Jin neçar tên hiştin pêwistiyên xwe veşartî bigrin

Li Îran û civakên ku mêr serwer de regl hê wek şerm tê dîtin. Jin neçarin pêwîstiyên bingehîn ên wek ped ê bi hijyen, veşartî bigrin. Ev ped di refên veşartî ên marketan de cih digrin û gelek jin pedan di poşetên reş û girtî de digrin.

NASIM EHMEDÎ

Kirmanşan – Li refên herî veşartî û ji çavên mirovan dûr, berhemek ku wek şerm tê dîtin heye. Dewra reglê, di hemû cîhanê de ji gihanê ve nîşanek xwezayî ye. Li gelek welatan ev diyarde parçeyek ji rêzê ya jiyanê tê qebulkirin û derberê wê de bi eşkere tê axaftin. Lê belê li welatên wek Îran û dibin serweriya mêr de, regl hê wek mijarek veşartî tê dîtin. Li van welatan derbarê regl de nayê axaftin, heta firotina pedan jî veşartî tê kirin. Li Îranê ji ber hişmendiya heye, gelek deman ev berhem di paketên tarî û veşartî de tên hilgirtin û jin dema market vale dibe diçin digrin.

Ev veşartin, tenê bi market yan jî kirîna berhemên reglê re ne sînordare, di nava malbatê de, dibistan, cihê kar, kolan û heta di gelek qadên cûda de jin neçar dibin rewşa xwe ya reglê veşêrin.

Zarokên keç ji dema nû regl dibin ve, ji dayîkên xwe fêr dibin ku ev sirek şexsî û mezin e. Sirek ku divê derbarê de pirs neyê kirin, neyê nîşandan û kes pê nehese. Ji ber tabuyan jin jin bi hevdûre jî derbarê vê mijarê de neaxivin.

Peyvên veşartî

Gelek jin, di axaftinên rojane de li cihê bêjin regl bûme dibêjin ‘ew demê xirab dîsa hat’, ‘ew bûyer qewimî’ û ‘bedenê min westiyayiye’. Ev cûrên guherîna peyvan çavkaniya xwe ji baweriyên ku dijminê jinan ku bi salan di zîhnê jinan de bicih kiriye digre. Ev otosansur, encama astengkirina bi azadane axaftina jinan û qedexeyên ku bêdengiyê li wan ferz dike ye. Lê belê ev bêdengî bi demê re tenê di peyvan de namîne û vegeriyaye parçeyek a nasnameya jinê.  

Di malbat û cihê kar de ceribandinên jinan

Setare M. hewldana xwe ya ji bo veşartina reglê wiha tîne ziman: “Bi giştî ez pedan li cihek ku endamên malbata min nekarin bibînin vedişêrim. Tişta ku ji zarokatiyê ve fêr bûme, divê bavê min û birayê min pedê min nebînin bû. Ez dayîk û xwişka xwe, em bi eşkere derbarê ped û reglê de nikarin biaxivin. Dema em ped digrin, ji ber şermê em tu deman ji taxa em lê rûdinên nagrin.”

Xwendekara beşa Civaknasî ya zanîngeha Razî ya Kirmanşanê Suraya F. wiha got: “Bi salane pirsgirêka jinan a reglê di nava mêran de bûye mijara biçûkxistinê. Mînak dema jinek hêrs dibe, vê bi dema reglê ve girê didin, weke ku regl ne pêvajoyek biyolojîke, wek nîşana lewaztiyê dibînin. Ev nêzîkatî rêyek a biçûkxistina bedenê jinê ye.”

Zeyneb S. da zanîn ku li cihên kar rastî biçûkxistinên hevpîşeyên xwe yê mêr hatine û wiha got: “Bi giştî ew pedên bi kartînim, beriya bi avêjim çopê, bi awayê nehatî vekirin di pêçim, daku kes nebînin. Carekê hevalek min ê kar ê mêr pedê min ê di çopê dîtibû û ez biçûkxistim.  Ji wê rojê ve ez pedên xwe naxim çopê li gel xwe dibim mal. Weke ku stla çopê ne layîqî jinane ku li gel mêran bi karbînin.”

Regl, tevgerek û amûrek a kontrolê

Di baweriya mêran de, bedenê jinê , wek heqaretek fîzyolojî dibînin. Ev kes bi çavek biçûkxistinê li pêvajoyên biyolojîk dinêrin û vana ji bo biçûkdîtina jinan bikar tînin.

Rêbaz û amûrên ku ji bo lewazkirina cihê jinê tê bikaranîn, taqtîkek a pergala mêrê serdest e. Bi ferzkirina baweriyên hertim zext û jin bê hêzdikin, baweriya jinan dişkîne. Bê par hiştina jinan ji hîsa ji xwe bawerbûnê, zorê li wan dikin ku quralên mêran bê lêpirsîn qebul bikin û ji ber zextan hêza pirs kirinê ji destê wan digre.

Rêya hişyarîkirin û berxwedana jinan

Heta jin di bin van êrîşên biçûkxistin û zextê de bimîne, rizgarbûna ji van hikumdariya mêran ji bo xwe ava kiriye dê gelek zor be. Lê belê ev qeleya sexlam a serdestiya mêr, dibe ku bi hişyarî û bi gavek biçûk ya îtirazê de bi qelişe. Şikandina van tabuyan, hinek caran bi hilgirtina pedên paqij, di poşteên reş de, dikare vegerînin paketkirinek hê vekirî û neyê veşartin.