'Jin li pey edalet û ewlehiyê ne'
Piştî betalkirina Peymana Stenbolê, polîtîkayên bêcezatiyê rê li ber zêdebûna tundiyê vekir. Nûnerên Baroya Amedê û Komeleya Jinan a Rosa balê dikişînin ser daneyên tirsnak ên 5 salên dawî û rêyên hiqûqî yên vegera li peymanê nîqaş dikin.
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Peymana Konseya Ewropayê ya derbarê Pêşîlêgirtin û Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jinan û Tundiya Malbatî, ku wekî Peymana Stenbolê tê zanîn, di 20’ê Adara 2021’an de bi Fermana Serokkomar bi yekalî hate betalkirin. Tirkiyeyê di 23’ê Adara 2021’an de ev biryara betalkirinê ji Konseya Ewropayê re ragihand.
Li gorî biryara ku bi îmzeya Serokkomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan hatiye weşandin, roja bidawîbûna peymana ku bi Fermana Serokkomar a 19'ê Adara 2021'an a li ser Komara Tirkiyeyê hatibû bidawîkirin, wek 1’ê Tîrmeha 2021’an hate destnîşankirin.
5 sal bi ser bidawîbûna peymanê re derbas bû, lê jin ji dema biryara bidawîkirinê ve parastina peymanê dikin.
Ji betalkirina Peymana Stenbolê ve ango ji Tîrmeha 2021’an ve, kuştinên jinan û mirinên bi guman ên jinan bi awayek diyar zêde bûye. Raporên mehane yên ku ji hêla rêxistinên jinan ve têne weşandin eşkere dikin ku ji betalkirina peymanê ve bi hezaran jin ji hêla mêran ve hatine kuştin û di vê pêvajoyê de mirinên bi guman jî gihîştine astên cidî.
Biryara vekişîna ji peymanê polîtîkayên bêcezatiyê zêde kir û her wiha biryarên tedbîrên pêşîlêgirtinê (Qanûna Hejmar 6284) ji bo parastina jinan kêm kir.
Bîlançoya giran a 5 salan: Hezar û 583 jin hatin qetilkirin
Di pênc mehên dawî yên sala 2021’an de, 143 jin hatin qetilkirin. Li gorî daneyên tundiyê yên ku ji hêla rêxistinên jinan ve hatine berhevkirin, di sala 2022’an de 381 jin, di sala 2023’an de 315, di sala 2024’an de 394 û di sala 2025’an de 299 jin ji hêla mêran ve hatine qetilkirin. Di şeş mehên destpêkê yên sala 2026’an de (Çile-Hezîran), herî kêm 151 jin ji hêla mêran ve hatine qetilkirin.
Di 5 mehên dawî yên sala 2021’an de, 105 jin bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên navînî yên ku ji hêla rêxistinên jinan ve hatine pêşkêşkirin, di sala 2022’an de 245, di sala 2023’an de 270, di sala 2024’an de 259 û di sala 2025’an de 297 jinan bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan. Di şeş mehên destpêkê yên sala 2026’an de, 170 jin bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
Gelo, Peymana Stenbolê çi digre nava xwe? Çima ji bo jinan xwedî girîngiya jiyanî ye? Me ev pirs bi endama Lijneya Rêveber a Navenda Mafên Jinan a Baroya Amed Parêzer Nazli Matur û endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek re nîqaş kir.
‘Peyman, newekheviyê wekî binpêkirina mafên mirovan pênase dike’
Parêzer Nazli Matur, derbarê çarçoveya Peymana Stenbolê de agahî da û diyar kir ku peyman tundiya dijî jinan an tundiya navmalî ne tenê wekî sûcên ku divê di çarçoveya qanûna cezayî de werin nirxandin, wekî ‘binpêkirina mafên mirovan’ û ‘cureyekî cudakariyê’ ku encama newekheviyên dîrokî û pergalî yên di navbera jin û mêran û newekheviya zayendî, pênase dike.
