Jinan li Hesekê ji banga dîrokî re bersiva dîrokî dan – ÇAVDÊRÎ
Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li bajarê Hesekê jin bi reng, nasname û çanda xwe û bi banga Aştî û Demokrasiyê ya Ocalan berê xwe dan pîrozbahiyên 8'ê Adarê.

HESNA MUHEMED
Hesekê – Roja Jinan a Cîhanê an jî Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, cejneke ku her sal roja 8'ê Adarê tê pîrozkirin e. Lê belê 8'ê Adara îsal ji bo jinên Kurd ji her salê cudatir bû. Jinên ku bi banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê 8'ê Adarê pêşwazî kirin û bi rojan çalakiyên cur be cur lidar xistin, ji bo guhdarîkirina peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan, herikîn qadan.
Ev coş û kelecana jinan, min jî herikand ber bi qada 8'ê Adarê ya li Hesekê ve. Min xwest bi dîmen û wêneyên xwe morala jinan di dîroka têkoşîna azadiyê de belge bikim. Jinên Ereb, Suryan, Çerkez, Ermen û Kurd bi reng û çanda xwe herikîbûn qada pîrozbahiyê. Dema ez destpêkê ketim qadê, tiştê herî zêde balê min kişand rengbûn û cudabûna çanda jinan bû. 8'ê Adarê ku rengê biharê û jiyanê di nava xwe de dihewîne, mirov li qada Hesekê didît.
Hemû pêkhate di yek govendê de ne
Dema tu li qada pîrozbahiyê jî digeriyay, wekheviya gelan, hezkirina ku di nava civakê de hatiye çandin a bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û projeya wî ya Netewa Demokratîk, bala te dikşîne. Di govendek de hemû pêkhateyên herêmê yên rengorengo mirov dikare bibîne ku rengê herêmê ya rastîn nîşan dide. Ev jî wateya govenda azadiyê tekez dike. Jinan têgeha netewan şikand û tenê wek netewa jin li qadê man. Li her derê, li qadê jinan govenda azadiyê digerandin. Tevî baranê jî, jinan bi îrade û îsrar, bi silogana 'Jin Jiyan Azadî' şahiya xwe dewam kirin û bi hilgirtina gulên sor ên tê wateya hezkirin, wekhevî û azadiyê jî, ev roj pîroz kirin. Dîmena jinên ku dilopên baranê ji wan diherike û bilindkirina nîşaneya serkeftinê, tu car ji bîra min naçe.
Di destpêka şahiyê û barana hûrik a ku cilên me di avê de man û porên me şil bûn, dengek ji ser dika şahiyê hat ku wê peyama Rêberê Gelê Kurd bê xwendin. Jinan ne gotin baran ne jî serma, berê xwe dan dikê û bi baldarî li banga dîrokî ku bi dengê jinek hatibû xwendin, guhdarî kirin. Ew kêliyên dîrokî bûn. Jinan bi xeyala ku îsal 8'ê Adarê bi azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîtina wî ya di nava xwe de, berê xwe dabûn qada pîrozbahiyê. Rast e, xeyalên wan pêk nehat û dilên wan giran bû, lê hêviya bihîstina peyama Rêberê xwe jî di nexşerêya çavên wan de nîşan dida.
Di peyama xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişandibû ser Civaka Demokratîk û guhertina zilam, her wiha qala pêvajoya aşîtiyê bi destê jinan jî kiribû. Jinan jî ji vê peyamê hêz û moral girtin. Ez jî jinek rojnamevan im, gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bala min jî kişand. Bi taybetî gotinên wî yên 'Bi ronensa jinan wê Civaka Demokratîk li Rojhilata Navîn pêk were'. Ez jî di wê baweriyê de me ku ev demokrasî li Rojhilata Navîn li cihê ku zayîna jinan çêbûye wê bi destê jinan be.
Jinan di pîrozbahiyên xwe de destnîşan kirin ku hemû rojên wan 8'ê Adarê ne.
Peyamên jinan ên di pîrozbahiyê de
Di nava şahiyê de peyamên jinan; Hemû rojên wan 8'ê Adarê ye. Tu êrîş û siyaset nikare roja wan tarî bike. Ji ber ku 8'ê Adara îsla bi cejina azadiyê hatibû pênasekirin. Jin jî wê gavên xwe ji bo azadiya Rêberê xwe û parastina ax û ava xwe, mezintir bikin. Jinan anîn ziman ku bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsal cejna wan cudatir bûye. Jinan diyar kirin ku 8'ê Adarê bikin hemû rojên jinan û bi vê hestê têkoşîna xwe bidomînin.
Tevî pêlên koçberiyê 8'ê Adarê pîroz dikin
Dema ku ez li qada şahiyê digeriyam ji bo moral, kelecan û coşa jinan bi dîmenên xwe belge bikim, tiştek bala min kişand. Çavên min bi dayîkek ket ku di bin baranê de nîşaneya serkeftinê dike. Di rûyê wê yê westandî de koçberiyê û di cilên wê de mirov fam dike ku ew ji Efrîna dagirkirî ye. Min bi kelecan berê objektîva kameraya xwe da ser wê. Ew jinek 60 salî hebû, lê moral û hêza wê ji temenê wê mezintir bû. Ruhê têkoşîn û azadiyê di ser rûyê wê de xuya dibû. Wê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser cilên xwe yên Efrînî danîbû. Mirov bi vê teşeyê dikare girêdana jinan bi Rêberê xwe re bibîne.
Navê wê Reşîda Muhemed bû. Min ev pirs jê kir; Hûn 8'ê Adara îsal tevî koçberbûna we ya du caran, çawa dinirxînin? Wê bersiva pirsa min bi kelacenek mezin da û got: "Keça min em Kurd in, em li kuderê bin em ê bi cejin û rojên xwe jî pîroz bikin. li Şehbayê 7 salan bê navber û westandin me berxwedana xwe domand. Ne koçberî û ne jî êrîş dikarin vîn, îrade û berxwedana me lawaz bikin. Em xwediyê felsefeya azadiyê ne. Tevî koçberiyê jî em ê xwedî li têkoşîna xwe derkevin. Rast e, em du caran koçber bûne lê ev nayê wê wateyê ku emê xwe teslîmî siyasetên dagirkeriyê bikin. Dijmin ji çand, nasname û hebûna jina azad ditirse. Di nava vê koçberiyê de carek din em soza berxwedana xwe nûjen dikin."
Ez jinek ciwan im, min hêz, vîn û morala xwe ji gotinên wê dayîkê girt. Piştî ku min wêneyê wê girt û wê jî ji min re got em ê carek din li Efrîna azad hevdû bibînin û tuyê dîsa wêneyên min bikşîne.
Di vê pîrozbahiyê de mirov dikare têkoşîna azadiyê ya ku ev bû 50 sal ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye meşandin û pêşkêşî jinan bi taybetî jina Kurd kiriye, bibîne. Jina Kurd seranserî salên şoreşê xwedî li têkoşîna xwe derketiye û 8'ê Adarê ne tenê wek cejnek dinirxîne. Ew bi roja têkoşîn û berxwedanê pênase dike. 8'ê Adarê hemû jinan li hev dicivîne.
Li ser van çavdêriyên xwe dikarim bi kurtasî bêjim ku di qada pîrozbahiyê de jinan, bi banga dîrokî bersiva dîrokî dan.