Jina ku êşa xwe veguherand hêzê li dijî sinetkirina jinan dixebite
Aya Mustafa ya di 11 saliya xwe de hatiye sinetkirin, piştre êşa xwe veguherand hêzê û veguherî çalakvanek ku ji bo parastina keçan, belavkirina hişmendiyê û rûbirûbûna kevneşopiyên zirardar, bi wêrekî û biryardarî têdikoşe.
					ÎMAN SAMÎR ALÎ
Misir – Aya Mustafa ya 24 salî, ji gundê Dîkran ê li Assîutê ye. Aya, ezmûnek êşdar jiya ku birînek nedîtî hişt, lê bi salan di hundurê wê de xwîn berdewam kir. Hê 11 salî bû, hat sinetkirin. Tiştê ku qewimî tu car ji bîr nekir û biryar da ku êşa xwe veguherîne hêzê, bêdengiya xwe veguherîne dengekî ku yên din, ji heman çarenûsê diparêze.
Aya Mustafa, beşa fîzîkê ya Fakulteya Perwerdehiyê qedandiye. Aya, dibêje ku wê qet dema ku di 11 saliya xwe de sinetkirina jinan (FGM) a derbas kir, ji bîr nekiriye. Ew bi tevahî ji tiştê ku di wê demê de diqewimî haydar bû. Dibêje "Ez hîn jî her kêliya wê roja çarenûssaz bi bîr tînim. Ji ber wê trajediyê, min biryar da ku qet nehêlim keçek din tiştê ku min kir, bijî."
Projeya ‘Enerjiya Ronahî’ nas kir
Projeyek bi navê "Enerjiya Ronahî" hebû ku mijara FGM û bandorên wê yên zirardar çareser dikir. Projeyê, hewl dida ku hişyariyê li ser xetereyên wê, wekî sûcek ku di tu olên îlahî de bingehek wê tuneye, zêde bike. Ji ber vê yekê Aya biryar da ku beşdarî wê projeyê bibe. Aya got ku “Di destpêkê de, ez ditirsiyam û axaftina li ser mijarê ji bo min dijwar bû. Ez nedifikirîm ku ez ê bi hêsanî razî bibim an jî bikaribim wê ramanê qebûl bikim ku tiştê ku em pê mezin bûne xelet e. Me ji dê û bav û dapîr û bapîrên xwe mîras girt ku FGM adetek rastîn û xwezayî ye. Keçek ku nehatibe sunnetkirin dibe ku di jiyanê de paşê bi pirsgirêkan re rû bi rû bimîne.”
Her tiştê li ser mijara FGM fêr bû
Piştî ku beşdarî projeyê bû, ji tirsên xwe xilas bû û dest bi têgihîştina bêtir kir. Her tiştê li ser mijara sinetkirina zayendî ya jinan (FGM) fêr bû. Aya derbarê wê pêvajoyê de ev agahî dan: “Min bi tîmê re hevkarî kir û li ser qanûnên ku FGM sûcdar dikin û cezayên ku dê û bav an bijîşkên ku prosedurê pêk tînin pê re rû bi rû dimînin, fêr bûm. Min her wiha hukmê olî yê rastîn fêm kir û fêm kir ku hedîsên ku hin kes ji bo rewakirina FGM bikar tînin derew û bê bingeh in.”
Bi saya rûniştinên dubare bawerî çêbû
Piştî vê yekê, Aya dest bi çûyîna gundan kir da ku hişmendiya keç û dayîkan zêde bike. Aya diyar kir ku ji bo keçên 10 heta 15 salî civînên zanakirinê li dar xistiye û wiha pê de çû: “Min ji wan re FGM‘ê vegot û zelal kir ku ew ne paqijkirin e berovajî wê, sunetkirina organên zayendî ye. Dayîkan bawer dikir ku ew keçên xwe ber bi serhildan û bêehlaqiyê ve dibin. Lê belê, rûniştinên dubare û ravekirinên zirarên tenduristî û psîkolojîk ên ji FGM çêdibin, bû sedem ku hin dayîk ji nû ve bifikirin û dev ji fikra sunetkirina keçên xwe berdin. Carna em rastî hinek dayîkan dihatin ku israr dikirin ku keçên wan sinet bibin. Di rewşên wiha de, dema ku me roja prosedurê dizanibû, me Xeta Alîkariya Zarokan agahdar dikirin û doz tavilê dihatin çareserkirin.”
