Jin mîrateya Bêrîtanan bi zanista xweparastinê mezin dikin – GOTAR
Mîrateya ku ji Bêrîtanan, Azîmeyan ji me re maye heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo bidest nexin em e têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo vê jî em ê roj bi roj, kêlî bi kêlî têkoşîna xwe bilind bikin û serkeftinê bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo tacîdar bikin.

RÛKEN JÎRKÎ
Di serî de di şexsê rêheval Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de em tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî şehîdên leheng ditewînin. Di dîroka Tevgera Azadiyê de meha Cotmehê weke meha şehîdên jin tê pênasekirin. Ji ber ku di meha Cotmehê de pir lehengên jin gihîştin şehadetê. Di dîroka Tevgera Azadiyê de li ser her bosta axê, li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiyê hemû roj û meh, li ber her kevirekî, darek, li ser riyan bost bi bost me şehîd dane. Ji Gulnaz Karataş heta Munevver Saranyan (Ezîme) heta Meryem, ji Meryem, heta Gurbetellî Ersoz, ji Gurbetellî Ersoz, heta Gulnaz Tirkan, heta Ronahî Alman, heta Arîn Mîrkan, ji Arîn Mîrkan, heta Nagîhan Akarsel, me bi sedan pakrewan di oxira azadiyê de şehîd dane. Îro li ser mîrateya azadiyê ya ku wan şehîdên me ji Tevgera Azadiya Jinê re hiştine, li ser wê têdikoşin û roj bi roj têkoşîna me ya azadiyê bilind û geştir dibe.
Şer birêve dibir
Di dîrokê de hinek kêlî hene gelek diyarker in. Ev kêliyên dîrokî mohra xwe li dîrokê didin. Çawa ku Rêber Apo dibêje; “Dîrok niha ye, niha jî dîrok e’ dema em jî li dîroka xwe ya Tevgera Azadiya Jinê dinêrin dibînin ku sala 1992’yan di dîroka me jinan de pêvajoyeke bi vê şêwazê ye û krîtîk e. 4’ê Cotmeha 1992’an bi alîkariya DYE, dewleta Tirk a dagirker, faşîst û nokerên weke PDK, YNK’ê re bi plansaziyeke ku PKK û gerîlayên Kurdistanê tune bikin operasyonek destpê kir. Ev operasyon li ser axa Başûrê Kurdistanê ji Xakurkê, Zagrosan û Heftanînê ji sê baskan ve hat destpêkirin. Di operasyonê de hem ji milê Başûr hem jî ji milê Bakur ve bi ser gerîlayên azadiyê ve hatin. Bi vê erîşa berfireh, dixwestin bi derfetên di destên xwe de Tevgera Azadiyê tune bikin lê ev plansaziya îmhayê bi ser neket. Ji ber ku gerîlayên azadiya Kurdistanê bi bîr û baweriya Apogerî şer kirin û li ber xwe dan. Bi taybetî jî di vî şerî de jin rolekî sereke lîstin. Jinan di asta fermandarî de erk girtibûn. Hevala Ezîme di vî şerî de li Heftanînê şer bi rêve dibir. Li Xakûrkê jî fermandar Gulnaz Karataş şer bi rêve dibir. Di wî şerî de hevala Bêrîtan fermandara tîmê bû. Li eniya ku hevala Bêrîtan lê bû êrîşên dagirkeriyê pir dijwar bûn. Dixwestin Gulnaz Karataş bixin bin dorpêça PDK, YNK û dewleta Tirk. Her diçû ev dorpêç teng û dijwartir dibû. Armanca pêşmergeyên ku bangên teslîmiyetê dikirin dîlgirtina Gulnaz Karataş bû lê ji bo banga teslîmiyetê û ixanetê bersiva şehîd Gulnaz Karataş ev bû; heta kêliya dawiyê şerkirin û parastin.
Bi şêwaza çalakiya xwe bi zanist tevdigere
Beriya ku Gulnaz Karataş şehîd bibe destpêkê parastina tîma ku di bin fermandariya wê de şer dikir esas digre, ewlehiya wan hevalên xwe difikire û wan li cihekî bi ewle bi cih dike. Piştre, bi xwe jî weke fermandara şer, fermandara serkeftinê, fermandara jin, wek ku li pey artêşek hebe bi îdiayekî pir mezin berê xwe dide sengera şer, çepera xwe bernade, li hemberî dagirkeriyê şer dike, heta digihîje şehadetê jî li ber xwe dide, têdikoşe. Pevçûn her diçe geştir dibe, dirêj dike û cebilxaneya li ser şehîd Gulnaz Karataş ber bi qedandinê ve diçe. Ruxmê ku cebilxaneya wê kêm dibe jî kêliyek jî di mejiyê wê de dudilîtî derbas nabe, natirse û xwe tenê hîs nake. Ji ber ku li hemberî îxanetê bi vîn, zanebûna mezin û bi hişmendiya azadiyê şer dike. Dema ku guleyên şehîd Gulnaz Karataş xilas dibin, ji bo ku çek û rexta wê nekevin destên nokeran çeka xwe dişkîne. Gulnaz Karataş bi vê sekna xwe ya berxwedêr û azad amûrên xwe yên ku pê şer dike û her wiha amûrên xwe yên gerîlatiyê naxe destên dijminên xwe. Bi vê şêwazê xwe, pir bi nirx e gelek bi zanistî tevdigere. Piştî ku çeka xwe dişkîne bi dirûşma ‘Bijî Rêber Apo, teslîmiyet îxanet e’ xwe ji şikêran diavêje xwarê û di roja 25’ê Cotmeha 1992’an de digihîje şehadetê.
