Jin bi pengava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ xwe perwerde dikin

Di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de li Serdeştê dewreyeke perwerdeyê ya 15 rojan ji bo jinan hatiye vekirin. Jinên ku tev li perwerdeyê bûne diyar kirin ku perwerde bi qasî nan û av pêwîst û girîng e.

CÎLAN ROJ

Şengal – Di 26’ê çileyê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ pêngav dabû destpêkirin. Girêdayî pêngava ku ji serê salê ve didome û rastî eleqeyeke pir mezin tê, gelek çalakiyê cur be cur pêk hatin.

Di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de ji 20’ê Tebaxê ve li Serdeştê dewreyeke perwerdeyê ya 15 rojan ji bo jinan hatiye vekirin. Di dewreya perwerdeyê de jin li ser mijarên Girîngiya Perwerdeyê, Rastiya Rêbertî, Jin û Malbat, Jineolojî, Zayendperestî, xwe ji fermanan parastin, Êzdatî perwerde dibînin. Di dewreya perwerdeyê de jin li ser pirsgirêkên civakî, rol û misyona jinan a pêşengiyê û çareseriyê, niqaşên berfireh dimeşînin. Her wiha jinên ku tev li perwerdeyê bûne dersê zimanê Kurdî jî dibînin.

Jinên ku tev li dewreya perwerdeyê bûne, li ser hedef û armanca perwerdeyê  nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

‘Bi her perwerdeyê re em planên dijmin pûç dikin’

Endama Meclisa Jin a Serdeştê Besê Feqîr diyar kir ku di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de ji 20’ê tebaxê ve perwerde dibînin û wiha behsa perwerdeyê kir: “Perwerdeya me di çarçoveya ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de ye. Dersên ku em dibînin dersên fikrî ne û her roj em li ser mijareke perwerde dibînin û niqaşan dimeşînin. Perwerde ji bo her însanek lazim e. Û di demeke wisa de dîtina perwerdeyê gelek baş e. Em çiqas xwe perwerde bikin em ê ewqas bikaribin planên dijmin pûç û vala derxin.”

Besê Feqîr ragihand ku perwerde ji bo wê û hemû jinan beriya her tiştî ye, zanebûn û pêşketin e û wiha got: “Zanebûna herî mezin perwerde ye û ji bo her însanek lazim e. Banga min ji jinên êzidî û hemû jinan re ye, divê xwe bi fikr û felsefeya Rêber Apo perwerde bikin. Ji bo parastina çand û baweriyê perwerde lazim e.”

‘Perwerde bi qasî nan û avê pêwîst e’

Yek ji jinên ku tev li perwerdeyê bûye endama Meclisa Jin a Serdeştê Kinê Xidir e. Kinê Xidir jî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û diyar kir ku ew îro bi saya şehîdana hene û li vir in.

Têkildarî perwerdeyê jî Kinê Xidir da zanîn ku ev 10 roj in perwerdeya fikrî dibînin û ev nirxandin kir: “Divê jin xwe ji her alî ve perwerde bikin. Jinên êzidî hatin peçiqandin, bi fermanan re rû bi rû man, hatin tecawizkirin, li sûkan hatin firotin.  Lê piştî naskirina fikrên Rêber Apo me fêm kir ku perwerde wek nan û av pêwîst e heta jê jî girîngtir e. Niha fikrên Rêber Apo jin û civakê perwerde dike. Divê jin xwe perwerde bikin, ji bindestiyê derxînin. Yekane daxwaza me xwezanekirin û perwerdekirin jinên Êzidî ye, erka jinan tenê ne zarok anîn, xwedîkirin, xwarin çêkirin û sînora mal e, erka esasî ya jinê pêşengtî kirin e.”

‘Rêber Apo rêberê hemû civakên bindest e’

Kinê Xidir bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi vê hevokê dawî li axaftina xwe anî: “Em ji vir heta Îmraliyê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin û hêvîdar in di demeke kurt de bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Ji hêla din ve tenê Rêber Apo dikare aştî bîne cîhanê û ew Rêberê hemû civakên bindestan e.”