Xwişka xwe ya biçûk ji sinetê xilas kirin
Hewldanên Aya Mustafa ne tenê bi xebata wê ya li ser projeyê ve sînordar bûn; ew gihîştin mala wê jî. Aya derbarê malbata xwe de ev agahî dan: “Xwişkên min ên mezin rastî sinetkirina zayendî ya jinan (FGM) hatin, ji ber vê yekê me biryar da ku xwişka min a biçûk ku 12 salî ye, ji zirara psîkolojîk û fîzîkî ya ku me kişand, biparêzin. Em bi malbatê re axivîn û her çend wan di destpêkê de red kir jî, me li ser helwesta xwe israr kir û zirar û xetereyên ku em ji ber FGM dikşînin rave kir. Di dawiyê de, paşve gav avêtin û wê sinet nekirin."
Banga li keçên ciwan
Di dawiyê de, Aya Mustafa şîret li keçan kir û got: “Ez her keçek mîna min, teşwîq dikim ku dengek hebe ku xwe îfade bike, ji axaftinê netirse û her tiştê ku zirarê dide wê, psîkolojîk an fîzîkî, red bike. Bila bi tu hincetî qebûl neke."
Rêjeyên kêmbûna sinetkirina zindî ya jinan
Bajarê Asyut, di nav bajarên ku rêjeyên sinetkirina zayendî ya jinan li gorî bajarên din bilind in de ye. Di sala 2015’an de, Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) lêkolînek weşand ku rêjeyên sinetkirina zayendî ya jinan li çend bajarên Misrê, lêkolîn dike. Di nav wan de Qahîre, Îskenderiye û hin bajarên li Misira Jorîn hene. Li gorî daneyên ku keçên di navbera 13 û 17 salî de bi xwe ragihandine, encaman nîşan da ku ji sedî 94’ê keçên li Asyutê, rastî sinetkirina zayendî ya jinan hatine. Ev rêje li gorî ji sedî 65’ê Qahîreyê û ji sedî 39’ê Îskenderiyeyê ye.
Rêjeya sinetkirina jinan kêm bûye
Di Hezîrana 2025’an de Dr. Maya Morsî ku Wezîra Hevgirtina Civakî ye, ragihand ku rêjeya keçên di navbera 15 û 17 salî de yên ku rastî sunetkirina jinan hatine, di navbera 2014’an û 2021’an de ji sedî 61’an daketiye ji sedî 37’an. Wê her wiha destnîşan kir ku piştgiriya jinan ji bo FGM’ê kêm bûye, rêjeya kesên ku piştgirî didin vê pratîkê di navbera 2000 û 2021’an de ji sedî 75’an daketiye ji sedî 2021’an.
Wê zêde kir ku texmîn nîşan didin ku 7 milyon keç li Misrê, di navbera 2015 û 2030’an de, di xetereya vê sûcê de ne. Ji bo ku bighîje armanca NY’ê ya jiholêrakirina tevahî ya FGM’ê, heta 2030’an pêdivî bi zêdebûnek 15 qat di leza çalakiyê ya heyî de heye. Di heman çarçoveyê de, Komîteya Neteweyî ya Jiholêrakirina Sunetkirina Jinan, bi hevkariya Konseya Neteweyî ya Zarokatî û Dayiktiyê û Konseya Neteweyî ya Jinan, ragihand ku hewldanek ji bo sunetkirina heft keçan li Assiutê, ji bilî dozek din, hatiye astengkirin. Ev doz, li Sohagê, bi hevrêziya Dozgeriya Giştî, di Tîrmeha 2025’an de pêk hatiye.
Dr. Sahar El-Sonbaty ku Seroka Konseya Neteweyî ya Zarokatî û Dayîktiyê ye, rave kir ku ji hêla Xeta Alîkariya Zarokan ve 16 hezar gilî hatine. Dr. Seher da zanîn ku keçik dotmam in, li Navenda Abnub li Assiut dijîn û temenê wan di navbera 10 û 12 salî de ye. Malbatên wan dixwestin ku wan sinet bikin. Dr. Seher da zanîn ku Dozgeriya Giştî yekser piştî wergirtina raporê lêpirsînek daye destpêkirin û malbat berî ku sûc pêk were, hatine girtin. Piştre ji wan hat xwestin ku sozek îmze bikin ku zarokan nekin xetereyê an jî prosedurê temam nekin.