‘Jin bi riya Jineolojiyê derfeta xwenasînê dibînin’

Endama Akademiya Jineolojî ya li Qamişloyê Leman Mihemed Şêxo diyar kir ku Jineolojî ji roja ku derketiye holê heta niha bi awayek berfireh belav bûye û got: “Jinê bi rêya vî fikrî derfeta xwenasîn û hêza xwe dîtiye.”

ŞÎRÎN MIHEMED

Qamişlo – Li gel guherînên civakî û siyasî ku li Rojhilata Navîn di van deh salên dawî de hatî jiyîn, hewce kir ku rola jinan di civakan de û cihê wê ji nû ve were nirxandin. Ji ber vê yekê zanista jinê (Jineolojî), wek çirûskek nû ya pirsgirêkên jinan fêm dike û hewl dide mafên wan bi hêz bike, derket holê. Ev zanist ne tenê mijarek nîqaşê ye, ji bo pêşketina kes û civakan jî wek amûrek bi bandor hatiye qebulkirin.

Bi rêya akademiyên ku hatine avakirin û navendan, bi armanca belavkirina zanista jinê, dest bi pêşxistina tevgera jinan a çalak ku têgînên zanist, azadî û beşdariyê xwe dispêre bingehên civakê kir. Ceribandina akademiya Jineolojî ya li herêmên cûda yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn, mînaka zindî ya vê tevgerê ye.

‘Jineolojî’ ku zanista jinê ye, cara yekem di sala 2008’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di pirtû234ka bi navê ‘Sosyolojiya Azadî’ hatibû pêşniyarkirin. Di şertên zehmet de, ji sala 2011’an ve bi civînên veşartî dest bi nasandina wê hat kirin. Bi demê re bi taybet li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi semîner, atolye û konfaransên ku hişmendiya jinê bihêz dike, hat pêşxistin.

‘Em jinan perwerde dikin’

Endama Akademiya Jineolojî ya li Qamişloyê Leman Mihemed Şêxo têkildarî Jineolojî çawa bi xebatên civînên bi dizî gihîştiye vê aste wiha got: “Di sala 2008’an de Abdullah Ocalan Jîneolojî pêşniyar kir. Bi şoreşa Sûriyeyê ya 2011’an re bi awayê kom me bi dizî dest bi belavkirina vê zanistê kir. Ji bo em vê zanistê bi jinan û civakê bidin nasîn em gelek xebitîn. Destpêk her tim zor in. Lê belê bi demê re me ev hemû zorî derbas kir û em biser ketin. Bêyî sînorên temen, bi bernameyên perwerdê, panelên nîqaşê, atolye û çalakiyên cûda em jinan perwerde dikin.”

‘Li gelek herêman navendên me hene’

Leman Mihemed Şêxo da zanîn ku li gel berfirehbûna xebatan, perwerdeya jineolojî ji bo jinan hewce kir ku navendên akademîk were avakirin û wiha got: “Navenda destpêkê li Efrînê hat vekirin. Niha li Dêrîk, Qamişlo, Tebqa û herêmên din navendên me hene. Bernameyên me yên perwerdê yên rojane, heftane, mehane, salane, girtî û vekirî hene. Her meh em perwerdê didin bi dehan jinan. Zanista jinê ji bo me wek zanista jiyanê ye. Gelek mijarên ku di nava jiyanê de divê werin axaftin hene. Bi pêşkêşî, fîlm û desteka belgeyên dîrokî em ji jinan re radigihînin.”

‘Zanist ji hev qut nabin’

Leman Mihemed Şêxo diyarkir ku zanist ji hevdû qut nabin û got: “Zanista civakî (Sosyolojî) û jineolojî ji hev cûda nabin, hevdû temam dikin. Her mijar bi aliyê dîrokî û civakî tê destgirtin. Mînak dema mijara siyasetê tê destgirtin, siyaset çima derketiye, çawa tê bikaranîn û dewletên kapîtalîst ew çawa berovajî kiriye tê eşkerekirin.”

‘Li gorî asta fikrê herêman em bernameyên perwerdê amade dikin’

Leman Mihemed Şêxo anî ziman ku bernameyên taybet ên mijarên wek, zayendperestî, taybetmendiyên jin û mêr ên civakî û jiyana hevpar sererast dikin û got: “Perwerde li gorî asta fikrî û başdariyan û herêmê tê amadekirin. Ji ber li her herêmê asta fikir û kevnaşopiyên xwe hene. Ji bo pêşxistina ferd bi vê hesayetê em tevdigerin.”

‘Jinên ji hemû beşên civakî û etnîkî beşdarî perwerdeyan dibin’

Leman Mihemed Şêxo destnîşan kir ku jineolojî di civakê de her ku diçe zêdetir girîngî tê dayîn û wiha domand: “Her roj hejmara jinên ku vê zanistê nas dikin zêde dibe. Mînakên ji perwerdeyan, dilsoziyên dîrokî tê bikaranin, em hewl didin agahî hê zêdetir mayînde werin fêmkirin. Bi pirsan em dipirsin ku jin ji çi hez dikin û dixwazin çi biguherin, em wan ji nû ve ava dikin. Gelek jin beşdarî akademiyan dibin. Piştî perwerdeyan jin dibin xwedî hêza guherîna malbat, hawirdor û civakê. Her çend têkildarî hejmara jinan di qada perwerdê de agahiyek tam nebe jî her sal zêde dibe. Jinên ji hemû beşên civakî û etnîkî beşdarî perwerdeyan dibin. Ev jî nîşan dide ku jin di pêvajoya şoreşê de çawa hişmendiya xwe belav kiriye. Bi rêgezên bingehîn yên Jineolojî ‘zanista jiyana hevpar, zanista jiyanê, zanista civakê, zanista şoreşa jinê’ re hem kes hem jî civak bipêş dikeve.”

‘Jineolojî, zanistek kûrewî û demokratîk e’

Leman Mihemed Şêxo da zanîn ku jinên Rojhilata Navîn û dinyayê di platformên weke Zoom de nêrînên xwe bi hev re parve dikin û got: “Li welatên wek Misir û Lubnanê, bi navendan re têkilî hene. Ji bo avakirina akademiyên nû dixebitin, ji ber jineolojî ne tenê aîdî herêmêk e, zanistek kûrewî û demokratîk e. Ev zanist ji bo hemû jinên dixwazin xwe bipêş bixin vekirî ye. Divê em xwedî li hev derkevin û zanista jinê Jineolojiyê bipêş bixin. Azadiya jinê, azadiya hemû civakê ye. Ger civak azad bibe, wê nifşên nû jî azad bibin. Jina têkoşer, jina ku ji bo avakirina vê civakê hewl didê ye.”