‘Jinan dengê têkoşîna azadiyê bi dinyayê dan bihîstin’
Rojnamevan Bêgerd Mihemed Heme anî ziman ku jinên Kurd bi biryardariya xwe dengê têkoşîna azadiyê bi dinyayê dane bihîstin.
HÊLIN EHMED
Silêmanî- Jinên siyasetmedar ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin. 13 sal di ser vê komkujiyê de derbas dibe lê belê hêzên li pişt vê komkujiyê hê jî nehatine ronîkirin. Têkoşîna jinan a ji bo derxistina wê hêza li pişt komkujiya li dijî jinên Kurd didome. Sedema komkujiyên Parîsê netewperestî, zayendperestî û dewletên ku li ser keda welatên din dijîn e. Ji îradeya jinan ditirsin û ji ber wê komkujiyan dikin. Ew jinên ku çand, ziman û dîroka xwe diparêzin, ji bo desthilatdriyên kedxwar bûne sedema tirsê. Ev bi salan e siyaseta komkujiyê li dijî jinên têkoşer ên Kurd dimeşînin û qetilkirina Nagîhan Akersel û Hevrîn Xelef jî di heman çaçroveyê de ye. Her wiha rojnamevanên jin ên azad di şopandina komkujî û ragihandina dengê jinan de xwedî roleke bi bandor in.
‘Jinên rojnamevan bi riya ragihandinê hewl didin rastiyê eşkere bikin û ragihînin’
Çalakvan û rojnamevan Bêgerd Mihemed Heme da zanîn ku Kurd xwedî dîrokek tije komkujî ne, gelek welatî û kesên şoreşger bûne hedef û wiha got: “Mixabin nifşên pêşerojê vê rewşê dibînin û dizanin. Rola jinan di hemû qadên siyasî û aborî de heye û her dem hewldana pêşxistina hêza xwe didin. Jinên rojnamevan bi riya ragihandinê, ji bo derxistina sedem û şêwazên komkujiyan hewl didin. Divê hemû cîhan ji komkujiyên li ser Kurdan agahdar be. Her wiha hişyariya jinan der barê bûyerên komkuji û siyasî de, wan bi hêztir dike.”
‘Tekane riya rûbirûbûna tundiyê hişyariya jinan a di qadên civakî de ye’
Bêgerd Mihemed destnîşan kir ku dîroka komkujiyan digihîje demên berê, gelek welatên Rojhilata Navîn, di dawiya şer de rastî tundiya leşkerî tên û wiha got: “Rojnamevan bi taybetî rojnamevanên jin ên azad ev komkujî şopandin û ji cîhanê re ragihandin. Niha jî bîranîna van komkujiyên li dijî jinên azadîxwaz dişopînin û radigihînin. Jin dikarin bi riya hêza xwe û xebata li ser pirsên jinan dengê jinan bigihîjîne civakê. Heta dikare rêgirî li komkujiyên li dijî jinan bigre. Her wiha bi riya ragihandinê me dît ku jinên Parîsê li dijî komkujiyê xwepêşandan li dar xistin û kampanya dan destpêkirin ji bo desthilatdarî rê bigre û ev yek dubare nebin.”