Jin ji Tehranê bang dikin: Divê cezayê îdamê bê rakirin
Li Tehranê jinan piştgiriya xwe ya ji bo endama KJAR’ê Werîşe Muradî û rojnamevan Pexşan Ezîzî ku dewleta Îranê cezayê darvekirinê li wan birîbû, ragihandin û daxwaza berdana girtiyên siyasî kirin.
PERGIN SULTAN
Tehran – Dewleta Îranê bi taybet piştî serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' zextên xwe yên li ser jinên li dijî xwe zêdetir kir. Çalakvanên jin yek li pey hev hatin girtin, bêyî ku haya wan ji tawanên li ser wan hebe, hatin zîndanîkirin û hinekan jî bi îdamê hatin mehkûmkirin.
Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan; Tenê di meha Cotmehê de li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 33 jin hatin girtin. 24 çalakvanên jin ku 7 ji wan Kurd in, li dadgehên rejîmê bi zîndanê hatin mehkûmkirin. Her wiha hat ragihandin ku di nava mehekê de 5 jin hatine darvekirin û 6 jin ku 2 ji wan Kurd in hatine binçavkirin.
Di dema ku îdamkirina jinan li Îranê bû sedema bertekên mezin li cîhanê, lê ev rewş ne tenê li Îranê, lê di tundî û zordariya rejîmên otorîter ên cîhanê de jî weke xaleke girîng tê dîtin. Cezayên îdamê yên li welat li dijî endama KJAR'ê Werîşe Muradî û rojnameger Pexşan Azîzî tên dayîn, bertekên jinên cîhanê dikişîne.
‘Felsefeya ku ew diparêzin girîng e'
Biryara derbarê Werîşe Muradî û Pexşan Azîzî de li welat ne yekem e. Jin di bin zextên rejîmên îslamî de tên tepisandin. Lara Fellahî ku di warê mafên jinan de dixebite, ji ajansa me re nirxandinek kir.
Lara Fellahî da zanîn ku cezayê du parêzvanên mafên jinan li welat û cîhanê bû sedema hêrseke mezin û wiha got: “Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî ne tenê ji ber ku jin in ji bo me girîng in, ya girîng jî felsefeya wan, awayê şerkirinê û tevheviya hewldanên wan ên jiyanê ye. Ev yek wan ji bo civaka jinê taybet û bi nirx dike. Felsefeya wan heye ku wekheviya hemû gelên Rojhilata Navîn radixe pêş çavan û azadiya jiyanê ya her kesê ji van xakan diparêze.”
Lara Fellahî amaje bi wê yekê kir ku biryarên dewleta Îranê dikare encamên giran bi xwe re bîne û got, “Em çiqasî li dijî vê yekê bi biryar bin, ewqasî dikarin îdamê rawestînin. Ji ber vê yekê divê em her tiştî bikin. Divê em ji bo jiyanek azad têbikoşin ji ber ku wan ji bo jiyan û azadiya jinan têkoşiya.”
'Em biryarên rejîmê bi tundî şermezar dikin'
Parêzera mafên mirovan Linda Lotfian, diyar kir ku ew her tim bûne şahidê cezayên îdamê yên ji aliyê rejîmên dîktator ve li jinên mûxalîf tên dayîn, bi taybet di demên dawî de ev zext zêde bûne. Lînda Lotfîan got, "Piştî serhildana jinan, dewletê li Îranê ji ber ku ji jinên azadîxwaz ditirsiya zext û zordariya xwe zêde kir" û axaftina xwe wiha domand:
“Me ji bo jiyan, azadî û wekheviyê ji bo Werîşe Muradî û jinên din ên cezayê darvekirinê têdikoşin. Em jin li cem wan disekinin û biryarên rejîmê bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin her kes dengê me bibihîze. Hêviya me heye ku em ê di bin ala azadiyê de rojên geş bibînin."
Lînda Lotfian anî ziman ku cezayê darvekirinê yê Werîşa Muradî hemû jinan eleqedar dike û got, dewleta Îranê di vê demê de ji yekîtiya jinan ditirse.
'Jin ji her demê wêrektir in'
Parêzer Pune Khoraman cezayê ku li Werîşe Muradî hatiye dayîn weke neheqî nirxand û got:
"Bêguman ev ceza jî weke yên din bêyî belgeyên têrker hatiye dayîn. Piştî lêpirsîn û îşkenceya bi mehan ev biryar li ser civakê felaket e. Xuya ye ku dewlet bi zextên li ser jinan û avêtina hêrsê hewl dide têkçûna xwe veşêre. Her roj cezayên darvekirinê tên dayîn, çalakger tên binçavkirin û girtin. Ev di heman demê de tê wateya hewldanên jinan ên di serhildanên şoreşgerî de. Jin ji her demê hê wêrektir têkoşîna xwe didomînin. Di serî de Rojhilata Navîn li her derê cîhanê jinên azad û têkoşer di nav piştevaniyekê wiha de ne ku civakê bîne ba hev û ya herî girîng jî sînoran derbas bike.”
Werîşa Muradî di 1ê Tebaxa 2023an de ji aliyê berpirsên ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hat girtin û du caran li Serdozgeriya Komarê û Înqilaba Tehranê hat lêpirsîn. Ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn. Pêvajoya darizandina Werîşe Muradî ji destpêka binçavkirinê ve neheq bû. Tevî greva birçîbûnê ya 20 rojan a Werîşe Muradî jî destûr nedan ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û mafê wê yê dermankirinê jî bê par ma. Li ser daxwazên parêzvanên mafên mirovan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Evînê bi dawî kir.