Jina ciwan Mehsa Şefiî hate binçavkirin
Hate ragihandin Mehsa Şafiî ya xwişka Nîma Şafiî ya di serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de jiyana xwe ji dest da, hatiye binçavkirin. Ji destpêka xwepêşandanên li welat û heta niha bi hezaran kes hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan - Sedaye Bazdasht Shodegan-e Iran (Dengê Girtiyên Îranê), ragihand ku Mehsa Şafiî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.
Li gorî nûçeyên li Îranê hatine weşandin, hêzên ewlehiyê Mehsa Şafiî ya xwişka Nîma Şafiî ya di tevgera şoreşgerî ya "Jin, Jiyan, Azadî" de jiyana xwe ji dest da, hatine binçavkirin. Der barê cih û sûcên Mehsa Şafiî de tu agahî nehatin bidestxistin. Serlêdanên malbatê jî bêencam man.
Li Îranê înternet hêj qutkirî ye. Parêzvanên mafên mirovan, radigihînin malbatên kesên ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin an jî hatine binçavkirin jî tên binçavkirin. Heta niha der barê hejmara kesên hatine binçavkirin de tu dane nîne. Lêbelê, îro Ajansa Nûçeyan a Tasnim ya girêdayî Muhafizên Şoreşê, ragihand ku li bajarên cuda yên Îranê hejmarekî mezin xwepêşandar hatine girtin. Midûrê Giştî ya Ewlekariya Îranê Ehmed Reza Radan jî, diyar kir ku lîderên xwepêşandanan hatine binçavkirin û destnîşan kir ku dezgeha dadwerî dê kesên hatine girtin ceza bike.
Rêxistinên mafên mirovan, texmîn dikin ku hejmara kesên hatine girtin bi hezaran e û rapor nîşan didin ku li welat hawirdora ewlehî hêj zêdetir tund bûye.