Jin komînên xwe ava dikin

Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temirê Nûhad Şindî da zanîn ku wan di dawiya sala 2025’an de dest bi avakirina komînên jinan kirine.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Ji jinên ku li ser vê erdê di tevahî serdemên dîrokê de, rolên pêşeng û bi bandor di civaka komînal de lîstine û hêza pêşeng a civaka komînal bûn, tenê şopek maye.

Tevî 13 salên şoreşê jî pirsgirêka azadiya jinan hê jî heye. Demokrasiya komînal li ser azadiya jinan hatiye avakirin û girîng e ku ev baş were fêmkirin.

Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya dest bi avakirina komînên jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.

Komîna jinan çawa ava dibe?

Komîna jinan ji 11 jinan pêk tê, 3 jê rêveber in yek ji van rêveberiyan hevseroka Komîna Giştî ye. Li gorî pêwistiyan Komîteya Aborî, Komîteya Tendirustî, Komîteya Parastina Cewherî ya Jinan, Komîteya Aborî û Kooperatîfan, Komîteya Edaletê, Komîteya Jîngehê, Komîteya Hîlala Zêrîn û Komîteya Darayî, tên avakirin.

Hemû çavkaniyên komînên jinan dikevin xizmeta komînên jinan. Ji sedî 30 bûdçeyên giştî yên komîna giştî digihîjin komîna jinan jî. Kongra Star û Zenûbiya xebatên komînan dişopînin û mehane komîn bi rapora xwe ya xebatê beşdarî civîna mehan ya Kongra Star û Zenûbiya dibin.

Avakirina komînên jinan ji Çiyayê Kizwanan dest pê kir

Li bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê jî Kongra Star dest bi avakirina komînên jinan kiriye û avakirina komînan ji Çiyayê Kizwanan destpê kiriye.

Çima destpêkê Çiyayê Kizwanan, sedem ew e ku hê jî li wir pirsgirêka azadiya jinan, famkirina rast a demokrasiyê, wekheviya di navbera jin û mêr de bêyî ciyawazî qebûlkirin, hevjiyana azad û tundiya li ser jinan heye.

Ji bo ku pirsgirêk rastir werin xwendin, analîzkirin û çareserî were dîtin pêwistî bi xweseriya jinan hebû ku di bin sîwanek de li her gund û taxê werin ba hev.

Hevserokên komînan keyatî ji holê rakirin û bi hev re ji nû ve rolên jin û mêr didin nasîn

Rêvebera Kongra Star Nûhad Şindî da zanîn ku bi Şoreşa Rojava re pergala komînan keyatî ji holê rakirine û bi hevserokên jin û mêr re hewl dane hişmendiya keyatiyê biguherînin û got: “Hevserokatî pergaleke ji nû ve danesîna rola jin û mêr di civaka me ya niha de ye, piştî ku rolên wan di serdemên berê de hatibûn berovajîkirin û paşguhkirin.”

Nûhad Sindî da xuyakirin ku komîn êdî ji rewşa keyatî û hişmendiya xizmetê derketine û ji nû ve tên avakirin ku her kes xwe berpirsyar bibîne. Çawa vê pergala demokrasiyê bi pêş bixin û her ferdeke civakê bibe xwedî gotin û kesayetek serbixwe û azad û ferdê neteweya demokratîk.

Nûhad Sindî pêwistiyê dibîne ku jin û mêr bi hev re biryarên hevbeş bistînin û çarenûsa civak û malbatên komînê diyar bikin. Ne ku ji hevserokek tenê biryarek ferdî derkeve û bi encamên neyînê li wan vegere. Jin li dijî hişmendiya ku dixwazin wan bê rol û şop bikin di nava tevgerê de ne.

Komînên jinan li kêleka komînên giştî têkoşînek mezintir dimeşînin

Nûhad dibêje ku piştî avakirina komînên giştî wan pêwistî dît komînên jinan ava bikin. Komînên jinan, li kêleka komînên giştî bêyî cudahî û ferq di navbera jinan û gelên herêmê de, wê bêhtir têkoşîna li dijî her cure serdestî, desthilatdarî, dagirkerî û hilweşîna civakê bimeşînin.

Stargeha jinan a pêşîn êdî komîna jinan e

Nûhad Sindî li aliyekî din bal kişand ser rewşa jinan a di nav civakê û got: “Ji ber ku jin di nava tax û gundan de bêhtir bi tundiyê re rûbirû dimînin ji bo ku em bi leztir xwe bigihîjînin jinan û ji bo em girîngiya malbata demokratîk bidin nasîn, jinan biparêzin, pêwistî pê hebû em komîna jin ava bikin.”

Nûhad Sindî got ku wê jin di nava komînên jinan de bêhtir di warê perwerde, tendirustî, aborî, jîngeh û hunerî de mafên xwe bistînin. Bêhtir edaletê û zagonên ku mafên wan diparêzin nas bikin û têgihîştinek wan a zagonî çêbibe.

Destkeftiyeke Şoreşa Jinan e

Nûhad Sindî got ku avakirina komînên jinan encama destkeftî û serkeftinên jinan ên 14 salên Şoreşa Jinan e û got: “Gaveke derengmayî bû lê sedemên wê jî ew e ku herêma me bi qasî salên şoreşê rastî êrîşên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker dihat û heta niha jî didomin. Lê li aliyê din jî têkoşîn bi awayekî bi hêztir bi avakirin û pêşxistinê didome.”