Jin û ehliyeta motorsîkletan: Astengiyên fiîlî didome

Li Îranê piştî civîna Lijneya Wezîran, hate ragihandin ku ji jinan re ji bo dayîna ehliyeta motorsîkletan "tu astengiyên hiqûqî nîne.” Lê di pêkanînê de, pêkanînên îdarî, şîroveyên saziyî û olî, gihandina jinan a ji bo vê mafê asteng dike.

Navenda Nûçeyan – Cîgira Seroka Karûbarên Jin û Malbatê ya Îranê Zahra Behrozazer, di civîna Lijneya Wezîran a di 24’ê Kanûnê de diyar kir ku ji jinan re ji bo dayîna ehliyeta motorsîkletan tu astengiyên hiqûqî nîne. Lêbelê, pêkanînên îdarî, şîroveyên saziyî û astengiyên teknîkî-olî yên salan didomînin, gihandina jinan a ji bo vê mafê di astek berfireh de bi fiîlî asteng dike. Parêzvanên mafên mirovan, diyar dikin ku ev yek azadiya tevger, sîgorte û derfetên dahatê yên jinan sînordar dike.

Daxuyaniyên rayedaran, parçeyek rêze daxuyaniyên nakokin ku di mehên dawî de di medyayê û derdorên hiqûqî de pir caran tên rojevê. Rayedarên girêdayî hikûmetê û hin biryarên dadgehê, dibêjin ku qanûn dayîna ehliyetê ya ji bo jinan qedexe nake; lêbelê, polîsên trafîkê berê îdia kirine ku ev di pêkanînê de qedexe ye an jî guhertinek di rêziknameyan de pêwîst e.

Parêzer û medya, diyar dikin ku pirsgirêka bingehîn "nakokiya di navbera qanûn û pêkanînê de" û nezelaliyên rêziknameyê ye. Ev rewş dibe sedema ku hin jin bêyî ehliyeta fermî motorsîkletan bikarbînin û ji sîgorte û parastina hiqûqî bêpar bimînin.

Aktîvîstên civakî û medyaya navneteweyî, destnîşan dikin ku dûrxistina jinan ji ehliyetê ne tenê pirsgirêkek qanûnî ye, li ser jiyana rojane û aboriyê bandorên şênber ava dike. Jinên ku li bajarên mezin motorsîkletan bikar tînin, di rewşa qezayê de ji sîgorta û parastina qanûnî bêpar dimînin û bi rîska prosedur û cezayên qanûnî re rû bi rû dimînin. Ev yek dahat û azadiya tevgera wan jî sînordar dike.

Di navbera astengiyên teknîkî û saziyî de, kêmbûna mamosteyên jin û polan, binesaziya perwerdehiyê ya nebaş, nezelaliyên sîgortayê û fikarên olî û adetî cihdigre. Hikûmet, diyar dike ku ji bo pêkanînê pêdivî hevrêziya navbera saziyan heye, lê rexnegiran dibêjin ku divê parastinên qanûnî, sîgorta û gihîştina perwerdehiyê jî bên mîsoger kirin.

Daxuyaniya Cîgira Serokê Karûbarên Jin û Malbatê, îradeyek sembolîk a çareserkirina pirsgirêka yasayî nîşan dide. Lêbelê, tecrûbeyên berê û astengiyên sazûmanî nîşan didin ku guhertina rastîn tenê bi xebatên hevrêz, rêziknameyên zelal, bicîhanîna biryarên dadgehê û misogerkirina piştgiriya sîgorteyê û perwerdeyê pêkan e. Heta ku ev valahî bidome, siwarên motorsîkletan ên jin dê ji mafê xwe ya veguhastina ewle û gihîştina wekhev a bazara kar bêpar bimînin. Li gorî parêzvanên mafên mirovan, ev mînakek cudakariya avahîsazî ye.