Jinan li Bendava Tişrînê pêyama Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê guhdarkirin

Jinên Kantona Cizîrê yên ku nobedariya Bendava Tişrînê girtine, li peyama Rêber Abdullah Ocalan a 8’ê Adarê guhdarkirin û gotin ku her jinek biqasî şaneyekê dikare têbikoşe û ronenasnê pêk bîne.

Tişrîn – Berxwedana Bendava Tişrînê ya ku dikeve roja xwe ya 63’an didome. Jinên Kantona Cizîrê yên ku nobedariya bendavê girtine, li peyama Rêber Abdullah Ocalan ya ku 8’ê Adarê de hatiye guhdar kirin û jinan nêrînên xwe parve kirin.

‘Her jinek biqasî şaneyekê dikare ronenansê pêk bîne’

Nişmiya Xwedêda piştî guhdarkirina peyamê hestên xwe anî ziman û wiha got: “Her jinek biqasî şaneyekê ye ku dikare ronenasê pêk bîne û jiyaneke nû ava bike. Berê ev hatibû fêmkirin ku mêr her tişt e, lê Rêber Apo dibêje ku jin bi xwe gerdûn e û mêr jî gerstêrkeke rêderketî ya derdora vê gerdûnê ye. Afrînera jiyanê ya ku bi awayekî wekhev dihizire û edaletê jî pêk tîne jin e. Rêber Apo careke din me şiyar kir û rih berda laşê mirî.”

‘Li hember êrîşan avakirina jiyaneke wekhev bi edalet û azad’

Nişmiya Xwedêda tişta ku ji peyama Rêber Apo fêm kirî anî ziman: “Ya me fêm kirî ew e ku em hîn bêtir têbikoşin, xwe perwerde bikin û dora xwe baş fêm bikin da ku em bikaribin rê li ber qetilkirin destdirêjî û tecawîzkirina jinan di nav civakê de jî bigrin û guhertin û veguhertinekê çêbikin. Ji ber berê me tenê xwe wiha naskiribû ku karkerên hundir malan in û bi destên mêran dihatin qetilkirin û şewitandin. Ya ku qîmet da jinê Rêber Apo ye, ji lewra wê jiyaneke nû bi destê jinan were afirandin. Ji lewra divê ku em Rêber Apo baş fêm bikin, pêvajoya ku tê xwestin jî ev e baş fêmkirin û têkoşîneke rast meşandin e. Li hember êrîşan jiyaneke wekhev, edalet û azad avakirin girîng e ku em Rêberê xwe jî fîzîkî di nav xwe de bibînin.”

Ji jinên Bendava Tişrînê bo jinên Rojhilata Navîn banga têkoşînê

Efa Ebas jî a ji pêkhateyên Ereb jî wiha dibêje: “Îro me peyama Rêber Apo xwend û tê de balkişandibû ser çend xalên girîng. Divê ku jin azad be, di bin siya koletiya mêr de nemîne û xwe mehkûmî jiyaneke bêwate neke. Herwiha divê ku tundî tecawîzkirin û destdirêjiya li ser xwe qebûl neke êdî û neyê şewitandin. Ez tevlî Rêber Apo dibim ku rastî jî mêr çawa dikare ji jina ku jê hez dike bikuje. Kuştina jina ku jê hez dike ev wateya hezkirinê dikuje û ne hezkirin e. Ev dem dema ronenansa jinê ye, divê ku di vê demê de jin bikaribe xwe îsbat bike, ji hemû pêkhate, ol bawerî û mezheban têkoşîna jinê girîng e ku di Rojhilata Navîn de pêşbikeve.”