe ji dest dan. Her çiqas êrîş dijwar bin jî gelê ku soz daye axê, soza xwe ya mayînê û parastina axa xwe pêk anîn.
Piştî çend salên koçberiyê vegeriya
Jinên gundê Dada Ebdal û Um Hermela ji ajansa me re behsa pêvajoyên şer û peyama ku dixwazin bidin kirin. Herba Berqos a ji gundê Dada Ebdal e, piştî çend salên koçberiyê, niha hatiye li mala xwe ya ku di encama êrîşên hewayî û bejahî de ziyaneke pir mezin dîtiye, binêre.
‘Dereng an jî zû ez ê vegerim mala xwe û çêkim’
Herba ji ajansa me re wiha got: “Ji bo çêkirina xanî pir pere û xebat pêwîst e, rewşa min a aborî jî nebaş e. Piştî ku em ji mal û axa xwe koçber bûn, li cem çawîşan tevî keçên xwe em bûn karker di nava zeviyan de xebitîn. Ji berbangê heta saetên şevê, em dixebitin da ku dûrî axa xwe neçin û hêviyên xwe yên vegerê yên zindî careke din pêk bînin. Piştî ku em bi zorê ji topbaranê xilas bûn û me hema giyanê xwe xilas kir û derketin, em ketin nava kabûsek. Her ez ê rojek vegerim mala xwe dereng an jî zû. Êdî bes e ji koçberiyê re, em di dibistanan de man û di karên projeyên çandiniyê de xebitîn. Mişk, mar û dûpişkan bi me vedan, em di malên bi kirê de jiyan û kirîna ava xwarinê barê me gelek giran dike.”
‘Di demek nêz de koçberên gund wê vegerin malên xwe ava bikin’
Herba Bergos wiha behsa çêkirina mala xwe kir: “Ev bilûk û kevirên ku şikestîne ez ê careke din wan kom bikim û bi herî û çîmentoyê ava bikim. Yên malên wan saxlem in vedigerin lê yên ku malên wan pir zêde zirar dîtine, li bendê ne ku çareseriyan bibînin da ku malên xwe ji nû ve ava bikin. Bi hêviya ku di demek nêz de kesên koçberbûyî careke din li hev kom bibin û bi hev re dest bi avakirina malên xwe yên hilweşiyayî bikin. Ger mirina min hebe, bila vê carê di hembêza axa min û di mala min de be, da ku wijdanê min rehet be.”
Birîndarî topbaran û îsrara avakirinê
Xezala Mihemed ji gundê Um Hermela ye, mala wê di nîvê şevê de hatiye tobparankirin û zarokên xwe ji bin kavilan derxistiye. Xezala behsa rojên berê kir û ji bo îro jî peyam dan. Xezal behsa bûyera topbaranê dike û wiha dibêje: “Berî sersalê di demjimêr 02:30’ê şevê de em li mala xwe razayî bûn, topbaran destpê kir. Ez û keça xwe tevî hevjînê xwe li odeya razanê bûn, odeya me hat topbarankirin ez ji gelek derên bedena xwe birîndar bûm, min keça xwe ya temenê wê sal û nîvek e ji bin kavilan derxist û wiha me bi zorê xwe xilas kir. Mala bi salan me ji bo wê ked da û ava kir, di çend kêliyan de hat topbarankirin. Du car in mala me tê topbarankirin û em çêdikin. Çiqas jî were topbarankirin, em ê dîsa çêkin. Em di hebûna xwe ya li gund de bi îsrar in.”
‘Dagirkeriya Tirk divê hesabê sûcên kirine bide’
Xezala Mihemed da zanîn ku rûmeta wan ji mala wan girîngtir e û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Mal û pere diçin û tên, lê ya herî girîng rûmeta me ye, rûmet biçe venagere. Ji lewre em careke din daxwaz dikin dewleta Tirk a dagirker ji axa me derkeve, da ku careke din aramî vegere. Dagirkeriya Tirk li pêşiya aştî û aramiyê de dibe asteng. Sedema sereke ya êrîş, qetilkirina mirovên bêguneh, koçberiya bi hezaran mirovan, sêwîbûna zarokan û xirakirina malan dagirkeriya Tirk e. Em daxwaz dikin ku dewleta Tirk ji ber sûcên li dijî gel û axa Sûriyeyê kirine hesab bide û li gorî giraniya sûcan ceza bigre. Bila ji axa me jî derkevin, ax ne ya wan e karê wan li vir çi ye?”