Nazli Matur da zanîn ku ev pênase berpirsiyariya pêkanîna mekanîzmayên pêşîlêgirtinê jî dixe ser milê dewletan û got: “Ev nêzîkatî têkoşîna li dijî tundiyê tenê bi cezakirina sûcdar ve sînordar nake. Ew erkên berfireh li ser dewletê ferz dike da ku pêşî li derketina tundiyê bigre, jinên di xetereyê de biparêze û darizandina bi bandor a sûc misoger bike. Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên Peymanê bê guman ew e ku ew ne tenê erkê çêkirina qanûndanînê dide dewletên îmzeker, di heman demê de avakirina mekanîzmayên sazûmanî ji bo misogerkirina pêkanîna rastîn a vê qanûndanînê mecbûrî dike.”
‘Ji tedbîrên takekesî ber bi polîtîkayeke giştî û sazûmanî ve’
Nazli Matur diyar kir ku peyman ji dewletan dixwaze ku berpirsiyariyên wekî avakirina hejmarek têrker a stargeh, navendên şêwirmendiyê û xetên piştgiriyê, perwerdekirina erkdarên bicîhanîna qanûnê û karmendên din ên giştî û parastina qurbaniyan bicîh bînin, û got: “Bi vî awayî, armanc ew bû ku têkoşîna li dijî tundiya ser jinan ji sînordarkirina bi bersivên li ser serlêdanên takekesî veguherînin polîtîkayeke giştî ya komî.”
‘Şopandina Bi Israr’ bû sûcekî serbixwe
Nazli Matur got: “Yek ji aliyên berbiçav ên Peymana Stenbolê ew e ku wê sûcê ku em niha jê re dibêjin ‘şopandina bi israr’, cara yekem li ser asta navneteweyî wekî awayek ê tundiyê ya serbixwe hate pênasekirin bû. Îşaret bi xala 34’an a peymanê kir.
Nazli Matur wiha got: “Ev bend destnîşan kir ku kiryarên dubare yên şopandin, çavdêrî, ragihandina domdar, an tacîzê ku dibin sedema tirsa li ser ewlehiya kesekê divê werin cezakirin dihat sererastkirin. Wê demê, di Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de bendek taybet tunebû ku rasterast şopandina bi israr a sûcdar bike. Ji ber vê, mexdûr pir caran neçar bûn ku serî li cureyên cûda yên sûcên wek gef, heqaret û têkdana aştiyê bidin. Peymanê ev valahî eşkere kir û mecbûriyetek sazûmaniya zelal li ser dewletan ferz kir. Bi rastî, piştî ku Tirkiye ji Peymanê vekişiya, guhertinek di sala 2022-an de ‘şopandina bi israr’ wekî sûcek cuda di Xala 123-an a Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de hatiye sererastkirin û kêmasiyek girîng a qanûnî ku demek dirêj rexne lê hatibû çareser kir.”
Neynika çavdêriya navneteweyî li ser dewletan
Nazli Matur, bal kişand ser aliyekî din ê girîng ê peymanê ji bo jinan û destnîşan kir ku peyman erkên dewletan tenê wekî teorîk nabîne, xwedî mekanîzmayek çavdêriyê ya bihêz e.
Nazli Matur diyar kir ku Koma Pisporan a Çalakiyê li dijî Tundiya ser Jinan û Tundiya Navmalê (GREVIO) di navenda van mekanîzmayan de ye û derbarê mekanîzmaya çavdêriyê wiha axivî:
“GREVIO dezgeheke çavdêriyê ku ji pisporan pêk dihat û ji dewletên alîgir serbixwe bû. Dewletên alîgir raporên periyodîk li ser ka wan çawa bendên Peymanê bicîh anîne pêşkêş dikirin. Di vê çarçoveyê de, GREVIO ne tenê rapor nirxand, di heman demê de nêrînên rêxistinên jinan, baroyan û rêxistinên civaka sivîl jî li ber çavan girt.
Dema pêwîst bû, wan serdanên welatan jî kirin û bi saziyên giştî û nûnerên civaka sivîl re hevdîtin kirin. Her çend rêxistina grevê desthilata rasterast a sepandina cezayan tune bû jî, van raporan ji bo çavdêrî û hesabdayînê zextek girîng a navneteweyî li ser dewletê çêkirin.”
Nazli Matur got: “Peymana Stenbolê ne tenê erkê destwerdana piştî tundiyê dide saziyan; di heman demê de berpirsiyariya pêşîlêgirtina li tundiyê, parastina mexdûran, cezakirina sûcdaran û têkoşîna li dijî pirsgirêkên pergalî yên ku dibin sedema tundiyê jî dide ser wan.” Û got ku armanca peymanê ew e ku têkoşîna li dijî tundiyê ne ku ew ji saziyên taybetî re were hiştin, bibe polîtîkayeke komî û koordîne ya dewletê.
