Jin li ser manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ xwe perwerde dikin

Li wargeha penaberan a Mexmûrê di bin sîwana Akademiya Şehîd Jiyan de jin tên perwerdekirin û ji bo wan derfetên xweîfadekirinê tên avakirin. Jin li ser manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û bîrdoziya rizgariya jinan xwe perwerde dikin.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Jinên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo mîrateya ku ji têkoşer Jiyan ango Zeyneb Erdem girtine, bidin berdewamkirin, di sala 2003’an de Akademiya Şehîd Jiyan ava kirin. Armanca sereke ya akademiyê ew e ku jin û jinên ciwan di her aliyê jiyanê de perwerde bikin, bi rêxistin bikin û bigihîjînin rastiya heqîqeta jinan. Akademiya Şehîd Jiyan ji roja ku hatiye avakirin ve heta roja îro dem bi dem bi perwerdeyan deriyê pêşxistinê ji jinan re vedike. Her wiha li kêleka perwerdekirina jinan, ji bo mêran û guhertina zihniyeta desthilatdar jî perwerde tên dayîn.

Li ser van armancan di 14’ê Hezîranê de ji bo 25 jinan dewreyeke perwerdeyê li ser navê Şehîd Axîn Cûdî ji bo mehek hat destpêkirin û dewre hê jî didome. Di dewreyê de mijarên bi sernavê çima û çawa perwerde dikin, di erkên pêvajoyê de rola jinan, jin û malbat, hevjiyana azad, pergala jinan a xwerêvebirinê, wateya têgînan, manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, Rêgezên Bîrdoziya Rizgariya Jinan tên destgirtin û nîqaşkirin.

Têkildarî girîngiya perwerdeyê, armanc û beşdarbûna perwerdeyê endama Akademiya Şehîd Jiyan Gulşîn Batman û yek ji beşdarên perwerdeyê Jiyan Tok ji ajansa me re axivîn.

‘Jiyana bi efsûn encex bi jinan dikare were jiyîn’

Gulşîn Batman diyar kir ku perwerde hîmê bingehîn ê pêşketina mirovan e û wiha qala mijarên ku di perwerdeyê de tên dayîn kir: “Di vê perwerdê de yekemîn girîngiya perwerdeyê hat dayîn. Perwerde çi ye? Di jiyana mirovan de perwerde tê çi wateyê û li ser vê wateyê jin wê çawa bikaribin jiyana xwe bi rêxistin bikin, hatin dayîn. Heta ku jin xwe perwerde nekin, nikarin xwe û civakê bi rêve bibin. Rêbertî dibêje; ‘Ez dixwazim bi we re jiyana efsûnî bijîm’. Jiyana efsûnî jî encex dikare bi jinan re were jiyîn. Bingeha vê yekê jî perwerde ye. Her wiha li ser têgînan jî perwerde tê dayîn. Ji ber ku her têgînek mirov îfade dike. Her wiha li ser manîfestoya Rêbertî, rêgezên bîrdoziya rizgariya jinan, hevjiyana azad û hwd. perwerde tên dayîn.”

‘Dema ku jin dikevin nava perwerdeyê digihîjin heqîqeta xwe’

Gulşîn Batman destnîşan kir ku armanca wan a sereke pêşxistina jinan e û wiha got: “Jixwe armanca me ya sereke ew e ku jin çawa dikarin xwe bi rê ve bibin û bikaribin xwe civakî bikin. Dema ku em perwerde didin, dibînin jin çawa dikarin xwe îfade bikin. Di her alî de dikarin xwe îfade bikin. Her çiqas cîhaneke wan a veşartî hebe jî dema ku dikevin nava perwerdeyê digihîjin heqîqeta xwe. Ne şert e ku di akademiyek, ango di nava çar dîwaran de perwerde bibînin, jixwe akademî ne tenê avahî ye tê wateya ku li binê darek, di nava kolan, malan ango li her cihê jiyanê perwerde dikare were dayîn.”

‘Divê em manîfestoyê ji xwe re bikin armanc’

Gulşîn Batman qala pêvajoya hatiye destpêkirin kir û got: “Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Weke jin çawa em dikarin bersiv bidin vê pêvajoyê, ya yekem divê em bigihîjin hebûna xwe, hebûna me çi ye. Ger weke jin em gihîştin hebûna xwe, wê civak jî bigihîje hebûna xwe. Divê her jin girîngî bide perwerdeyê û guhên xwe bide perspektîfên Rêbertî yên tên dayîn. Divê em manîfestoyê ji xwe re bikin armanc û riyeke ku li ser bimeşin.”

Gulşîn Batman bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em di wê baweriyê de ne ku wê her jin, li qada xwe, mala xwe û kolana xwe bibe bersiv ji manîfestoyê re. Li gorî vê divê xwe bi rêxistin bike û çi erk û berpirsyarî dikevin ser milên wê pêk bîne.”

‘Bila hemû jin beşdarî perwerdeyan bibin’

Jiyan Tok a ku yek ji beşdarên perwerdeyê ye têkildarî perwerdê ev tişt anî ziman: “Ev nêzî mehek e em tên perwerde dibînin, hejmara me bi qasî 25 kesan e. Em fêrî gelek tiştan bûn. Ev cara yekem e jixwe ez beşdarî perwerdeyê dibim. Li ser rêgezên bîrdoziya jinan, Jineolojî û manîfestoya Rêbertî perwerde hatin dayîn. Em bi daxwaz û fikra ‘em ê çawa bikarin xwe azad bikin’ hatin. Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî perwerdeyan bibin û xwe bi pêş bixin.”