Jinan li dijî biryara darvekirinê çelenga reş danîn ber balyozxaneya Îranê
Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî darvekirinên li Îranê çelenga reş a li ser “Darvekirinan rawestînin” dinivîsî danîn ber balyozxaneya Îranê.
Navenda Nûçeyan- Dewleta Îranê bi şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ re ên ku li dijî wan muxalefetê dikin û bi taybet der barê hemwelatiyên Kurd de li pey hev dayîna cezayê darvekirinê berdewam dike. Cezayê darvekirinê li pêş çavê hemû cîhanê ve înfaz dikin. Rejîma Îranê herî dawî cezayê darvekirinê da rojanamevana Kurd Pexşan Ezîzî û aktivîst Şerîfe Muhammedî. Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca bertekê nîşanî darvekirinên li Îranê bide li ber Konsolosxaneya Îranê daxuyanî da.
‘Em rejîma mêr ya Îranê protesto dikin’
Jinên li balyozxaneyê kombûn ji aliyê polîsan ve rastî astengiyê hatin. Jinên ku bertek nîşanî polîsan dan, daxuyaniyên li ber Balyozxaneya Îsraîlê hatin dayîn bi bîr xistin. Jinên ku tevî israr û bertekan polîsan nehiştin ew biçin ber avahiya balyozxaneyê, bi wêneyên jinên ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin li ber mertalên polîsan daxuyanî dan.
Hevseroka DEM Partiyê ya Enqereyê Tatligul Gul a di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Em bi armanca ji bo ji rojnamevan Pexşan Azîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammed a ji aliyê rejîma Îranê ve di 23’yê tîrmehê de cezayê darvekirinê li wan hate birîn bibin piştevan û nîşan bidin ku ew ne bi tenê ne û têkoşîn li her derê didome civiyan. Pexşan Azîzî di nameya xwe ya ku ji hemû rayagiştî ya cîhanê re banga hestiyariyê kir de wiha bang li me dike; ‘Ez û Şerîfe Mûhammed ne jinên ewil ne jî yên dawî ku di dora darvekirinê de disekinin û ji ber lêgerîna jiyaneke azad û birûmet hatine mehkûmkirinin. Lê belê heta ku can neyê dayîn azadî jî pêk nayê. Bedelê azadiyê giran e. Sûcê me ew e ku jin jiyan azadiyê bikin yek.’ Em bi vê çelenkê rejîma serdest a mêr ku li dijî cesaret, berxwedan û têkoşîna mafdar a her du hevrêyên me yên jin e şermezar dikin.”
Jinan bang li hemû cîhanê kir
Tatlıgul Gul di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin destnîşan bikin ku cezayên wiha dê rûmeta mirovahiyê biperçiqînin. Dengê Peşxan û Şerîfeyê dê weke berxwedana Jîna Emîniyê ji vir bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ belavî hemû cîhanê bibe. Li dijî vê zilma li Îranê bêdeng nemînin. Em li cem jinan, gelê kurd û hemû mazlûman bisekinin û li dijî van pêkanînên dermirovî têbikoşin. Em careke din bang li hikumeta Îranê dikin; ev cînayeteke û vê cînayetê bi dawî bikin. Rêzê ji mafên mirovan û hiqûqa navnetewî re bigirin û cezayên darvekirinê yên we derbarê Pexşan Azîzî û Şerîfe Mûhammed dayîne de rakin. Em li dijî van cezayan bisekinin û dest ji têkoşînê bernadin.”