‘Jin Jiyan Azadî’ bû çavkaniya guhertinê

Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ne tenê bû parêzvana mafên jinên li Îranê, li dijî rejîmên zordar mohra xwe li hemû cîhanê da, bû sembola têkoşîna li dijî zilmê û daxwaza mafên gerdûnî, bû çavkaniya guhertin û têkoşînê.

HELÎN REŞÎD

Jîna Emînî a ku di sala 2000’an de li bajarê Saqizê ya Rojhilatê Kurdistanê hat dinê, di 13’ê Îlona 2022’an de bi hinceta ku hîcabê li gor rêgezên îslamî nedaye serê xwe ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin. Jina Emînî a ku hat îşkencekirin piştî 3 rojan li nexweşnaneya Tehranê ku dihat dermandirin jiyana xwe ji dest da. Bi qetilkirina Jina Emînî re çirûska serhildanê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêket. Dengê jinên Kurd û Îranî li çar aliyên cîhanê hat bihîstin. Di dema serhildanê de jinan hîcabên xwe ji serê xwe derxistin û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Kolanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi çalakiyan hat dagirtin û enerjiya di hundirê çalakvanan bû tevgerek ku sînorên cîhanê derbaskir.

Mohra xwe li cîhanê da

Qetilkirina Jina Emînî di asta navneteweyî de jî balkişand û piştgirî girt û binpêkirina mafên mirovan yên rayedarên Îranê ve li dijî çalakvanan, fikara navneteweyî zêde kir. Ji ber vê sedemê Parlementoya Ewropayê di sala 2023’an de Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov da serhildana Jîna Emînî û “Jin, Jiyan, Azadî”. Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov salane ji kes an komên ku di parastina mafên mirovan û azadiyên bingehîn de alîkariyek girîng kirine tê dayîn. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ne tenê bû parêzvana mafên jinên li Îranê, li dijî rejîmên zordar mohra xwe li hemû cîhanê da, bû sembola têkoşîna li dijî zilmê û daxwaza mafên gerdûnî, bû çavkaniya guhertin û têkoşînê.

Têkoşîna jinan didome

Çalakiyên bi pêşengiya jinan ku zêdetirî 4 mehan li kolanan dirûşim hat berzkirin û li navendên girîng bi taybetî zanîngehan li dijî desthilatdarên Îranê çalakî hat li dar xistin. Xala sereke bû û şoreş bû sembola cîhanî ya têkoşîna edalet, wekhevî, mafên mirovan û di dîroka gelê Kurd de qonaxeke girîng pêk hat. Bi taybetî ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ piştî ku li hemû cîhanê deng veda, dema jinên Hindistanê li dijî destavêtin û qetilkirina bijîşka ji Hindistanê daketin kolanan û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” qîriyan, meyla civakê li ser vê xeta şoreşê didome. ‘Jin Jiyan Azadî’ bû dirûşma rizgariyê.