Jinan li Helebê li aqûbeta Heyfa Adil Tayyar pirsîn
Kongra Star, revandina jina ciwan Heyfa Adil Tayyar a li Helebê şermezar kir û diyar kir ku ev sûc li dijî rûmet û azadiya jinan êrîşek eşkere ye û ji bo ewlehî û aramiya civakê gefek cidî ye.

Heleb – Îro li Helebê Kongra Star, gelek meclîs û partiyên jinan beşdarî meşa hevgirtinê bûn. Her wiha jinên ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd jî diyar kirin ku ew bi awayekî tundî vê sûc red dikin û wê ji bo parastina mafên jinan û jiyanek biewle têkoşîna xwe bidomînin.
Kongra Star, der barê jina ciwan a bi navê Heyfa Adil Tayyar a duh li ser riya Dêr Hafêr-Helebê ji aliyê komek girêdayî cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve hate revandin de, daxuyaniyek weşand. Kongra Star, di daxuyaniya xwe de da zanîn ku der barê aqûbeta jina ciwan de heta niha tu agahî nehatiye bidestxistin.
‘Em ê dengê jinan a li dijî zilm û zordariyê bilind bikin’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Jinên Sûriyeyê, rhê demokrasiyê û banga aştiyê ne. Em ê dengê jinan a li dijî zilm û zordariyê bilind bikin. Em ê bibin yek û Sûriyeyê veguherînin welatekî demokratîk ku mezheb û gelên cuda bikaribin bi hev re bijîn."
‘Hewil didin bi hedefgirtina jinan re, aramiya herêmên Kurdan xira bikin’
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê revandin û qetilkirina jinan didomîne û bi awayekî neheq talan dike. Hewil didin bi hedefgirtina jinan re, aramiya herêmên Kurdan xira bikin. Ji ber ku dizane, li herêmên Rêveberiya Xweser, jin dikarin bi awayekî azad hemû mafên xwe bikarbînin û xwe di nava ewlehiyê de hîs dikin.”
Ev bûyer, perçeyek a bûyerên revandin, qetilkitin û tundiya li dijî jinên Sûriyeyê ye. Bûyerên bi vî awayî, piştî hilweşandina rejîma berê zêdetir bûye û herî dawî li bajaroka Selhabê ya parêzgeha Hemayê jî li dijî zarokek keç destdirêjî pêkhat.