Jinan daxwaz kirin ku cînayetên jinan wek ‘sûcek taybet’ bê naskirin

Înîsiyatîfa "Welatên Mexribê ya Bêyî Cînayetên Jinan”, di çarçoveya Kampanyaya Çalakiyên 16’ê Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, têkildarî cînayetên jinan de semîner li dar xist.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Dînamîkên Femînîst, 29’ê Mijdarê semînerek li dar xistin. Di semînerê de destgirtina hiqûqî, civakî û medyayî ya cînayetên jinan a li Mexrîb, Cezayîr û Tûnisê hate lêkolîn kirin û valahiyên girîng di qanûndanînê de, kêmasiyên sazûmanî ya di parastina jinan de û rola nakok a medyayê hate eşkere kirin.

‘Divê cînayetên jinan di aliyê hiqûqî de bê naskirin’

Aktîvîsta Mexrîbê Saida Idrissî, di semînerê de balkişand li ser girîngiya naskirina bi awayekî vekirî ya van sûcan û kêmkirina bêcezatiyê bi rêya daneyên rast. Saida Idrissî ya got, “Mînaka Kolombiyayê nîşan dide ku cînayetên jinan dikare bi qanûnên taybet werin cezakirin” balkişand li ser pêwîstiya hevgirtin û koordînasyona herêmî.

‘Parastinek bi bandor û daneyên fermî nîne’

Aktîvîsta civaka sivîl Monia Qarrî, diyar kir li welatên Mexribê cînayetên jinan bi fermî nayê naskirin û parastineke bi bandor nîne. Monia Qarrî, wiha axivî: “Li Tûnis, Mexrib û Cezayirê qanûn bi awayên cuda tên sepandin. Di hinek rewşan de, ji bo sûcdar hincet tên pêşkêş kirin û vekişîna giliyan dibe sedema dubarebûna tundiyê. Ji destpêka salê û heta meha Cotmehê, li Tûnisê 27, li Mexribê 50-65 û li Cezayirê jî 20 cînayetên jinan hate tomar kirin. Lêbelê hejmara rasteqîn zêdetir e.”

Monia Qarrî, pêşniyar kir ku ragihandina medyayê, perwerdehiya rojnamevanan û amadekirina daneyên fermî yên birêkûpêk bê xurt kirin. Monia Qarrî, da zanîn her cînayet tundiya bipergalî û nebaşiya parastinên qanûnî yên heyî nîşan dide.

Li Mexribê cînayetên jinan û têkoşîn

Endama Komeleya Jinên Demokratîk Nabila Hemza, da zanîn armanca sereke rizgarkirina welatên Mexribê ya cînayetên jinan e. Nabila Hemza, destnîşan kir jin ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê bi zanebûn tên qetilkirin.

Nabila Hemza, diyar kir di salên dawî de ev sûcan bi awayekî cidî zêdebûnê, daneyên fermî nîne û hikûmeta Tûnisê daneyan kom nake û got: “Di sala 2024’an de herî kêm li 16 eyaletan cînayetên jinan pêkhat, lê hejmara rasteqîn zêdetir e. Piraniya cînayetan bi hincetên hevberdan, hesûdî an jî nakokiyên nefaqayê, ji aliyê hevjîn, hevjînên berê, hêzkirî an jî endamên malbatê ve tên kirin.”

Nabila Hemza, da zanîn tevgera femînîst daxwaza qanûnên dike û rûxmê Qanûna Bi Hejmara 58’an a Tûnisê jî pêkanîn kêm e û dadger bi têra xwe ne perwerdekirine. 

Daxuyaniya Femînîst a Mexribê: Divê jin ji ber jinbûna xwe neyên qetilkirin

Înîsiyatîfa "Welatên Mexribê ya Bêyî Cînayetên Jinan", diyar kir cînayetên jinan ên li herêmê ne bûyerên destpêkê ne, parçeyek a pergalek civakî ya tundiya mêran rewa dike ye û da zanîn li gorî daneyên NY’ê, her roj 137 jin ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin.

Di daxuyaniyê de bang li hikûmetên Tûnis, Cezayîr û Mexribê hate kirin ku cînayetên jinan bi awayekî vekirî nas bikin, mîna kategoriyek taybetî ya sûc sererast bikin û mekanîzmayên berhevkirin û parastinê yên daneyan ava bikin. Her wiha bang li saziyên navneteweyî û civaka sivîl hate kir ku piştgiriyê bidin rêxistinên femînîst ên herêmî, bûyeran belge bikin û kampanyayên hişyariya civakî bimeşînin.

Înîsiyatîfê, bi dirûşmeya "Bila jin û zarokên keç neyên qetilkirin” re, ragihand ku ew ê ji bo jin ji ber jinbûna xwe neyên qetilkirin têkoşîna xwe bidomîne.