Dewlet dibêje ‘Qanûna 6284 heye’, lê ferqek çawa di nava qanûn û peymanê de heye?
Nazli Matur, behsa çarçoveya Qanûna Hejmar 6284 û Peymana Stenbolê kir û got: “Qanûna Hejmar 6284 qanûnek e û tenê li ser dabînkirina tedbîrên parastinê yên pratîkî di rewşên awarte de disekine. Li aliyê din, Peymana Stenbolê wek dezgehek çavdêriyê ya vê qanûnê bû. Garantiya herî mezin a ku ji hêla Peymanê ve hatî peyda kirin ew bû ku wê neynikek navneteweyî li ber dewletê danî û mekanîzmayek çavdêriyê ya asta bilindtir bi normên qanûnî yên navneteweyî afirandi bû. Di qanûna navxweyî de, qanûnek dikare li gorî bayên siyasî di şevekê de were nemkirin, neyê bicihkirin an jî were guhertin. Lêbelê, peymanek navneteweyî soz dide dewletê ku polîtîkayên xwe yên li ser vê mijarê li gorî standartên cîhanê bihêle. Ya girîngtir, her çend Qanûna Hejmar 6284 ji jinan re dibêje ka piştî tundî çêdibe çawa xwe biparêzin, Peymana Stenbolê armanc dike ku sedemên bingehîn ên newekheviya zayendî yên ku dibin sedema tundiyê ji holê rake.”
‘Biryarek bi awayek eşkere li dijî destûra bingehîn e’
Nazli Matur destnîşan kir ku vekişîna ji Peymana Stenbolê bi awayek eşkere li dijî hiyerarşiya norm û ruhê destûrê ye, bersiva pirsa gelo vegera Peymana Stenbolê mimkun e an ne wiha da û got:
“Belê, bê guman mimkun e. Du rêbazên sereke ji bo vê yekê hene. Ya yekem, îradeya saziya qanûndanînê û avakirina pêvajoyeke nû ya pejirandinê. Her çend biryara vekişîna ji peymanê ji aliyê şaxa rêveberiyê ve hatibe dayîn jî, Tirkiye hîn jî yek ji endamên damezrîner ên Konseya Ewropayê ye. Parlamento dikare bi pêşkêşkirin û pejirandina pêşnûmeqanûnekê ku dê bihêle Peymana Stenbolê ji nû ve were pejirandin, îradeyek nû nîşan bide. Piştre, bi pejirandina vê qanûnê ji aliyê Serokkomar ve û ji nû ve îmzekirina peymanê û agahdarkirina Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, Tirkiye dikare dîsa bi fermî bibe alîgirê peymanê.
Rêbaza duyem jî betalkirina biryara rêveberiyê ye
Ya duyemîn, ger îradeya siyasî biguhere, an jî ger îradeya heyî ber bi siyasetek di vî alî de biçe, fermana Serokkomar dikare bi fermanek Serokkomar a nû were betalkirin an jî vekişandin. Pirsgirêka sereke li vir ne hebûna mekanîzmayên teknîkî yên qanûnî ye, îradeya siyasî û biryardariya civakî ye.”
Nazli Matur axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî parêzvanên mafê mirovan, rêxistinên jinan û baroyan, me qet ev biryara vekişînê qebûl nekiriye. Vegera ji bo Peymanê ne tenê tê wateya temamkirina prosedureke qanûnî, di heman demê de qebûlkirina wê yekê jî ye ku dewlet careke din di têkoşîna dijî tundiya dijî jinan de di bin standardek gerdûnî ya mafên mirovan, serdestiya hiqûqê û çavdêriya navneteweyî de be. Ji ber vê, bingeha qanûnî her tim amade ye. Tekane tişta ku pêwîst e îradeyeke siyasî ya di vî warî de ye.”
Esra Çîçek: Tirkiye yekemîn welatê ku peyman îmze kiribû
Esra Çîçek bi bîr xist ku Tirkiye welatê yekem di 11’ê Gulana 2011’an de li Stenbolê peyman ji bo îmzeyê hate vekirin, îmze kir û di parlementoya xwe de erê kir.
