Jin li Rojhilata Navîn barê hemû şer û nakokiyan dikşînin
Çalakvana siyasî Erîc El Eşqer balkişand ser azarên ku jinên li Rojhilata Navîn di nav şeran de dikşînin û da zanîn ku dinya li hember vê yekê bêdeng e.
NEXEM KARACE
Xeza – Li herêma Rojhilata Navîn nakokiyên xwînî û şerên berdewamî rû didin. Ev şer û nakokî, siya xwe didin ser hemû aliyên jiyanê. Lê belê mohra xwe herî zêde li jinan dane. Ji ber ku jin di van nakokiyan de bûn hedefa tundiya fîzîkî, derûnî û aborî. Her wiha xwe li hember rûbirûbûyîna binpêkirinên li dijî wan dibînin. Dinya jî li hember van rewşan bêdeng e.
Çalakvana siyasî Erîc El Eşqer destnîşan kir ku binpêkirinên li dijî jinan li Rojhilata Navîn beşek ji siyasetên armanc dikin nasnameya neteweyî biçewisînin û îradeya berxwedanê derb bikin e û wiha got: “Jina Ereb bi giştî û Filistînî jî bi taybetî azarên koçberiyê kişandine û heta niha dikşînin jî. Hîn sembolên berxwedan û têkoşînê ne, tevî ku tên kuştin, îşkencekirin, girtin û xiyanet li wan tê kirin jî. Jin ji dinyayê re nîşan didin ku ew dikarin bibin dengê jiyanê û xwîna xwe ji bo parastina welatê xwe û mafên xwe yên rewa didin. Ew jî li gor biryara 194. a Neteweyên Yekbûyî. Yên ku herî zêde ziraran dibînin û ji ber ku yekser bûne hedefa tundî û çewisandinê, jin in. Li ser milê wan barên derûnî û civakî yên mezin hene.”
Jinên Filistînî bedêlên giran didin
Derbarê azarên jinên Filistînê de Erîc El Eşqer got: “Jinên Filistînî bûn sembolên berxwedanê. Parastina xak û rûmeta xwe dikin, tevî hemû binpêkirinên li dijî wan tên kirin. Ji koçberiya bi darê zorê heta kuştin, xiyanet û îşkencekirinê, heta bi girtin û zilmê. Ev hemû jî li pêşiya jina Filistînî nekarî bibin asteng. Neçar dimîne dest ji mala xwe berde û ber bi herêmên qaşo Israîl dibêje bi ewle ne ve diçe, ji bo ku bibe rûbereke şer a nû.”
Jinên Sûdanê di nav agir de ne
Erîc, da zanîn ku li Sûdanê ji beriya zêdetirî salekê ve jin ji ber nakokiyên di navbera artêşê û hêzên Piştgiriya Lezgîn de, rastî binpêkirinên dijwar tên. Erîc got ku “Koçberiya bi zorê û tundiya berdewamî, bû sedem ku bedena jinan bibe rûbereke fireh ji şer re. Diyardeyên mîna tecawiza komî, cêrîkirin û destdirêjî, bêyî ku dinya dengê xwe bike û destwerdanê bike, tundiya li Sûdanê ne tenê li ser asta fîzîkî, berfireh bûye û gihîştiye asta hemû teşeyên qehra derûnî û civakî jî. Rewşa ku jinên Sûdanê niha di nav re derbas dibe, dikare wek kiryarên şer ên rastîn were pênasekirin. Divê dadgehên navdewletî yekser hesab bixwazin, lê belê nebûna îradeya navdewletî ya ji bo rawestandina van binpêkirinan, cihê metirsiyan e.”