Çalakiya Gulnaz Karataş çalakiyeke bi şêwazê kevneşopiya jinên Kurd e
Wateyeke bîrdozî, felsefî ya çalakiya şehîd Gulnaz Karataş heye. Her wiha çalakiyeke pir bi zanist e. Ji ber ku ev çalakî berdewamiya kevneşopiya jinên Kurd e ku di dîrokê de xwe tu demê radestî dijmin nekirine û xwe ji şikêran avêtine. Weke Besê ya ji teslîmiyetê re gotiye na û berê xwe daye riya rûmetê û xwe ji şikêran avêtiye xwarê, weke Rindîxana ku nokeriyê napejirîne xwe diavêje avê… Ev kevneşopiyek e heta roja me ya îro berdewam dike û dê berdewam jî bike.
Li hemberî paşverûtiya zilam sekna jinên azad raber kir
Hevala Bêrîtan bû xeta azadiya jinan a ku îro bi hezaran jin li ser şopa wê dimeşin. Bi hezaran jinan ala Berîtanê hildane jorê û bi destên xwe dihêjînin, li ber xwe didin, teslîmî dijminên jinan nabin. Em binêrin, di dema şerên 1992’an du xetên diyarker hebûn. Xeta yekemîn şer dike, li ber xwe dide û bi ser dikeve. Ev xeta yekemîn xeta Bêrîtanan e. Xeta duyemîn jî ewe ku şer nake, îxanetê dipejirîne, baweriya xwe bi serkeftinê nayne, baweriya wî/wê bi gelê tune ye, xwe davêje hembêza dijminê xwe. Ev xet jî xeta Osmanan e. Di wan deman de ev herdu xet bi hev re şer dikin. Mirov dema li dîroka Kurdistanê dinêre, lêkolîn û vekolînê dike, dibîne ku ev her du xet bi hev re meşiyane. Kurdên ku xwe difroşin dijminê xwe û nokeriyê dipejirînin, xwe înkar dikin, dibin xulamên dijminê xwe. Heta roja me ya îro jî hinek Kurdên xwefiroş ji bo berjewendiyên xwe û malbata xwe nokeriyê dikin, gelê xwe nafikirin, gelê xwe dikujin, diperçiqînin û zulmê dikin. Lê Kurdên bi şeref û bi namus yên ku welatparêziya Kurdeyatiya heqîqî û rûmeta xwe diparêzin jî di dîroka Kurdistanê de her dem şênber û xuyayî bûye. Mirov dikare pir mînakên vekirî bide, binivîse û bi lêv bike. Yek ji wan lehengan Gulnaz Karataş e. Di nava civaka Kurd de, li herêma Dêrsimê weke jineke Kurd bû şoreşger, bû hezkiriya gelê xwe, bû têkoşera axa xwe. Bi felsefeya Rêber Abo mêjiyê xwe ronî kir xwend û xwe zana kir. Lêgerîna xwe ya azadiyê roj bi roj bi xeyala dîtina Rêber Apo mezin kir. Li hemberî paşverûtiya serdestiya zilam sekneke jina azad nîşan da. Li hemberî hişmendiya zilamên serdest bû xwedî helwest, bi pîvan tevgeriya.
Hevala Bêrîtan bû sembola jinên ku şer dikin azad dibin û tên hezkirin
Rêber Apo ji bo bîranîna şehîd Gulnaz Karataş, Artêşbûna Jinan damezirand. Rêber Apo dibeje “Jina ku şer dike bedew dibe, ya bedew dibe azad dibe, ya azad dibe tê hezkirin.” Hevala Bêrîtan bû sembola jinên tên hezkirin û azad dibin. Weke Tevgera Azadiya Jinê, têkoşîna me li hemû deverên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye û belav dibe. Bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bû malê hemû jinan. Em bi paradîgmaya neteweya demokratîk û bi azadîxwaziya jinan, weke Tevgera Azadiya Jinê têkoşîna xwe li hemberî netew-dewlet, zilamên kujer û kastîk, zayendperest, pergala modernîteya kapîtalîst a ku jinê tune dike, dikuje, li hemberî pergala ku xwezayê qir dike bi berfirehî dimeşînin.
Jin bi mîrasê Bêrîtanan û bi zanista xweparastinê têkoşîna xwe berdewam dikin
Bi taybet bi banga 27’ê Sibatê ya ku Rêber Apo kir re, ew bang bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk re bû hêviya tevahî jinan. Rêber Apo, bi banga xwe mîsyona herî girîng ji bo jinan diyar kir. Em jî weke jin di ferqa erk û berpirsiyariyên xwe de ne. Ji ber ku di vê demê de rola sereke dikeve ser milên jinan. Jinên Kurd îro li kolanan, li qadan, li meclisan têkoşîna vê yekê didomînin. Jin îro bi mîrateya Gulnaz Karataş li her derê bi zanista xwebûnê, bi zanista xweparastinê, li her deverê têdikoşin. Weke milîtanên PAJK’ê mîrateya ku ji Bêrîtanan, Azîmeyan ji me re maye heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo bidest nexin em e têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Ji bo vê jî em ê roj bi roj, kêlî bi kêlî têkoşîna xwe bilind bikin û serkeftinê bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo tacîdar bikin.
*Endama Fermandariya YJA Starê