Jinan di Newroza Wanê de got: Çareserî bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan pêkan e
Jinên Wanê li qadên Newrozê li ser şerên li Rojhilata Navîn didomin nirxandin kirin, bal kişandin ku çareseriya şeran, di paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan de ye.
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan – Li Wanê pîrozbahiya Newrozê ya ku bi beşdariya bi hezaran kesan destpê kir, tevî baranê jî coşa gel balê kişand. Tişta herî balkêş jî ew bû ku coşa Newroza 2026’an ji Newrozên din cudatir bû. Li qada Newrozê yek ji mijara ku ket rojevê, pêvajoya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye û heta niha tu gavek şênber ji aliyê dewletê ve nehatiye avêtin bû. Kurdan bi tevlîbûn û peyamên xwe bal kişandin ku ew hêviyên xwe yên ji bo aştiyê diparêzin.
Ji mehek zêdetir e li Îranê şer û pevçûn hene, her diçe şerên li Rojhilata Navîn zêdetir dibin. Ên ku herî zêde ji şer zirarê dibînin jî jin û zarok in. Jinên ku beşdarî Newroza Wanê bûn, di nirxandinên xwe de ji bo çareseriya şerên li Rojhilata Navîn bal kişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
‘Mirov di bin zulmê de ne’

Endama Meclîsa Şaredariya Artemêtê Medya Mermît, diyar kir ku divê dawî li pergala Îranê were û wiha gotin: “Ji ber hebûna rejîma li wê derê nabe ku ev şer mafdar were dîtin. Ji ber ku şer dibin sedema koçberiyê. Mirov ji bo canê xwe rizgar bikin neçarî koçberiyê dimînin. Divê mirov ewqas di bin zulmê de nebin. Ez hêvî dikim ku Newroz bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo û aştiya li Rojhilata Navîn.”
Endama Meclîsa Şaredariya Riya Armûşê Macîde Varhan, Newroza gelê Kurd pîroz kir, xwest bibe wesîleya aştiyê û wiha got: “Ji ber şerê li Îranê em pir xemgîn in. Jin û zarok tên kuştin. Tu tişt bi şer çareser nabe. Bi şer û xwînê kes nikare tiştek ava bike. Em ji bo hemû Rojhilata Navîn aştî û azadiyê dixwazin. Em naxwazin zêdetir jin û zarok werin kuştin.”

Ayfer Gelîbolu, bal kişand ku aştî ji bo Kurdan bi qasî şer zor e, gotinên xwe wiha domand: “Ji ber şerê li Îran û Sûriyeyê, jin û zarok zirarê dibînin û dibin hedef. Ji ber ku jin her dem alîgirên aştiyê ne û yên ku şeran derdixin mêr in lê divê were zanîn ku jinên alîgirên aştiyê bin jî dema hewce bike dikarin şer bikin. Tevî êşên ku mirov nikare pênase bike jî li Îran, Sûriye û Tirkiyeyê yên aştiyê dixwazin jin in. Ji bo zarokên xwe, cîhana xweş aştiyê dixwazin.”
‘Riya aştiyê nîşan da’

Ayfer Gelîbolu bal kişand ku ên zêde ji şer zirarê dibînin jin û zarok in û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku mirov şerên niha li Rojhilata Navîn didomin analîz bike, pêdivî bi famkirina paradîgmayên Ocalan heye. Beriya çend salan wî behsa şerên ku dê li Rojhilata Navîn çêbibin kir, rê û rêbazên çareseriyê destnîşan kir. Gelê Kurd baş dizane koçberiya ji cih û warê xwe çi ye. Îro ji ber şerên ku diqewimin koçberî çêdibin û ne tenê mal tên terikandin, jiyan, ked, xeyal û bîranîn dimînin. Çareseriya şerê li Rojhilata Navîn di paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan de ye.”