'Jin bi felsefeya Rêber Apo ber bi riya azadiyê ve dimeşin'
Dayîka Sureya Hebeş a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye got: "Rêber Apo bi derziyê bîra azadiyê kola, niha jin vê bîrê kûrtir dikin û ber bi riya azadiyê ve dimeşin."

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Bi derketina fikir û felsefeya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinan gavên ber bi azadiyê ve avêtin. Jinan deriyek dîtin ku xwe ji koletiyê rizgar bikin û di behra azadiyê de xwe kûrtir bikin. Jinan bi naskirina wan ji ramanên azadiyê re û bi dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest bi têkoşîna azadiyê kirin. Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan bipêş ket, di warê mafên jinan de gelek serketin bidest xist. Ev şoreş bi xwe bû destekftiyek li dijî koletiyê.
Dayîka Sureya Hebeş a ji kantona Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye û du caran ji ber dagirkeriyê koç bûye, niha li bajarê Dêrikê ya kantona Cizîrê dijî. Sureya Hebeş behsa naskirina xwe ya fikrê azadiyê û hevdîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir.
'Hezkirina ji azadiyê re bidawî nabe'
Sureya Hebeş di destpêka nirxandinên xwe de diyar kir ku di sala 1994'an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Ez gelek bi şans im ku min feylezofê azadiyê dît. Di wê demê de xebatên eniyê di nava civakê de dimeşand û fikr û felsefeya azadiya jinan belav dikir. Di nava zextên rêjîmê û zordariya wan de me xwe bi rêxistin dikir. Fikir û ramanên Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd in, ew ji bo gelê bindest e û hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne ye jî. Rêber Apo riyên azadiyê ji civakê re xêz kir, niha jî civak bi rengîniya pêkhateyên xwe li ser vê riyê dimeşin. Ev fikir di dil û mêjiyên me de hatiye çandin, ji zarokê 7 salî bigre heta 70 salî. Tu kes nikare vê fikrê tune bike. Hezkirina ji azadiyê re bidawî nabe."
‘Bi derziyê bîra azadiyê kola’
Sureya Hebeş da zanîn ku li bajarê Helebê bi dizî civak bi rêxistin dikirin û wiha pê de çû: "Gotina Rêber Apo ya ‘Min bi serê derziyê bîr kola’ her di bîra min de ye û ji vê gotinê hêz û baweriyê digrim. Di dema rêjîma Baasê de li bajarê Helebê di nava taxên bajêr de me civaka xwe bi rêxistin dikir. Ne tenê gelê Kurd, Ereb jî di nav de. Yekem pakrewana azadiyê ya gelê Ereb Ezîz Ereb bû. Dayîka wê Ereb e, lê hezkirina wê ji felsefeya Rêber Apo re gelek bû. Deriyên xwe ji azadiyê re vekiribû. Rêber Apo ji tunebûnê hebûn afirand, em jî niha vê didomînin. Li dijî her cureyê zilm û bindestiyê têdikoşin, îradeya xwe nîşan didin û bi mafên xwe daxwaz dikin. Em xeta Rêber Apo dişopînin."
'Felsefeya azadiyê xwe gihand her lûtkeyek ji cîhanê'
Sureya Hebeş xeyal dikir ku Kurdistanê ava bikin û tenê Kurd lê hebin lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikrê xwe tekez kir ku hemû gel dikare li ser xaka Kurdistanê bi ol û baweriya xwe bijî. Dayîka Sureya wiha domand: "Rêber Apo di felsefeya xwe de balê dikşîne ser girîngiya pirrengiya ol û netewan. Li Kurdistana azad her netewek bi ol û adetên xwe dikarin bijîn. Ji cîhanê gelek kes tevlî şoreşa azadiyê bûne û têdikoşin. Felsefeya azadiyê sînoran nas nake û xwe gihand her lûtkeyek ji cîhanê. Têkoşîna PKK'ê têkoşîna şoreşa Rêber Apo ye."
‘Jinên Kurd bûne sembola jinên cîhanê’
Sureya Hebeş diyar kir ku bi saya têkoşîna PKK’ê têkoşîna tevgera jinan destpê kiriye û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi tevahî têkoşîna PKK’ê bingeha tevgera jinan ava kir. Ev jî bi keda Rêber Apo û pakrewanên me ne. Mîrasa şehîdan mezintir dibe. Li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna jinan bilind bûye. Divê em şoreşa jinê li cîhanê belav bikin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinên Kurd bûne sembolên jinên azad li cîhanê.”