Jinan li çiya heyva çardehşevî temaşekirin
Şevê din li navçeya Koya ya Başûrê Kurdistanê jinan heyva çardehşevî li ser çiya şopandin.

ŞIYA KOYE
Koye – Dûh şev Tîma Rêxistina Feleknas a Kurdistanê, gelek jin li ser çiyayê Kosarê yê navçeya Koye kombûn û heyva çardehşevî şopandin. Li wêder gelek kes amadebûn jin jî di navde hebûn.
Heyva çardehşevî dîmenên bê hempa da. Wek hate dîtin di saet 6:28 deqeyan de heyva çardehşevî destpêkir û heta saeta 8:30 heyîv bi temamî girt, ji saet 9:00 heta 11:00’ê şevê gelek xweş heyv derket û rengê sor girt û heta saet 11.55 deqeyan bi dawî bû.
Heyîva çardehşevî bi giştî 5 saet û 27 deqeya xûya kir, li gorî agahiyan wê di sala 2028’an de carek din jî rû bide.
Jinên ku heyvê temaşekirin Semîre Yasîn têkildarî dîtina heyva şardehşevî wiha got: “Ez gelek kêfxweşim ku ev hemû jinên navçeya Koye hatine ser çiya û heyva çardehşevî di şopînin. Li gorî agahiyên rêxistina Feleknas wê di 31’ê Kanûna 2028’an de carek din jî heyîv sor bibe.”
Sazgar Dilşad jî wiha got: “Heyva sor diyar dike. Li gorî feleknas, dema wê ya diyar nîne. Em jî wek jinên Koye me xwest em di dîtina heyva çardehşevî de ku çawa temam bû amade bin. Me dît guherînek xweşik rûda û me kêlî bi kêlî şopand. Gelek jin ji Koye hatin daku heyîva çardehşevî bişopînin.”