Jinan ji Amarayê bang kirin: Muxatabê çareseriyê Ocalan e
Jinên ku bi wesîleya Mîhrîcana 4'ê Nîsanê û meşê bi kîlometreyan ji dûr hatin Rihayê diyar kirin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd birêz Abdullah Ocalane û anîn ziman ku pêwist e di demek zû de azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha – Sala 76'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 4'ê Nîsana 1949'an de li Amara yê Xelfetiya Rihayê ji dayik bû, bi dirûşma "Bi Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk hat pîrozkirin. Bi deh hezaran kes beşdarî Mîhrîcana 4'ê Nîsanê ya ku di 3 û 4' ê Nîsanê de li navçeyê hat lidarxistin bûn. Jinên ji bajarên cuda beşdarî pîrozbahiyê bûn, coş û kelecana pîrozbahiyê anîn ziman û diyarin kir ku divê êdî dewlet bi bangawaziya 27'ê Sibatê gavan biavêje.
'Wan astengiyan derbas kirin'
Di 3 û 4'ê Nîsanê de tevî astengî û dorpêçê jî girseya gel ket navçeyê. Bi hezaran kesên ku beşdarî pîrozbahiya di 4'ê Nîsanê de hat lidarxistin bûn, cih nedîtin lê bimînin. Ciwanan şeva xwe li parkan, jinan jî li mizgeftan derbas kirin. Gel di saetên serê sibehê yên 4'ê Nîsanê de li qada mîhrîcanê li hev civiya û piştî bernameyeke kin bi pankartên "Hezar silav li Rêbertiya me ya li Amarayê ji dayik bûye" û "Jin Jiyan Azadî" meşiyan. Di dema ku navenda navçeyê bi dirûşm û tilîliyan deng veda, pankartên ji aliyê gel ve hatin hilgirtin ji aliyê her kesê ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Girse piştî kîlometreyan meşiya, li vir hat rawestandin û di encama muzakareyê de 90 kesan birin Amarayê cihê ku Abdulah Ocalan lê ji dayik bûye. Li taxa Amara ya ku gelek qadên ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin, bi dar û mertalan hatin girtin, ciwanên ketin nava taxê posterê mezin ê bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Girseyê piştî çalakiya bîranînê, bi dirûşman derbasî malê bûn û ji taxê derketin. Jinên ku beşdarî pîrozbahiya du rojan bûn, tevî zext û astengiyan bal kişandin ser coşa gel.
‘Ji bo aştî û azadiyê em hatin'
Bedriye Savciya ku ji bo pîrozbahiyê ji Mersînê hat, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Pêwist e ev pêvajo bi dilsozî were meşandin. Em li pişt bangawaziya Rêberê xwe ne. Em ji bo aştî û azadiyê hatine vê derê. Ev zilm û zordarî pêwist e demildest bi dawî bibe. Divê hem Kurd hem jî Tirk ji vê pêvajoyê re bibêjin ' êdî bes e.' Divê hemû gel aştiyê biparêzin. Divê em dengê xwe bilind bikin û pêşî li mirina mirovan bigrin."
‘Divê tecrîd bê rakirin'
Xecê Aslan anî ziman ku gel tevî zextan jî cihê xwe li qadan girtiye û ji wê coşê moral girtiye, xwest girtiyên siyasî bên berdan. Xecê Aslan got: “Em ji her demê zêdetir bihêztir in. Divê her kes rabe ser piyan. Kurd bi salan e tên kuştin, koçberkirin û girtin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîd bê rakirin.”
‘Divê gel pêvajoyê bi baldarî bişopîne'
Gulistan Akkuş jî diyar kir ku ew parêzvaniya doza aştiyê dikin lê hê jî ji bo banga hatiye kirin bersiv negirtine. Gulistan Akkuş got ku muxatabê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e wiha berdewam kir: “Ez ji bo rojbuna birêz Ocalan li vir im. Divê gel pêşveçûna vê pêvajoyê baş bixwîne. Îro tevî ewqas zext û zordariyê jî gel li vê derê kom bûn û meşiyan. Bila ev ji her kesê re bibe peyamek. Ev gel bi salan e aştiyê dixwaze û ji bo azadiyê têdikoşe. Divê têkoşîn bi awayekî herî baş bê berfirehkirin.”
‘Divê herî zêde jin aştiyê biparêzin'
Fîlîz can jî diyar kir ku tevlibuna gel a ji bo mîhrîcanê peyamek e û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd çi dibe bila bibe dê teslîm nebe. Em ji vê pêvajoyê bi hêvî ne. Banga birêz Abdullah Ocalan hêviyê da me hemûyan. Ji bo berfirehkirina vê pêvajoyê hem ji bo wî hem ji bo xwe çi ji destên me were em ê bikin. Em ji bo rojbûna wî li vir in, rojbûna wî pîroz be. Îro herî zêde pêwistiya me jinan bi aştiyê heye. Ji şer herî zêde jin bi bandor dibin. Ev ji bo me hemûyan derfetek e divê dewlet di demek zûtir de gavan bavêje."
Yek ji jinên ku beşdarî meşê bûn Şemsiye acar jî got: “Ji bilî aştiyê tu riyeke me ya din nîn e, muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e û divê azadiye wî ya fîzîkî bê mîsogerkirin.”
Şemsiye Acer anî ziman ku êdî dîwarên tirsê şikiyane û got: “Divê hemû dayik dengê xwe bilind bikin û bêdeng nemînin. Divê hemû kes destên xwe bidin hev û têbikoşin. Divê dewleta Tirkiyeyê ji me zêdetir aştiyê biparêze û gavan biavêje. Divê dewleta Tirk li ser vê krîz û pêvajoyê bifikire û aştiyê hembêz bike. Çareyeke din tune ye. Ji bo rawestandina şer û kuştinê çi pêwist be divê bikin."