Jin pêşengê pêvajoya Aşitî û civaka demokratîke
Li Amedê Newroza Azadî û Demokrasiyê bi diruşmeya ‘Newroza azadî û Yekîtiya Demokratîk’ bi awayekê coj didome.
Navenda Nûçeyan – Li Amedê cejna Newrozê li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amed bi slogana "Newroz a Azadî û Demokrasiyê, Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" bi tevahî coşa xwe di dome. Li qada Newrozê dirûşmeyên azadiyê berz dibin.Di qada Newrozê de gelek peyamên giring hate dayîn.
Her wiha di Newroza Amedê de Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata derket ser dikê û xîtabî qadê kir.
‘Em bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne’
Ayla Akat Ata, Aktivîsta TJA'yê got: “Ev meydan ji bo azadiya Serok Apo û yekîtiya demokratîk amade ye.”
Aktîvîsta TJA’yê, Ayla Akat Ata dilsoziya xwe ya bi ramanên Rêberê Gelê Kurd, Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û got: “Gelê me yê bi rûmet ne hewce ye em gelek tiştan bibêjin. Li çar aliyê qadê û her çar aliyên Kurdistanê em bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne. Mîmarê pêşeroja azad birêz Ocalan bi hev re silav dikin. Em bi hev re bibêjin ‘Bijî Serok Apo.’
‘Ji bo azadiya Serok Apo em amade ne’
Aktîvîsta TJA’yê, Ayla Akat Ata balkîşand li ser azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: ‘Tişta ku ev qad bi yek dengî bibêje azadiya birêz Ocalan e. Azadiya wî azadiya gelê Kurd û azadiya gelên Rojhilata Navîn e. Ev Newroz ne tenê Newroza azadiyê ye. Newroza yekîtiya demokratîk e. Ji bo em gotina xwe bi hev re bibêjin; Em ji bo yekîtiya demokratîk amade ne? Ji bo azadiya Serok Apo amade ne. Ji bo azadiya gelan amade ne?’
Her wiha di Newroza Amedê de ji Rojavayî Kurdistanê, Hevseroka Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî ji bo pîrozbahiyê peyameke bidîmen şand.
Îlham Ehmed Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got: “Ji Qamişlo heya Amedê, heya Hewlerê, heya Mahabadê Newroza tevahiya gelê Kurd pîroz be. Me li Rojavayê Kurdistanê, salên şoreşê pir giran derbas kir. Gelek destkeftiyên mezin bi tekoşîna gelê Kurd li çar parçeyê Kurdistanê çêbûn. Me encamên gelek girîng derxistin holê. Her ciqasî em rastî rewşê giran jî hatin, lê belê em ne bi tene bûn, gel ji her çar parçeyên Kurdistanê bi me re bûn, ji bo piştgirya ji Rojavayî Kurdistanê em dubera silavên xwe rêdikin.’’
‘Newroz bûye rojekê nû’
Îlham Ehmed, dest nîşankir ku Newroz bûye sembola xilasiyê, her wiha bûye rojeke nû. Di berdewamiya peyamê de Îlham Ehmed bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha domand: “Em di wê baweriyê de ne ku pêvajoya aştî, çareseriya siyasî û demokratîk ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye pêvajoyeke çareserkirina siyasî ya mafê gelê Kurd e. Li her çar aliyên welat gelê me di bin siyasetên dewletê de dijî, lê îro bi saya ked û tekoşînê me gelek serkeftin qezenc kirin. Ev jî ji ber bilindibûna asta zanist û îradeya gelê kurde.”
Rola jinan di nava pêvajoyê de
Îlham Ehmed di peyama xwe de qala pêşengtiya jin ya di pêvajoyê de kir û got: “Em li Rojavayê Kurdistanê di merheleya avakirinê de ne. Li Bakurê Kurdistanê jî merheleya avakirinê ye. Beşên Kurdistanê yên din jî li aliyekê şoreş heye li aliyê din avakirin heye. Di merheleyên avakirinê de jin bi temamî xwedî roleke girîng in. Ev hem di dîrokê de jî xwe diyarkiriye hem îro jî zêdetir rola jinan û ciwanan derdikeve holê. Ji bona vê biqasî ku jin û ciwan xwedî ked û fedakarî ne bi temamî di dîroka şoreşê de di avakirinê de jî dê careke din jin û ciwan bibin xwedî rol. Ji bo misogerkirina maf û xweseriya gelê Kurd divê em asta tekoşînê bilindtir bikin.”