Jinan bertek nîşanî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dan

Jinan êrîşên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û gotin, "Em ê destûr nedin ku ev êrîşan îradeya we bişkîne. Berxwedana we, berxwedana me ye; têkoşîna we têkoşîna hemû gelê Sûriyeyê ya azad e."

Navenda Nûçeyan – Taxên Kurdan ên li Helebê 22’ê Kanûnê, rastî êrîşên bi çekên giran û topan hatin. Xalekî kontrolê ya hevbeş a li aliyê rojavayê taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd, rastî êrişên çekdarên Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî El Qaîdeyê hat. Li hember vê yekê, hêzên ewlehiya navxweyî yên taxan di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan dan.

Di demek kurt de li seranserê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şer û pevçûn dest pê kirin. Komên çetê, bi çekên giran û topan êrîş kirin û ev yek di navbera hêzên ewlehiya navxweyî û çeteyan de bû sedema pevçûnên dijwar û ziyanên madî gihîştin mal û kolanên taxan.

Di encama êrîşan de 4 jê jin û zarokek keç jî di nav de 19 sivîl bi pileyên cûda birîndar bûn û Eîdîl Elî yê 8 salî, dayika wê Dijle Osman a 34 salî, Royarîn Hebş a 13 salî, Zeyneb Henan a 25 salî û Fedwa Mihemed el-Kurd a 57 salî yê bi eslê xwe Ereb jiyana xwe ji dest dan.

‘Em ji taxa xwe dernakevin’

Jina binavê Raniya Elî ya ji taxê, diyar kir ku taxa Şêxmeqsûd ji rejîma berê û vir ve rastî gelek êrîşan hatiye û wiha axivî: "Tu hêz nikare îradeya gelê Kurd bişkîne. Bûyer du caran qewimî. Di 6’ê Cotmehê de çeteyan tax dorpêç kirin û bombebaranên bipergalî pêk anîn, û duh jî bi çekên giran û navîn êrîş kirin. Rûxmê  binpêkirinên li dijî sivîlan jî em ê ji taxa xwe dernakevin; me li vir li ber xwe da, têkoşîn kir û me zarok û jiyana xwe feda kir. Em bang li hemû pêkhateyan dikin ku erd û malên xwe biparêzin. Em ê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin û biparêzin."

‘Li Sûriyeyê aştiyê naxwazin’

Merwa Xelîl a ji taxa Şêxmeqsûd, tiştên duh şev qewimî vegot û wiha got: "Dema em li benda vegera zarokên xwe bûn, gule li ser me bariyan. Lê em netirsiyan; berxwedan û têkoşîna me ji hemû êrîş û binpêkirinên wan bihêztir e. Binpêkirinên peymanan pir caran ji aliyê HTŞ’ê ve tên kirin. Ji ber ku ew aştî û ewlehî naxwazin, em tenê aştî û aramiyê dixwazin."

Em mîna gelê taxê, bersiva van êrîşên neheq û bêbingeh bidin’

Jina binavê Amîna Muhammed jî, destnîşan kir ku êrîş di demek hesas de pêk hatiye û got: "Em mîna gelê taxa, bersiva van êrîşên neheq û bêbingeh bidin. HTŞ’ê dê nikaribe bikeve taxa me û wê tax li ber xwe bide. Wê nikaribin tiştên ku li Perav an jî Suweydayê qewimîn, li ser Kurdan pêkbînin. Em wek gelê Kurd nehêlin ku komkojiyên li dijî Elewî, Durzî hatine kirin, dubare bikin."

Polîtîkaya bipergalî sivîlan hedef digre

Ev êrîşan, bi hatina şandeyek Tirk a di bin serokatiya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ê ji bo Şamê re hevdem pêkhat. Jinên ji Qamişloyê, diyar kirin tiştên hatine jiyîn, ji mudaxeleyên derve û polîtîkayên ferzkirina hêzê serbixwetir nîne.

