‘Jin Jiyan Azadî riya pêkanîna konfederalîzma jinan e’
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Rohilat Efrîn bal kişand ser girîngiya parastinê û pêkanîna konfedralîzma jinan û diyar kir ku pêwîst e şerê qirkirinê yê li dijî jinan were sekinandin.
SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM
Tebqa- Jin li hemû cîhanê bi paşguhkirin û dûrxistina ji rola xwe û mafên xwe yên rewa re rûbirû dimînin. Li Rojhilata Navîn bi taybetî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya jin roleke girîng tê de lîstin, çanda heyî ya bi felsefeya Jin Jiyan Azadî tê birêvebirin û hêzên xwe yên taybet ava kirin ji bo xwe biparêzin û azadiya xwe misoger bikin. Bi vê yekê bûn mînak ji bo hemû jinên cîhanê.
Jansa me bi Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Rohilat Efrîn Der barê girîngiya hevgirtina jinan, bi felsefeya Jin Jiyan Azadî pêkanîna konfederalîzma jinan, hevdîtineke taybet pêk anî.
‘Rojhilata Navîn bi şerê qirkirinê re rûbirû ye’
Fermandar Rohilat Efrîn di destpêka axaftina xwe de got: "Pêvajoya em tê re derbas dibin gelekî hesas e. Cîhan bi tevahî û Rojhilata Navîn bi taybetî bi şerê qirkirinê yê nav lê nehatiye kirin ango bi şerê cîhanê yê sêyemîn re rûbirû ye. Yên herî zêde mafên wan di van şeran de tên binpêkirin jin in. Ji bo em bikaribin li hemberî vê yekê bisekinin divê jinên bexwedêr xwedî nêrîn bin û di hemû aliyan de birêxistinkirî bin. Bi taybetî ji aliyê parastinê ve divê ji malê dest pê bikin heta kolan û bajaran li her derê xwe di warê parastinê de birêxistin bikin."
‘Jinên birêxistinkirî jinên bi hêz in’
Rohilat Efrîn di berdewama axaftina xwe de ev yek anî ziman: "Di sedsala 21’ê de divê jin rewşa heyî biguherînin û xwe bi pêş bixin li ser vê bingehê me panela jinan û parastinê ya duyemîn li ser asta Rojhilata Navîn di bin dirûşma "Jina birêxistinkirî jina bi hêz e û jina bi hêz bingeha parastina xweser e" li dar xist ji bo ku ji hemû jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê re girîngiya parastina jinan were vegotin. Di hemû civakên li cîhanê de em dibînin jin di gelek waran de lawaz in lê belê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ev rewş guherî û jinan xwe nas kir, mafên xwe hîn bû. Bi vê yekê ji bo azadiyê her dem di nava hewldanan de ne. Lidarxistina panelê di 25’ê Mijdarê de bi taybetî berdewamkirina hewldana avakirina konfederalîzmeke jinan ji bo hemû jinên cîhanê bû. Ger konfederalîzma jinan çêbibe dê jin di bin wê sîwanê de li dijî tundî qirkirin paşguhkirin û dûrxistinê li hev kom bibin."
Der barê rastiya jinan a li Rojhilata Navîn û bi taybetî nebûna jinên Ereb di siyasetê de Rohilat Efrîn wiha got: "Li cihên ku berxwedan, têkoşîn û şer heye girîngiya birêxistinkirina jinan jî heye. Dema em behsa girîngiya azadiya jinan dikin em pêkhate, yan mezhebek bi tenê nagirin dest. Em behsa jinên ji hemû pêkhate û mezheban dikin ji bo li dijî zihniyeta baviksalar destên xwe bidin hev û li hemberî hemû zehmetiyan bisekinin."
‘Şerên dijwar ên li dijî DAIŞ’ê bi fermandariya jin û ciwanan bi ser ketin’
Rohilat Efrîn der barê girîngiya felsefeya Jin Jiyan Azadî ya ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor bûye wiha got: "Şerên dijwar ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker bi fermandariya jin û ciwanan rûdan û bi ser ketin. Jinan bi tevlibûna nava refên YPJ’ê hêza xwe îsbat kirin. Ji ber wê şoreşa jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû mînak û hêz."