‘Jin di avakirina civakeke demokratîk de hevkarên bingehîn in’

Akademîsyen Ibtîsam Husên tekez kir ku heta mafên jinan di destûrê de tunebin li Sûriyeyê dadwerî û demokrasî çênabe û got ku divê hebûna jinan weke hevkarî di saziyên biryardayînê de were destnîşankirin.

ESMA MUHAMAD

Qamişlo – Mijara mafên jinan di nîqaşên der barê nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de didome. Ji ber ku ew yek ji stûnên bingehîn ên avakirina dadwerî û demokrasiyê ne. Jin salan hatin paşguhkirin û ji pêvajoyên biryarê hatin dûrxistin loma di vê pêvajoyê de bicihkirina mafên jinan di destûrê de bûye gaveke girîng ji bo misogerkirina beşdariya wan a çalak di jiyana siyasî û civakî de.

Di vê çarçoveyê de, akademîsyen Ibtîsam Husên a ji bajarê Qamişloyê tekez dike ku ev kêlî derfeteke dîrokî ye ji bo vegerandina rola jinên Sûriyeyê û xurtkirina beşdariya wan a di biryardayînê de.

Ji hêzdariya jinan ditirsin

Ibtîsam Husên diyar kir ku tirsa siyasetê ya ji bihêzbûna jinan nîgeraniyek li ser hişmendiya zêde ya jinan û şiyana wan a bandorkirinê nîşan didin û got: ”Ez bawer dikim ku nerazîbûna hinek hêzan li hemberî bicihkirina mafên jinan di destûrê de ji tirsa rastîn a veguherînên ku beşdariya jinan di jiyana giştî de dikare ferz bike derdikeve holê. Bi taybetî dema ku jin maf û şiyanên xwe bizanibin û bikaribin li ser sînorên ku ji hêla pergalên paşverû ve bi salan li ser wan hatine ferzkirin derbas bibin.”

Ibtîsam Husên destnîşan kir ku naskirina mafên jinan ji hêla destûrî ve ne tenê bendeke zagonî ye, gaveke e ku rê li ber beşdarbûna rastîn a jinan di siyaset, aborî û civakê de vedike û wiha domand: ”Ev yek ger pêk were dê ji nû ve pergala desthilatdariyê bi teşe bike. Ev yek di nava hinek hêzên siyasî de fikaran çêdike, fêm dikin ku bi hebûna mafên jinan dê di warê zagonî û siyasî de jin bikaribin bigihîjin pozîsyonên bi bandor û biryardayînê.”

Jin di avakirina civakeke demokratîk de hevkarên bingehîn in

Ibtîsam Husên tekez kir ku jin bi hişmendî û îradeya xwe dikarin beşdarî avakirina civakek demokratîk a li ser bingeha wekhevî û hevsengiyê bibin û got: ”Axaftina li ser azadiya rastîn di nava civakê de kêm dimîne heya ku jin di pêvajoya avakirin û guhertinê de hevkarên sereke nebin. Ji ber ku dûrxistina wan tê wateya dûrxistina nîvê civakê û qelskirina şiyana wê ya pêşketinê. Civaka azad bi malbateke demokratîk dest pê dike ku rola jinan nas dike û rêzê li mafên wan digre. Dema ku cihê rast ji jinan re tê dayîn, ev yek di tevahiya civakê de xuya dike.”

Paşguhkirina dîrokî mîrateyek giran e xwe berdewam dike

Ibtîsam Husên destnîşan kir ku paşguhkirina ku jin di tevahiya dîrokê de rastî wê hatine ne bûyerek demkî ye, encama kombûneke dirêj a polîtîkayên civakî û çandî ye, rola jinan bi çarçoveyek teng sînordar kiriye, da zanîn ku li gorî vê jin tenê bi kar û barên malê re sînordar in, bi zanebûn ji pozîsyonên siyasî û civakî hatine dûrxistin. Di dîrokê de gelek hêzan hewl dane jinan bêdeng bikin û wan bê bandor bihêlin. Ji ber ku ji şiyana wan a ji bo guhertinê ditirsin.

Argumanên qels ji bo dûrxistina jinan

Ibtîsam Husên da zanîn ku hinek hêz hewl didin dûrxistina jinan ji astên serokatiyê bi hincetên civakî yan olî rewa bikin, wekî ku rola wan tenê bi malê re sînordar be yan jî xwedî şiyana birêvebirina saziyan nebin. Ibtîsam Husên wiha li gotinên xwe zêde kir: ”Bi van arguman armanc dikin ku qada giştî tenê ji bo mêran bihêlin û rê li ber gihîştina jinan ji pozîsyonên bi bandor bigrin. Biryarên di nava gelek saziyên siyasî de hê jî bêyî beşdariya jinan tên girtin. Ji ber ku hebûna wan pir caran bi temsîliyeta sembolîk ve sînordar e, ji beşdariya hejmareke sînorkirî ya wan derbas nabe. Di heman demê de pêvajoya biryardayînê bi çembera teng a mêran ve sînordar dimîne.”

Ibtîsam Husên tekez kir ku ji bo rûbirûbûna vê rastiyê pêwistî bi xurtkirina rola sazî û rêxistinên jinan ên ku ji bo hêzdarkirina jinan û hişyarkirina civakê li ser girîngiya beşdarbûna wan dixebitin heye û diyar kir ku yekîtî û hevgirtina jinan hêzek çêdike ku jin dikarin li hemberî hewldanên paşguhkirin û dûrxistinê bisekinin.

Derfeteke dîrokî ye divê ji dest neyê berdan

Ibtîsam Husên di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku qonaxa niha ji bo jinan derfeteke dîrokî ye divê mafên xwe bê tawîz daxwaz bikin û xurt bikin û bang li jinên ji her paşxaneyê kir ku hewldanên xwe bikin yek da ku temsîliyetek dadwer û rastîn di destûra nû ya Sûriyeyê û di hemû saziyên civakî de misoger bikin. Ibtîsam Husên got: ”Jin bi îrade û hêza xwe, dikarin bi bandor beşdarî avakirina civakek demokratîk a li ser bingeha edalet, wekhevî û hevkariya di navbera hemû pêkhateyên wê de bibin. Divê dengê jinan îro bilind be da ku pêşî li dubarebûna hinek rewşan were girtin.”