Sûsen Xelîl a ji Efrîn koçber bûye, da zanîn ev polîtîkayan armanc dikin ku civakê bêîstîqrar bikin û gel neçarê serî tewandinê bike û diyar kir êrîş berdewamiya polîtîkayek bipergaliye ku sivîlan hedef digre. Sûsen Xelîl, da zanîn ev rewş, dubarekirina binpêkirinên ku beriya salana li dijî herêmên Şehba û Efrîn qewimîne, nîşan dide.

Sûsen Xelîl, destnîşan kir ku ev êrîş ne bûyerên îzole ne, pêvajoyek bilindkirina domdare ku herêmên ewle û gelê wan hedef digre ye û bi koordîneya mudaxeleyên derve û aktorên herêmî tê meşandin û got: “Gel hişmendiya civakî û hevgirtinek bilind nîşan da û hemû gel ji bo parastina herêmên xwe hatin cem hev.”

‘Parastina hebûn, nasname û mafên wan hilbijartinek stratejîk e’

Sûsen Xelîl, da zanîn gelê Sûriyeyê û bi taybetî yên ku berxwedana civakî û parastina xwe dipejirînin, dê teslîmî zordarî û polîtîkayên otorîter ên têkçûyî nebin û parastina hebûn, nasname û mafên wan hilbijartinek stratejîk e. Sûsen Xelîl, diyar kir ku rola jinan di parastina civakê û bidestxistina aştiyê de bingehîn e û bihêzkirina jinan a siyasî û civakî bingeha pergalek demokratîk û aramiyê ye.

Sûsen Xelîl, da zanîn berxwedan ji hemû hewldanên zordarî û tirsandinê bihêztir e û daxwaza rawestandina hemû binpêkirinan, hesabdayîna hemû berpirsyaran û parastina sivîl a di bin qanûna navneteweyî de kir.

‘Êrîşên li ser taxên me binpêkirina Peymana 10’ê Adarê ye’

Nizam Nûrî Xelîl a ji Qamoşloyê jî, destnîşan kir ku êrîşên bipergalî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê binpêkirinek eşkere ya Peymana 10’ê Adarê û peymanên navneteweyî ye. Nizam Nûrî Xelîl, diyar kir ku gel bi berdewamî rastî êrîşan tên û jin û zarok jî di nav de sivîl zirarê dibînin û da zanîn Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê rasterast berpirsiyarê wan êrîşan e. Nizam Nûrî Xelîl, got: "Em mîna jinên li Qamişloyê, van êrîşan bi awayekî tundî şermezar dikin û binpêkirina peymanan û qanûna mirovî ya navneteweyî şermezar dikin.”

‘Wê biryardariya gel van polîtîkayan têk bibe’

Nizam Nûrî Xelîl, diyar kir ku binpêkirina Peymana 10’ê Adarê di encama teşwîqkirina rasterast a Tirkiyeyê de pêkhat û armanca vê yekê jî şikandina îradeya sivîlan û têkbirîna aramiya civakî ye. Nizam Nûrî Xelîl, destnîşan kir ku wê biryardariya gel van polîtîkayan têk bibe û gelên herêmê dê bi hev re li ber xwe bidin.

‘Dê berxwedana gel bidome’

Nizam Nûrî Xelîl, da zanîn ew mudaxeleya hêzên derva ya ji bo karûbarên siyasî yên Sûriyeyê red dike û êşa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êşa hemû Sûriyan e û got: “Bêdeng mayîn êdî ne vebijarkek e. Berxwedana gel dê ji bo parastina ax û rûmetê berdewam bike û kes nikare zirarê bide ewlehiya van herêman an jî gelê wan."

Nizam Nûrî Xelîl, banga avakirina pergalek demokratîk û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan kir û ji civaka navneteweyî xwest ku berpirsiyariyên bicîhbîne.

Têkoşîna we têkoşîna hemû gelê Sûriyeyê ya azad e’

Nizam Nûrî Xelîl, di dawiya axaftina xwe de balkişand li ser xetera zêdebûna nefret û gotinên provokatîf ên di medyaya dîjîtal de û ji gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re wiha got: "Li gel hev bin, em bi we re ne. Em ê destûr nedin ku ev êrîşan îradeya we bişkîne. Berxwedana we, berxwedana me ye; têkoşîna we têkoşîna hemû gelê Sûriyeyê ya azad e."