Sûriye: Koçberiya dewam
Erîc bi bîr xist ku krîza Sûriyê ya nêzî 14 salan dewam kir, bi milyonan jinan di rûbirûbûyîna rewşên dijwar de hişt. Eric destnîşan kir ku di demên dawî de bi kontrolkirina HTŞ'ê û êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, azar zêdetir bûne. Erîc wiha got: “Jin hatin qetilkirin, koçberiya bi darê zorê jiyan, bi destdirêjiyên zayendî û derûnî rûbirû hatin û bi hezaran ji wan jî neçarî koçberiyê bûn. Bûyerên dawî li Sûriyê piştî kontrolkirina HTŞ'ê û zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker, ne tiştek in ji bilî beşek nû ji beşên azarên jinên Sûriyê piştî ku ji malên xwe derbeder bûn û li hember qetilkirin û destdirêjiya ji aliyê çeteyan ve hatin.”
Endamên Kombûna Zenûbyayê
Erîc, diyar kir ku hedefgirtina her sê çalakvanên jin ên ku endamên Kombûna Jinên Zenûbyayê li Minbicê bûn, matmayîneke din bû di rêzebinpêkirinên dirêj de. Erîc bibîr xist ku di daxuyaniya Kombûnê de wiha hatiye gotin: “Qetilkirina Qemer El Sûd, Ayşe Ebd El Qadir û Îman Ehmed ne tenê wendabûnek ji kesayetên jin ên xuyayî bû, her wiha belgeyeke din a hovîtiya dewleta Tirk a li dijî jinên herêmê jî bû.”
Di krîzan de azarên jinên Lubnanî
Di nav bi dehan salên êrîşên Israîlê û nakokiyên siyasî de, jinên Lubnanê ji nakokiyan azar kişandin. Erîc El Eşqer li ser vê mijarê wiha got: “Êrîş herdem li jinan girantir in. Ji ber ku tundiya fîzîkî û derûnî li wan dibe û li ser ragihandinê nayê nîşandan, êşên wan nayê dîtin. Lê belê tevî wê jî jinên Lubnanê li ber xwe didin. Li benda asoyeke nû di vê rastiya bi êş de ne. Krîzên aborî û siyasî yên li Lubnanê azarên nû li jinan zêde kirin.”
‘Ka rola rêxistinên jinan û mafan?’
Erîc El Eşqer rola rêxistinên jinan li herêmên şer dipirse û teqez dike ku nebûna rola van rêxistinan, azarên jinan zêdetir dikin. Erîc da zanîn ku wan bi tenê li hember şer dihêlin û wiha domand: “Nebûna rêxistinên jinan, cihê mixabiniyê ye. Ji ber ku gerek piştgiriya jinan bikin, bi taybetî di demên krîzan de. Îro pêwîstiya jinê bi piştgiriya derûnî, civakî û aborî heye, ji bo ku azarên wê kêmtir bibin. Pêwîst e lihevkirinên navdewletî mîna Sîdaw û biryara 1325’an ji bo parastina jinan a li herêmên bi nakokî, werin pêkanîn. Divê rêxistinên jinan û mafan, piştgiriya derûnî û civakî ji jinên zirar dîtine re pêşkêş bikin. Werşeyên kar û civînên xurtkirina berxwedana jinan û alîkariya wan a di derbaskirina krîzan de, werin lidarxistin. Binpêkirinên li dijî jinan werin belgekirin û dengên wan bighên aliyên navnetewî.”
Di vê pêvajoyê de çi tê xwestin?
Erîc El Eşqer destnîşan kir ku balkişandina ragihandinê ya ser azarên jinên li herêmên bi nakokî, sînordar û ne bes e. Erîc El Eşqer wiha domand: “Çima dengê jinên tundî li wan dibe ji ragihandinê dûr in? Gelo ev bi zanebûn e yan jî beşek ji tepisandina rastiyan e? Armanca veşartina van binpêkirinan, sepandina çanda bêdengiyê û guhdarîkirinê ye. Mîna ku azarên jinan di van herêman de ne beşek ji azarên mirovahiyê bi giştî ne. Ev bêdengiya navdewletî metirsîdar û cihê mixabiniyê ye. Divê yekser tevgereke lezgîn ji gelan çêbibe."