Jina ji aliyê DAIŞ’ê hatibû revandin hat dîtin

Fevzîye Haydar Seydo a 21 salî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve beriya 10 salan ji Şengalê hatibû revandin hat dîtin.

Navenda Nûçeyan – Saziya Îstîxbarata Iraqê ragihand ku jina ciwan a Êzîdî ku beriya 10 salan ji malbata xwe hat dûrxsitin û revandin hatiye dîtin û ji welatê cîran hatiye anîn hat diyarkirin ku dê jina ciwan teslîmê malbata wê bikin. Hat ragihandin ku jina ciwan a hat rizgarkirin navê wê Fevzîye Haydar Seydo ye û 21 salî ye.

Fevzîye Haydar Seydo  di sala 2014’an de di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê de di 11 saliya xwe de bi hezaran jinên Şengalî re hatibû revandin.