Jin di Rêveberiya Xweser de stûna bingehîn e
Gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe re êşên şer jiyan kir, lê belê tecrûbeya xweparastinê ya jinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, di asta pêşengiyê de ye.

SÊRÎN MUHEMED
Heleb – Taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê, îro di bin dorpêçeke giran de ne. Ketin û derketina sivîl û milkan, bi tevahî hatiye astengkirin. Li van taxan, di 6’ê Cotmehê de rê bi tevahî hatin girtin. Lewma niştecihên taxê, jin û mêr, ciwan û kal, li dijî van pêkanînan, xwepêşandanan li dar xistin. Berpirsê van pêkanînan, koma cîhadîst a bi navê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) e.
Rola jinê ya di şer de
Cîhan El-Ebdullah a yek ji nişteciha taxa Şêx Meqsûd e û bi berxwedana xwe tê nasîn, diyar kir ku ev tax 13 sal in zilm, koçberî, dorpêçkirin, wêrankirin û her cûre şer dijî û di vê pêvajoyê de jinan rolek mezin lîstine. Cîhan el-Ebdullah, da zanîn ji destpêka bomberan û dorpêça rejîma Baasê ya li dijî taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê, jinên taxê rolek xurt û çalak lîstine, li kêleka şervanan sekinîne û piştgirî dane.
Cîhan El-Ebdullah, axaftina xwe wiha domand: "Me ji dema ku rejîma Baasê şerê li dijî taxa me da destpêkirin û vir ve, gelek tişt dan. Îro, êşa gelê Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê hîn jî bi dawî nebûye. Piştî hilweşîna rejîmê, Heyet Tehrîr el-Şam hat û dorpêçeke giran li ser van taxan ferz dike.”
Rola bingehîn a jinê ya di rêxistin û parastinê de
Cîhan El-Ebdullah, yek ji wan jinan bû ku xwarin ji bo şervanan amade dikir. Jin, li kêleka kesên ku ji bo parastina axa xwe cane feda dikirin, têdikoşiyan. Cîhan el-Ebdullah, van rojan wiha vegot: "Me li deverên şer têkoşînek mezin da, birînan derman kir. Wê demê ne sebze û ne jî nan hebû. Me pariya dawî ya nan, dida şervanan û bi ava dawî jî birînên wan paqij dikir."
Xweparastin
Cîhan El-Ebdullah, destnîşan kir piştî hilweşîna rejîmê jî polîtîka neguherîne û wiha got: "Piştî Baasê, em ketin pêvajoya xweparastinê. Jinan di vê pêvajoyê de roleke sereke lîstin. Me komîn û komên jinan ên nava taxan ava kirin. Jin xwedî jêhatibûna rêxistinkirina him malên xwe û him jî karê xwe bûn."
Cîhan El-Ebdullah, da zanîn jin şer, parastin, berxwedanê û hemû qadan de bi şêwazên bêhempa û afirîner derdikevin pêş û dawiya axaftina xwe de wiha got: "Piştgiriya Rêber Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna jinan pir girîng e. Em daxwaz dikin azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bibe. Doza me pirsgirêka hebûnê ye. Me ev têkoşîn ji bav û kalên xwe mîras girt û em didomînin.”
‘Jin li eniyên pêşîn bûn’
Sûad Hesen, yek ji wan jinan e ku dema şoreşa Sûriyeyê di sala 2012’an de çêbûye, di rêxistinên jinan ên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd de têkoşînek çalak daya. Sûad Hesen, diyar dike ku heman salê komên ku ji aliyê hêzên dagirker ên Tirk û rejîma Baasê ve dihatin destekkirin, taxê dorpêç kirin e û wiha axivî: “Di vê dorpêçkirinê de, gel bi îradeyek û hêzek mezin li ber xwe da. Jin li vir jî li eniyên pêşîn bûn. Jin û mêrên ciwan ên li taxê birêxistin kirin, xwarin amade kirin, ji bo tesbîtkirina birîndaran serdana nexweşxaneyan kirin û ji bo berdewamkirina hevgirtina gel hewildanên mezin dan.”
Sûad Hesen, yek ji damezrînerên Yekîneya Kule Selmo ya yekem yekîneya "Hêzên Parastina Civakê - Jin" ku li Helebê hate damezrandin e. Sûad Hesen, da zanîn ku bi rêya rêxistinkirina jinên li taxê, pêşengtî kirine.
Çîrokên trajedî
Di êrîşên rejîma Baasê yên li dijî Eşrefiye û Şêx Meqsûdê de gelek sivîl hatin qetilkirin an jî birîndar bûn. Sûad Hesen, bûyerek trajîk ji vê pêvajoyê vegot: "Piştî êrîşekî jinek digiriya, min jî pirsî ka çi bûye. Jinê, wiha got, 'Min kurê xwe yê 12 salî ji bo nan şandibû benda derbasbûnê. Dorpêç hebû. Kurê min di encama teqîna bombeyek de jiyana xwe ji dest da.” Piştî sê rojan min heman jinê li nexweşxaneyê dît. Vê carê, hevjinê wê dema ji bo hewariya kurê xwe li mizgeftê bûye, di encama teqîna bombeyek de jiyana xwe ji dest daye. Piştî mehek birayê wî jî ji aliyê rejîmê ve hat kuştin."
‘HTŞ’yî heqaretê li jinan dikin’
Sûad Hesen, da zanîn ku piştî hilweşandina rejîma Baasê jî polîtîkayên zextker neguherîne û wiha axivî: "Vê carê, Heyet Tehrîr el-Şam hat. Destpêkê em bi hêvî bûn. Hinek peyman hatin îmzekirin. Lê car caran rêyên diçin taxan tên girtin. Bi giştî heft bendên derbasbûnê hene. Lê di 6’ê Cotmehê de giştî rê hatin girtin. Niştecihên taxê li dijî HTŞ’ê serhildan kirin, lê komên cîhadîst bi tund êrîşê gel kir. Piştî vekirina rêyan, HTŞ’ê bendên kontrolê yên bêserûber danîn, jinan bi awayekî neqanûnî lêgerîn dikin û heqeret li jinên ciwan ên derbas dibin dikin. Armanca van pêkanînan ew e ku zext li gelê Eşrefiye û Şêx Meqsûdê bikin.”