Jin bi ruhê Şerê Gelê Şoreşgerî parastina bajarê xwe dikin

Jinên Navçeya Tirbespiyê ya girêdayî bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî çek hilgirtine parastina bajar û destkeftiyên şoreşa xwe dikin.

Delal Cemîl

Tirbespî-  Jinên Navçeya Tirbespiyê ya girêdayî bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî li ser banga seferberiyê a Rêvberiya Xweser çek hilgirtine. Niha jî taxa û bajarên xwe diparêzin. Jinan navçeya Tirbespiyê bang li hemû jinan dikin ku di vê qonaxê de piştgirî bidin Şoreşa Jinê û destkeftiyên şoreşa xwe bi parêzin. 

‘Serkeftin para gelê Kurde’

Xedîce Ehmed diyar kir ku ew jî weke dayik tevlî seferberiya cenga parastina rûmetê bûne û taxên xwe diparêzin û got: “Em weke dayikên navçeya Tirbespiyê bi hevjîn û zarokên xwe re derketine parastina Komîn, tax û bajarê xwe dikin. Em bi vî temenê xwe yê mezin tevlî seferberiya, cenga parastina rûmetê bûne, da ku em destkeftkeftîyên şoreş û rûmeta xwe biparêzin. Çi dibe bila bibe em weke dayikên kurd piştgiriya şervanên xwe dikin da ku em welatê xwe ji çeteyan rizgar bikin û wê her tim serkeftin para gelê Kurd be.”

‘Em piştgiriya şervanên xwe dikin’

Her wiha Nesrîn Temo da zanîn ku bi jin zarok û kalemêran parastina bajarên xwe dikin û wiha berdewam kir: “Em weke gelê Tirbespiyê bi jin, zarok û kalmêr ve derketine piştgiriya şervanên xwe dikin ku şervanên me di mewziyên şer de parastina me dikim, em jî li vê derê parastina taxên xwe dikin, ji bo barê li ser pişta şervanên xwe hilgirin. Di kîjan demê de be jî em weke jinên Kurd amade ne, bi şev û roj li ser piya bin, bê rawestan heta em mafê xwe bi dest bixin.”

‘Erke li ser milê me herkesî bajarên xwe biparêzin’

Her wiha li aliyekî din jî Nalîn Temo diyar kir ku bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî destkeftiyên şoreşa xwe diparêzin û gotinên xwe wiha bi dawî kir : “Ji dema ku seferberî hat ragihandin em weke jinên navçeya Tirbespiyê, me jî cihê xwe di vê seferberiyê de girt. Erke li ser milê me herkesî ew ku em parastina bajarê xwe bikin, em ji 7 salî heta 70’ê salî rojane derdikevin parastina taxên xwe dikin. Em bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî derdikevin da ku em destkeftiyên şoreş, jinê û şehîdên xwe biparêzin.”