Jina ciwan Farkhunda Şihabî ya Efgan hate qetilkirin
Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê qetilkirina jina ciwan Farkhunda Şihabî ya 17 salî ya Efgan, bû sedema bertekên aktîvîstan. Aktîvîstan, diyar kirin ku ev bûyer delîlek din a tundiya bi pergalî ya li dijî jinan a di bin desthilata Talîbanê de ye.
BAHARAN LEHÎB
Kabîl – Her ku li Efganistanê cînayetên jinê zêde dibe, bêdengiya fermî û veşartina bi pergalî êşa mexdûran zêdetir dike. Rêxistinên mafan, radigihînin ku gelek ji van cînayetan nayên tomarkirin û kiryar jî bi saya navbeynkarên herêmî an jî bêxemiya hikûmetê bêceza tên hiştin. Ev rewş nîşan dide ku ji bo rawestandina tundiyê tu mekanîzmayek nîne.
Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navnetewî, jinên Efganî bi rêya xwepêşandan, hevpeyvîn û kampanyayên medyaya dîjîtal dengê xwe bilind kirin. Di vê heyamê de li parêzgeha Taharê jina ciwan Farkhunda Şihabî ya 17 salî ya Efgan a bi darê zorê hate zewicandin, hate qetilkirin.
Rewşa jinên di bin desthilatdariya Talîbanê de roj bi roj xirabtir dibe. Gelek jin bi awekî veşartî tên qetilkirin, malbat bi gefan tên bêdengkirin û bûyer jî ji medyayê û civaka navneteweyî tên veşartin. Ev rewş, nîşan dide ku binpêkirinên li dijî jinan veguherîne polîtîkayek bipergalî.
Rûxmê veşartina gelek dozan jî, qetilkirina jina ciwan Farkhunda Şihabî nehat veşartin. Cezaneya jina ciwan a beriya mehek bi darê zorê bi kurê kesekî navdar re hat zewicandin, beriya çend rojan li mala wê li Kabîlê hate dîtin. Piştî qetilkirina jina ciwan di medyay dîjîtal de rastî bertekên mezin hat, Talîbanê neçar ma bûyer piştrast bike. Qetilkirina jina ciwa, veguherî semboleke nû ya asta tundiya li dijî jinan li Efganistanê nîşan dide.
Her çend malbata wê îdia kir ku mirina wê ji ber "pirsgirêkek dil" çêbûye jî, aktîvîstan vê yekê redkirin. Bîjîşk Şakîba Roshan, diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê ya Farkhunda Şihabî tune bûn û di vê temênê xeteriya qeyrana dil pir kêm e. Roshan, vê bûyerê li Îranê bi qetilkirina Jina Emînî re girêda û destnîşan kir ku her du rêveberiyan jî polîtîkayên dijminê jinan pêktînin.