Jin ji bo parastina destkeftiyên 13 salan xwe perwerde dikin

Kongra Star a Kantona Hesekê, piştî banga seferberiyê ji bo komîteyên xwe dewreyek fêrkirina çekê da vekirin û beşdarên dewreya perwerdeyê tekez kirin ku bi hêzkirina qada parastinê bersiva pêvajoyê ye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo xweparastinê seferberiyên giştî ragihand. Kongra Star a Kantona Hesekê li ser banga seferberiyê dewreya fêrkirina çekan bi pêşengtiya bi Hêza Parastina Civakî HPC-JIN da vekirin. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn anîn ziman ku ew ji bo parastina destkeftiyên xwe yên 13 salan xwe di her milî de perwerde dikin.

Dewreya perwerde 3 roj dewam kir, roja yekem li ser girîngiya şerê gelê şoreşgerî û rola jin di parastina xaka xwe dest pê kir. Di roja duyemîn û sêyemîn jî li ser çawanîna bikaranîna çekê, vekirin û girtina wê ji aliyê Hêza parastina Civakî HPC-JIN hate dayîn. Di dewreyê de 30 jin ji endamên komîteyên Kongra Star a Kantona Hesekê amade bûn.

‘Xweparastin mafekî rewa ye’

Berdevka Komîteya Perwerdê a Hêza Parastina Civakî HPC-JIN Leyla Misto, da zanîn ku armanca wan ewê ku jin bikaribe xwe biparêze û bibe bersiv ji pêvajoya heyî re û wiha got: “Xweparastin mafekî xwezayî ye û di rastiya her zindiyekî de tê dîtin. Pêvajoya ku em derbas dibin, pêwistiya me bi xweparastinê heye û yê ku bikaribe tax, mal, xwe û civaka xwe biparêze jin e. Lewma em dewreyên bi vî rengî vedikin.”

‘Di şeran de jin bingeha hêz û berxwedaniyê ye’

Endama Komîteya Tenduristî a Kongra Star Cumana Ehmed jî, tekez kir ku di şeran de jin bingeh û sembola hêz û berxwedaniyê ye û wiha domand: “Armanca me ji tevlîbûna perwerdê ew ê ku em bizanibin çawa çek bikarbînin û bikaribin qada parastinê xurt bikin. pêvajoya ku em derbas dibin pêwistî bi rihê şerê gelê şoreşgerî heye, lewma xweparastin esas e û dem dema parastina deskeftiyane. Ji bo em bikarin wan biparêzin pêwistî bi hêzkirina qada parastinê heye ku em xwe, tax, mal, û xaka xwe biparêzin. Dijminê me dijminekî hove, dema êriş dike jinan dike armanc, lewma ev perwerde ji bo parastina mafê me yê rewa ye. Hêzkirina qada perwerde ji aliyê jinan bersive ku kes nikare hêz û îradeya me bişkîne û em ê heya dawî li ber xwe bidin. Banga me ji tevahî jinan heye ku ji derfetan sûd bigrin û mirov fêrî çi bibe, serkeftine.”

‘Dem dema parastina ked û tekoşîna 14 salan e’

Her wiha Endama Komîteya Perwerdê ya Kongra Star Cengîman Şêxo jî, destnîşan kir ku parastina civakê ji jinan tê xwestin û wiha got: ”Jin di Şoreşa Rojava de qeydên ku jin nikare tiştekî bike şikand û rola xwe di hemû qadê jiyanê de lîst. Bi pêşengtiya jinan 14 sal ji berxwedanî, tekoşîn û fedekarî hate domandin û gelek encam jê hate girtin. Niha dem dema parastina keda wê berxwedanî û tekoşînê ye. Di vê pêvajoyê de tê xwestin ku bi taybetî di qada parastinê de her jinek birêxistinkirî be. Lewma armanca me ya tevlîbûna perwerdê ewe ku em fêrî çekê bibin û bibin bersiv ji vê pêvajoyê re. Em hemû YPJ’ê ne, heya dawî jî em ê piştgirî bidin şervanan û ji bo piştgiriyê çi were xwestin em amade ne.”