Jin piştigiriyê didin pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

Jinên ji Başur û Rojavayê Kurdistanê yên ku xizmên wan di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane piştgiriyê didin pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Di nava sed salên borî de pirsgirêka Kurd her dem ji ber înkarkirina nasanmeya Kurdan ji aliyên welatên dagirker ve bûye yek ji pirsgirêkên herî mezin a Rojhilata Navîn. Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibata îsal a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ PKK’ê ragihand ku di navbera 5-7’ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’an li dar xistiye û di kongreyê de biryara feshkirin û bidawîkirina çalakiyên çekdarî daye. Vê biryarê li tevahî Rojhilata Navîn deng veda. Jinên ji Başur û Rojavayê Kurdistanê yên ku xizmên wan di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane der barê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û 12’emîn Kongreya PKK’ê de ji ajansa me re axivîn.

Beyan Ferec a ji Başûrê Kurdistanê der barê 12’emîn Kongreya PKK’ê de wiha got: “Hemwelatî û malbatên şehîdan ger ji fikir û felsefeya Rêbertî bawer bin, wê bizanin ku Rêbertî biyareke şaş nade. Armanca avabûna PKK’ê aştiya gelan û jiyana bi hev re bû. Bi tenê bi sekinandina têkoşîna çekdarî, aştî çênabe. PKK’ê di 12’emîn Kongreya xwe de gelek xal ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn diyar kir. Ji bo aştiyê gelek aliyên bi hêz civîn li dar xistin. Ev ji bo gelê Kurd tê wateya destkeftiyên mezin û gavên girîng.”

‘Em li gel têkoşîna Rêbertiya xwene’   

Beyan Ferec di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi xwîna şehîdan em gihîştine vê qonaxê. 12’emîn Kongreya PKK’ê nûbûna PKK’ê ye. Divê peymana sedsalan a Lozanê bi dawî bibe. Hemû kesên Kurd ji bo aştiyê berpirsyar in. Bila hinek aliyên siyasî yên li dijî vê pêvajoyê di ragihandinê de hewldana berûvajîkirinê nekin. Em Kurd çend sal in rastî êrîşên dewletên dagirker tên, hewl didin Kurdan qir bikin. Bi hezaran Kurdan ji bo aştiyê gelek canê xwe feda kirine, êdî dema aştiyê hatiye. Êdî divê tevahî gel bi hevre bijîn. Bidawîbûna têkoşîna çekdarî nûbûna Kurd û PKK’ê ye. Em malbatên şehîdan li gel têkoşîna Rêbertiya xwe ne.”

Pêvajoya aştiyê hêviyek girîng e’

Bêrîvan Omer a ji Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir ku hebûna pêvajoya aştiyê ji bo tevahî Rojhilata Navîn girîng e û wiha got: “Em weke malbatên şehîdan dizanin xwişk û birayên me ji bo li Rojhilata Navîn aştî were canê xwe feda kirin. Ji bo xaka azad şehîd bûn. Dema malbatên şehîdan pêvajoya aştiyê û bi dawîanîna têkoşîna çekdarî bihîstin destpêkê ji wan re zehmet hat. Rêber Apo dibêje; ‘em çekê bi kar naynin lê belê dema werin bi ser me de em ê ji bo parastina xaka xwe çekê bi kar bînin.’ Baweriya me bi bi vê pêvajoya aştiyê û Rêbertiya me û 12’emîn Kongreya PKK’ê heye. Tevî me ewqas şehîd dane em aştiyê dixwazin û  têkoşîna şehîdan û Rêbertiya me pêvajoyê anîn vê qonaxê. Em alîgirên aştiyê ne.”