‘Jin ne temaşevanên pêvajoya aştiyê ne aktorên avakirinê ne’
Ji Însiyatîfa Pêdiviya Min bi Aştiyê heye Berfîn Atli, bal kişand ku di hefteya 8’ê Adarê de, di nîqaşên li ser çareserî û demokratîkbûna meseleya Kurd tên kirin de, beşdariya jinan a van nîqaşan pir girîng e.
ELÎF AKGUL
Stenbol – Li Tirkiyeyê bi pêşketina pêvajoya çareseriya meseleya Kurd re, li ser rapora komîsyona ku li meclîsê hatiye avakirin, jin rexneyên xwe tînin ziman. Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê heye ku berê ji aliyê komîsyonê ve lê hatibû guhdarkirin, di daxuyaniya li ser raporê de diyar kir ku tecrube û daxwazên jinan di raporê de cihê xwe negirtine û îtiraza xwe anîn ziman.
Însiyatîfê diyar kir ku di rapora pêşkêşî komîsyonê kirine de, behsa bandorên şer ên li ser jinan, koçberiya bi zorê, xizanî, zêdebûna keda xwedîkirinê û şîdeta zayendî anîne rojevê lê hişyariyên ku kirine di raporê de cih negirtine.
Di daxuyaniyê de bi gotinên; “Bi nedîtina tecrubeya jinan, ked, bîr û gotinên wan, tu aştî mayînde nabe” bal hat kişandin ku divê jin di pêvajoya aştiyê de xwedî nunertiya wekhev bin.
‘Hema bibê gotina ‘jin’ tune ye!
Înisiyatîfê her wiha li ser awayê komîsyonê û nêzikahiya di raporê de jî rexne kir, bal kişand ku di komîsyona ku 51 endamên wê hene de tenê 10 jin hene, hat diyarkirin ku di navbera saziyên li wan hatiye guhdarkirin de rêxistinên jinan pir kêm in. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di rapora ku 18’ê Sibata 2026’an hatiye pejirandin de gotina “jin” hema bibêje qet tune ye, hat gotin ku di raporê de mesele weke pirsgirêka ewlekariyê û di çarçoveya “terorê” de hatiye destgirtin, wekheviya zayenda civakî û perspektîfa demokratîkbûnê jî tune hatiye dîtin. Her wiha bal hat kişandin ku jin di pêvajoyên aştiyê de ne tenê kesên ku li wan were guhdarkirin divê wekî aktor cih bigrin.
‘Em aktorên avakirina aştiyê ne’
Ji Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye Berfîn Atli bal kişand ku divê jin di pêvajoyên biryaran de aktorên sereke bin û got ku bendewariya jinan ew e pêvajoya aştiyê ber bi veguherîna civakî ya demokratîk ve biçe. Her wiha da zanîn ku divê gotin û tecrubeyên jinan di vê pêvajoyê de diyarker bin û wiha domand:
“Bendewariya me jinan salek e didome. Em perçeyek ji têkoşînê ne, dixwazin ev pêvajo ber bi pêvajoya aştiyê ve biçe, aştiyeke civakî ya berfireh û demokratîk ku aktorên cuda di nav de hebin çêbibe. Tecrubeyên me yên li Tirkiyeyê gelek tiştan pir vekirî nîşanî me dan. Tu pêvajoyeke ku gotina me tê de tunebe, tecrubeyên me esas neyên girtin, ji aliyê civakî ve mayînde nîn e. Em îro tenê li pêvajoyê temaşe nakin. Di heman demê de em aktorên vê pêvajoyê ne.”
‘Barê şer li ser milên jinan e’
Berfîn Atli diyar kir ku jin ji pêvajoyên şer û pevçûnan rasterast bi bandor dibin, bal kişand ser bandorên milîtarîzmê yên li ser jiyana rojane. Berfîn Atli got ku hebûna pevçûnan, ji bo jinan tê wateya xizanîbûn, koçberiya bi darê zorê û zêdebûna awayên şîdetê û wiha berdewam kir: “Em baş dizanin ku barê pêvajoyên şer û pevçûnan li ser milên jinan maye. Li ser vê yekê me xebatên cuda kir. Derxistina ji cihê xswe, xizanîbûn, barê xwedîkirinê, şîdeta mêr, awayên cuda yên weke şîdeta zayendî di wan pêvajoyan de zêde dibin. Tevî van hemûyan jî di nîqaşên li ser aştî û çareseriyê de hê jî nûnertiya jinan pir bi sînor e. Em dibînin ku hem di raporan de, hem di komîsyonên ku hatine avakirin de hem jî li ser maseyên muzakereyan jin baş cih nagirin.”
