Kezî û 2+2=1 çêkirin
Kongra Star spasiya xwe ya ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li ser bendên kontrolê ku bişev û roj vê zivistana dijwar parastina wan dikin, bi belavkirina kulîçeyan nîşan dide.
Til Temir - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li aliyek êrîşên li ser Kurdan didomin, li aliyê din jin pêşengiya desteka ji bo hêzên xwe yên parastinê dikin. Endamên Kongra Star li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê dest bi hewldanek pîroz kirin. Jinan kulîçeyên ku bi hezkirinek mezin çêkirin, li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, belav kirin. Di saetên şevê de jî kulîçe li sivîlên ku xwe bi çek û rext kirine û taxên xwe diparêzin, hatin belavkirin.
ji hevîrê Kulîçeyan hûnana keziyan
Ji hevîrê kulîçeyan jinan keziyan mîna ku sembola nasname, dîrok û rûmeta Kurdan nîşan dide çêkirin. Her wiha kulîçeyên bi şeklê 2+2=1 çêkirin. Bi vê yekê jinan bal kişandin ser hevpeymanên ku 100 sal û 200 sal berê çêbûn û gelê Kurd di nav Kurdistanê de perçe kirin, bi qirkirin û êrîşên jenosîdê re rû bi rû hiştin.
‘Emê desteka xwe bidomînin’
Endama Komîteya Aborî ya Kongra Star Îman Yûnis got ku wan keda endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di vê zivistana dijwar, di bin baran û berfê de parastina wan dikin, jibîr nekiriye û her zindî ye. Her wiha Îman da zanîn ku ew hêz ji bo wan hene û ewê jî wekî gel ji bo wan hêzan hewl bidin û heta dawî ji wan re bibin destek.