Jin li başûrê Lubnanê tevî pêlên koçberiyê hêviyê diafirînin
Li navçeya Sûrê ya li başûrê Lubnanê, jin ji bo ji nû ve dest pê bikin li benda bidawîbûna şer namînin. Ew di nava koçberiyê de bi coş, hişmendî û rûmet hêviyê diafirînin.
FADIYA CUMA
Beyrûd – Li dilê başûrê Lubnanê, bi taybetî li navçeya Sûrê, çîrokeke bêhempa derdikeve holê. Jinên ku di bin giraniya şer de neşikestine bi tov, ax û rûmetê re rûbirûyî koçberiyê bûne hene. Her çendî gund bi tevahî wêran bûne û gelek malbat hê venegeriyane malên xwe jî însiyatîfa "Tovên Sûr" weke qadeke jiyan û berxwedaneke nerm ku ji hêla jinên ji deverên sînor hatine koçberkirin ve tê birêvebirin, hêviyê dide.
Ji koçberkirinê ber bi hilberînê ve
Ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê, di Cotmeha 2023'an de, bi hezaran malbat neçar man mal û gundên xwe yên li ser xetên şer biterikînin û li bajar û bajarokên peravê yên ewletir bigerin. Di nava wan de jinên ku erd, mal û çavkaniyên xwe winda kirine lê îradeya xwe ya xebat û avakirinê winda nekirine jî hene.
Di vê çarçoveyê de, Yekîneya Rêvebiriya Karesatan a Yekîtiya Şaredariyên Navçeya Sûrê, bi hevkariya UN Women, projeyek çandiniyê da destpêkirin ku jinan ji nû ve bi erdên wan ên nû ve girêdide, deriyên ji bo aramî, kar û dahatiyek baş ji wan re vedike.
Jin hêviya vegerê dirêsin
'Tovên Sûr' ne tenê projeyek çandiniyê ye. Ew riyeke ber bi bihêzkirina aborî û civakî ve ye ku bi perwerdekirina jinên penaber di çandiniya organîk, lênêrîna kreşan, hilberîna dabînkirinê û xebata li metbexek civakî de, xizmeta bi sedan malbatên bandordar dike dest pê dike. Di berdêla karê xwe de, jin mûçeyek rojane digrin ku ev yek serxwebûna wan zêde dike û çavkaniyek peyda dike da ku di şert û mercên dijwar ên koçberiyê de piştgiriyê bidin wan.
Lê ya herî girîng ew e ku proje hesteke kûr a aîdiyetê diafirîne û ji bo jinan rêbazeke berbiçav a berxwedana rojane, dûrî çekan û nêzî axê, peyda dike.
Pêwistî bi berdewamî û berfirehkirinê heye
Pêwistî ji projeyê zêdetir e. Bi hezaran jin hê bê cih û war in, hinek ji wan ji hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane û niha li bajarokên weke Sûr, Raşidiye û Borj El Şemalî dijîn, bêyî ku pêşerojeke wan hebe. Berfirehkirina van însiyatîfan û girêdana wan bi planên çandinî û bazarê yên neteweyî re riya bidestxistina ewlehiya aborî û civakî ji bo wan e.
"Tovên Sûrê" ne tenê sebzeyên ku werin çandin in, rûmet û maf in û veberhênanek rastîn bi mirovan re, bi taybetî bi jinên ku ji kavilan jiyanê diafirînin re çêdike.