‘Divê jin weke aktorên çalak tevlî pêvajoyê werin kirin’
Berfîn Atli bal kişand ku dema li tecrubeyên cîhanê dinêrin, dibînin ku beşdariya jinan a ji bo pêvajoyên aştiyê, wan pêvajoyan mayîndetir û demokratîktir kiriye, ji ber wê divê ku jin bi awayê çalak tevlî pêvajoyê bibin û got: “Dema em li pêvajoyên aştiyê yên li cihên cuda yên cîhanê dinêrin, dibînin ku beşdariya jinan bandorên baş kiriye.”
Berfîn Atli ser rapora ku di meclîsê de hatiye amadekirin jî axivî got ku tecrube û sernaven demokratîkbûnê yên jinan baş nehatine destgirtin û wiha got: “Dema em li rapora ku meclîsê amade kiriye dinêrin, dibînin ku sernavên girîng kêm hatine dîtin. Yek ji sernavên ku baş nehatiye destgirtin jî demokratîkbûn e lê ji aliyekî ve em dibînin ku di vî warî de tecrube û daxwzên xweser ên jinan hene. Beriya raporê însiyatîfa me çûbû meclîsî axivîbû, pêşkêşiyek kiribû û di encamê de jî me raporê pêşkêşî meclîsê kiribû. Em dibînin ku di raporê de ev nehatine dîtin.”
‘Tecrube û perspektîfên demokratîkbûnê yên jinan di raporê de tune ne’
Berfîn Atli hişyarî kir ku di raporê de tecrubeyên jinan, bandorên milîtarîzmê yên li ser jiyana rojane û xizanîbûna jinan a ji ber şer, koçberiya bi zorê, keda xwedîkirinê û mijarên weke şîdeta zayendî nehatine dîtin û got: “Me xwest newekhevî, şîdet, bêdadî, ji perspektîfa jinan di vê raporê de cih bigrin. Kêmasiya herî girîng ew e ku perspektîfeke wê ya demokratîk tune ye, bi qasî ku pêwist e nehatiye destgirtin. Mijara mafê zimanê dayîkê, sûcdîtina siyasetê, domandina gotina teror, azadiya ramanê û mijarên weke polîtîkayên qeyûm bi qasî pêwist e nehatin destgirtin mixabin.”
‘Em di daxwaza xwe ya aştiyê de bi îsrar in’
Berfîn Atli bal kişand ku divê di pêvajoyên aştiyê de nûnertiya jinan bi awayê wekhev û bi her awayî hebe û got ku divê guherînên hiqûqî çêbibin, qada siyaseta demokratîk were berfirehkirin û got: “Weke Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye” em difikirin ku xebat bes nîn in divê gavên şênber werin avêtin û em vê yekê her dem tînin ziman. Divê jin bi awayê wekhev û watedar nûnertiyê bikin. Divê aktorên jin û gelek aktorên din, bibin perçeyek ji vê pêvajoyê. Demildest divê guherînên hiqûqî yên pêşiya demokratîkbûnê vekin werin kirin. Bi taybetî divê Zagona Têkoşîna bi Terorê re ji nû ve were destgirtin. Divê ku siyaset sûc neyê dîtin ji bo vê jî divê hem bi qada siyaseta demokratîk re hem jî bi qada civakî re xebat berfireh bibin. Em dubare dixwazin bi bîr bixin: Em di daxwaza xwe ya aştiyê de bi îsrar in. Em ê vê têkoşînê mezin bikin û ji bo mezinkirina vê têkoşînê ger hûn jî bixwazin, dikarin tevlî Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê heye bibin.”