Esra Çîçek wiha got: “Têgihîştinek xelet ku hin kesan Tirkiye neçar kiriye ku vê peymanê îmze bike heye. Lê ev ne rast e. li Tirkiyeyê Doza Nahîde Opuz hebû. Doza Nahîde Opuz dozek dîrokî ye ku tê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di biryara xwe ya 9’ê Hezîrana 2009’an de, Tirkiye bi ‘nekarîna parastina welatiyên xwe di dozên tundiya navmalî de û tevlîbûna cudakariya li ser bingeha zayendî’ mehkûm kir. Di vê pêvajoyê de, hejmara kuştinên jinan li welêt roj bi roj zêde dibû û pêdivî bi tedbîran hebû. Wekî din, Tirkiyeyê berê jî beşdarî amadekirina Peymana Stenbolê nebû. Jinên ji Tirkiyeyê beşdarî van komîsyonan bûn. Ji ber vê, kesî tiştek li Tirkiyeyê ferz nekir.”
‘Qanûna hejmar 6284 îşaret bi Peymana Stenbolê dike’
Esra Çîçek diyar kir ku Peymana Stenbolê newekheviya zayendî bi awayekî pir zelal pênase dike û got ku peyman tekez dike ku divê çi cure polîtîka ji bo misogerkirina wekheviya zayendî werin bicîhanîn. Esra Çîçek da zanîn ku di peymanê de madeyên ku jinan bi hêz dikin hene û axaftina xwe wiha domand:
“Di peymanê de mekanîzmayên yasayî yên ku di rewşên tundiya li dijî jinên koçber de werin şopandin û tedbîrên ku di rewşên tundiya li dijî kesên LGBTÎ+ de werin girtin, hene.
Vekişîna ji Peymana Stenbolê ne maqûl e. Wekî hûn dizanin, Qanûna Hejmar 6284 yekser piştî peymanê hate derxistin. Ev qanûn wekî hevwateya qanûnî ya navxweyî ya Peymana Stenbolê hate derxistin. Peymana Stenbolê peymanek navneteweyî ye, lê Qanûna Hejmar 6284 qanûna navxweyî ye. Qanûna Hejmar 6284 bi bandor nayê bicîhanîn, lê hîn jî di meriyetê de ye. Û dema ku Qanûna Hejmar 6284 dihat nivîsandin, pêşgotin wiha digot, ‘Di rewşên di qanûnê de xalek têkildar tune be, dê bendên Peymana Stenbolê werin sepandin.’ Ev tê wê wateyê ku di her rewşek ku xalek têkildar tune be, em ê dîsa jî behsa Peymana Stenbolê bikin. Ji ber vê, her çend vekişînek fermî hebe jî, em wê wek vekişînek temamî nabînin. Ji ber qanûn bi zelalî behsa ‘Peymana Stenbolê’ dike. Di aliyê jinan d, Peymana Stenbolê hîn jî di meriyetê de ye.”
Newekheviya zayendî ya civakî: Her roj du jin tên kuştin
Esra Çîçek, diyar kir kudi bingehê gelek tiştên ku îro jin dijîn de ‘newekheviya zayendî’ heye û got: “Peyman bi zelalî newekheviya zayendî û berpirsiyariyên dewletan pênase dike. Em dibêjin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ ji ber piştî ku Tirkiyeyê Peymana Stenbolê îmze kir, di kuştinên jinan de kêmbûnek girîng çêbû. Dema ku em 10 salên dawî bi salên din, bi taybet 4-5 salên dawî bînin ber hev, hejmar veguheriye komkujiya jinan. Me berê digot ku her roj jinek tê kuştin; niha du ne. Ji ber vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê her roj du jin dimirin. Lêbelê, pêwîste ku hem helwestên siyasî werin girtin û hem jî polîtîkayên ku mafê jiyanê yê jinan diparêzin werin hilberandin. Bê guman, ev dê bi têkoşîna jinan çêbibe. Wekî rêxistinên jinan, em ê dev ji vê têkoşînê bernedin.”
Hûn dikarin bi rêya vê lînkê xwe bigihînin hemû bendên Peymana Stenbolê:
https://istanbulsozlesmesi.org/sozlesmenin-tam-metni