Jinan li Qamişlo û Hesekê ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiyan
Kongra Star li bajarê Qamişlo û Hesekê ji bo piştgiriya Yekîtiyên Parastina Jin (YPJ) meşek girseyî li darxistin.
Navenda Nûçeyan – Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Navneteweyî bi dirûşma “Bi felsefeya jin, jiyan azadî, em destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin” di 19 Sibatê de aşkera kir. Ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li bajarê Qamişlo û Hesekê meşek girseyî bi dirûşmeya ‘Jin Şoreşa Rojava diparêzin’ hat lidarxistin.
Qamişlo
Meş ji Çerxereya Osman Sebrî ya bajêr despêkir û heta pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hûner rawestiya. Bi hezaran jin beşdarî meşê bûn.
Piştî deqeyekî rêzgirtin li ser nave Kongra Star Emîna Omer daxuyanî da. Emîna Omer wiha got: “YPJ’ê ne tenê hêzekî leşkerî ye, YPJ şoreşa fikir, wijdan û azadiyê ye. YPJ’ê îsbat kir ku pêwsîte jin cihê xwe di her warî de bigre. YPJ’ê îsbat dike ku jin dikare civakekî demokratîk û azad ava bike. Piştgiriya me ji bo YPJ’ê, piştgiriya me ji bo projeyekî demokratîk e.”
‘Wê tu carî nikarîbin îradeya gelê Kurd û jina Kurd tune bikin’
Emîna Omer anî ziman ku dema ku jin azad bibe wê civak jî azad bibe û wiha domand: “Di van her du mehên dawî de, gelek êrîşên hovane li ser gelê Kurd pêkhat. Armanca wan êrîşan qirkirina gelê Kurd bû. Di heman demê de ew êrîş li ser jina Kurd ya qehrman bû. Li cîhanê bi tevahî hat belavkirin bê ka çawa nêzîkatiyên wan ji jinan re ne. Wê tu carî nikarîbin îradeya gelê Kurd û jina Kurd tune bikin. Her û her wê berxwdaniya me berdewam be, heta ku mafê me di destûra Sûriyeyê de were misoger kirin.”
Hesekê
Meşek ji çerxerêya Marşo dest pê kir û li Qada Aştiyê ya bajarê Hesekê veguherî mitîng. Bi hezaran endamên Yekîneyên Parastina Jinan, Kongreya Star û rêxistinên jinan ên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, kampa Serêkaniyê û Waşokanî beşdar bûn. Beşdaran alên YPJ’ê û pankartek bi nivîsa "Jin Rojava diparêzin" hilgirtin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Berdevka Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo tekez kir ku jinan bi tekoşîna xwe ya bi salan hebûn û rola xwe nîşan kir û bi rêxistinbûyîna xwe deng veda û wiha axaftina xwe dewam kir: “Berî Şoreşa Rojava, şoreşa jinan, hişmendiya baviksalar û otorîter, bi hemû şêweyên xwe, bênavber nasname û hebûna jinan hedef digirt. Armanca wan ew bû ku jinan ji pêşketin û pêşengiya civakê asteng bikin. Vê şoreşê rê li ber jinan vekir ku di hemû waran de cih û rola xwe ava bikin.”
‘YPJ’ê di parastina rûmeta gelan de pêşeng e’
Rîhan Loqo da zanîn ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yek ji destkeftiyên bingehîn e ku şoreşa jinan di parastina jinan de li çaraliyê cîhanê bi dest xistiye û wiha dewam kir :”Berpirsiyariya parastina civakek demokratîk hilgirtiye ser xwe û ji bo pêşkeftina civakê têkoşiyaye. YPJ di parastina rûmeta gelan de pêşeng e û mînakek jinên bihêz û rêxistinkirî ye. Bi biryardariyeke bênavber li dijî terorê şer kir, bû sembola hêzê û di dawiyê de teror têk bir. Ji ber vê yekê, em îro êrîşên rejîmên otorîter li ser destkeftî û nasnameya jinên azad dibînin.”
‘Şehîd Denîz sembola hêz û baweriyê ye’
Rîhan balkişand li ser hovîtiya HTŞ’ê a cîhadîst li dijî şervanên jin û wiha got: “Di êrîşên li ser Şêx Meqsûd de, wan Şervana Kurd Denîz hedef girt û ew ji qata çaremîn avêt. Şehîd Denîz bi berxwedana xwe peyamek da ku berxwedan jiyan e û bi wê re, em ê gelek serkeftinan bi dest bixin. Ev êrîş redkirina wan a Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) nîşan didin, lê em dibêjin ku YPJ nasname û dîroka me ye; ew rêya me ya parastinê ji polîtîkayên qirkirinê ye. YPJ nasnameya me ye. Ew şoreşa jinan e û em ê ji bo nasname û hebûna xwe şer bikin. Ger YPJ di destûrê de neyê naskirin, em ê ranewestin; em ê her kêliyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Meş bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana YPJ” bi dawî bû.