Jinan bertek nîşanî êrişan dan: Divê tifaqa 10’ê Adarê pêk bê
Jinên Til Temirê li hember hewldana çeteyên ku xwestin bi dizî bikevin bajarê wan, nerazîbûn nîşan dan û banga pêkanîna Tifaqa 10’ê Adarê kirin.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên xwe didomîne. Tifaqa ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî û Ehmed El-Şara de di 10’ê Adarê de hatibû îmzekirin, tê binpêkirin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku şevê din xwestin bi dizî bikevin gundê Til El-Lebenê, rastî bersîvdayina şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê hatin û neçar man ku paşve bikişin.
Jinên Til Temirê ku li hember van bertek nîşan dan, têkildarî mijarê nerazîbûna xwe ji ajansa me re vegotin.
‘Dixwazin gel di nav tirs û stresê de bihêlin’
Esrar Nemê balkişand ser êrîşên dagirkeriya Tirk û got ku ev êrîş ranewestiyane, bi gelek rê û rêbazan berdewam dikin. Esrar balkişand ser Operasyona Ewlehiya Domdar a Gelan ku duh li bajarê Hesekê hatibû destpêkirin. Esrar da zanîn ku ev operasyon û girtina şaneyên DAIŞ’ê, li cem çeteyên dewleta Tirk a dagirker acisbûyînek çêkiriye û wiha berdewam kir: “Pir diyar e ku operasyona bi girtina 51 endamên şaneyên DAIŞ’ê ne li gorî dilê wan bû û wekî ku damarên wan hedef girtibûn. Ji lewra dixwazin gel her di nava tirs û stresê de bihêlin û rê nedin aramiyê.”
Dixwazin tifaqa 10’ê Adarê û hewldanên çareseriyê têk bibin
Esrar Nimê balkişand ser zextên ku dewleta Tirk a dagirker li ser hevdîtinên ku di navbera QSD’ê û HTŞ’ê de çêdike jî. Esrar anî ziman ku armanca dewleta Tirk, têkbirina tifaqa 10’ê Adarê ye û wiha got: “Dixwaze hemû hevdîtin û hewldanên çareseriyê têk bibe.”
Divê xalên tifaqê pêk bînin
Esrar wekî koçbereke ji Serêkaniyê ya dagirkirî daxwaz kir ku xalên derbarê koçber û bajarên dagirkirî de ku di tifaqa 10’ê Adarê hatine nivîsandin, pêk werin. Esrar di dawiya nirxandinên xwe de anî ziman ku pêwîst e heman wextê balê bikşînin ser girîngiya domandina têkoşînê.
‘Hewldanek bi dizî ya ji rêzê nebû’
Ebîr Yûnis diyar kir ku ev daxwaza daketina bi dizî ya li hember gundê Til El-Lebenê, ne hewldanek ji rêzê ye. Ebîr da zanîn ku li pey wê kîn û daxwaza pêkanîna komkujiyan, qirkirina jinan û dagirkirina axê heye. Ebîr di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Armanca êrîşan ew e ku li dijî jinan komkujiyan pêk bînin, wan qetil bikin heta tecawiz û revandinê pêk bînin.”
‘Me ji bo ku em xwe radest bikin şehîd nedan’
Ebîr fedakariya ku ji bo Şoreşa 19’ê Tîrmehê hatiye kirin bi bîr xist û got ku wan ewqas şehîd dane ji bo rojek mîna îro xwe radest bikin. Ebîr ji ber vê sedemê banga parastinê û şopandina rêya cangoriyan kir.
‘Jiyana bi hezaran kesan di xeterê de ye’
Semer Xelîl jî di destpêka axaftina xwe de tifaqên ku di navbera QSD, HTŞ bi garantorên navdewletî û dewletên navbeynkar de hatibûn çêkirin, bi bîr xist. Semer diyar kir ku dewleta Tirk van tifaqan binpê dike û her êrîşên xwe yên li dijî herêmê didomîne. Semer, bi van gotinan û banga ji bo navnetewî, dawî li nirxandinên xwe anî: “Ji lewra binpêkirina tifaqê jiyana bi hezaran gel dike nav xeteriyan. Dewleta Tirk jî diyar e planên nû li dijî gelê herêmê û axa me amade dike. Ez bang li welatên navbeynkar dikim ku êrîşên dewleta Tirk rawestînin.”