Jina Beluc a birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Lalî Bamîrî ku di 1’ê Tîrmehê de li gundê Gunich ê bajarê Xaş ê Îranê di êrîşa Pasdarên Şoreşa Îranê de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin mir. Hejmara jinên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 2 kesan.

Navenda Nûçeyan – Di 1’ê Tîrmehê de, Pasdarên Şoreşa Îranê êrîşî gundê Gunich ê bajarê Xaş ê li parêzgeha Sîstan û Belucistanê kirin û jineke Beluc a bi navê Xan Bîbî Bamîrî (40) kuştin. Di encama êrîşê de 11 jin birîndar bûn.
Lalî Bamîrî (40), yek ji jinên bi giranî birîndar ku li beşa lênêrîna giran a Nexweşxaneya Îmam Xumeynî dihat dermankirin, îro ji ber têkçûna gurçikan wefat kir.