Jinan li Hesekê Jîna Emînî bibîr anîn

Kongra Star a Kantona Hesekê, di 3’emîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniyek da.

Hesekê – Kongra Star a Kantona Hesekê, bi boneya 3’emîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniyek da.

Daxuyanî, li Parka 4’ê Nîsanê, bi beşdariya bi sedan jinên ji Meclîs, Komîn û Rêxistinên Jinan yê Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Hol, Erîşa, Kampa Waşokanî û Serêkaniyê pêkhat.

Daxuyanî ji aliyê endamên Kongra Star Sîham Mele Elî ve bi zimanê Erebî û ji aliyê Lînda Elî ve bi zimanê Kurdî hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em wek Tevgera Kongra Star a Kantona Hesekê, bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” re Jîna Emînî û “şehîdên azadî û jiyaneke birûmet ên berxwedana li Rojhilat” bi bîr tînin. Keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî di 13’ê Îlona 2022’yan de, dema ku ew bi malbata xwe re ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ber bi Tehranê ve diçû da ku serdana xizmên xwe bike, hate girtin. Lê dewriyeyeke qaşo “polîsên exlaq” bi hinceta ku ew bi rêk û pêk hicabê li xwe nake, êrişî wê kir û ew bir navendeke destgîrkirinê ya li Tehranê. Di dema ragirtina wê de, îşkence lê hat kirin. Ew 3 rojan ket komayê û di 16’ê Îlona 2022’yan de jiyana xwe ji dest da.

‘Pêleke xwepêşandanan li dijî desthilatdariya otorîter a Komara Îslamî da destpêkirin’

Şehadeta Jîna Emînî pêleke xwepêşandanan li dijî desthilatdariya otorîter a Komara Îslamî û aşkerakirina binpêkirinên mafên mirovan, binpêkirina sîstematîk a mafên jinan, da destpêkirin. Ev yek bû sedema sloganeke bihêz ku di nav tevgera jinan de derket holê û bi lez li çar aliyên cîhanê deng veda.

Jin û pêkhateyên din ên li Îranê hîn jî dibin hedef. Li Îranê gelek rewşên girtin û darvekirina siyasetmedarên jin hene ku ji bo jiyaneke baş û avakirina civateke azad, demokratîk û dadperwer tê dikoşin.”

‘Em daxwaza rawestandina van binpêkirin û girtinan dikin’

Em wekî tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxwaza rawestandina van kiryaran, rawestandina van binpêkirin û girtinan û berdana hemû girtiyên jin ên di girtîgehên Îranê de, bi taybetî çalakvanên siyasî yên jin ên ku çarenûsa wan hîn ne diyar e, dikin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo bidawîkirina van binpêkirinan bi lez û bez mudaxele bikin.

Jin bingeha civakê ne û divê hemû maf û rûmeta wan were parastin da ku jiyaneke azad û birûmet were misogerkirin û civakeke azad û demokratîk were avakirin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.