Jin bi dirûşma ‘civakek demokratîk û komînal’ 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin
Ji Koordînasyona Giştî ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra Mihemed got ku dirûşma kampanyaya 25’ê Mijdarê "Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komînal ava bikin" balê dikşîne ser girîngiya jiyana komînal.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di 15’ê Mijdarê de Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek di bin dirûşma “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komînal ava bikin” starta kampanyaya li dijî tundiyê da.
Têkildarî kampanyaya 25’ê Mijdarê ji rrêveberiya Koordînasyona Giştî ya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Buşra Mihemed ji ajansa me re nirxandin kir.
‘Dûrxistina jinan ji qada siyasî li Sûriyeyê yek ji kiryarên tundiyê ye’
Buşra Mihemed, da zanîn ku bi dirûşma "Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komînal ava bikin" kampanyaya li dijî şîdeta li ser jinan dane destpêkirin û wiha got: “Ev kampanyaya ku di vê qonaxa girîng û dîrokî ya dîroka Sûriyeyê de hatiye destpêkirin, girîng e. Derxistin û dûrxistina jinan ji forumên siyasî û navendên biryardayînê tundî bi xwe ye.”
‘Hepeymana jinan temînata mafên jinên Sûriyeyê ye’
Buşra Mihemed bal kişand ser hevgirtina jinan li dijî cureyên tundiyê û wiha got: “Tundî ne tenê bi şîdeta devkî yan fîzîkî sînordar e; şîdeta siyasî û civakî jî heye ku em niha pê re rûbirû ne. Dûrxistina jinan ji siyasetê û nebûna wan ji hemû warên jiyanê tundiya di warê siyasî de ye. Ji ber vê yekê, em hewl didin vîzyonên jinan bikin yek û hevpeymana jinan temînata mafên bingehîn ên jinan li Sûriyeyê tesîl dike da ku şîdet bi dawî bibe û civakek li ser bingeha edalet û wekheviyê were avakirin ku jin di hemû waran de rolek bilîzin.”
‘Ji bo bidawîkirina cureyên tundiyê têbikoşin’
Buşra Mihemed got ku jin li Sûriyeyê û li çar aliyên cîhanê rastî cureyên tundiyê tên û divê têkoşîna xwe ji bo kêmkirina tundiyê û avakirina civaka azad xurtir bikin û wiha domand: “Li dijî çalakvanên siyasî yên jin û jinên ku banga azadiyê dikin, ji bo jiyana bi rûmet, bidestxistina mafên xwe û lîstina rola xwe di hemû qadên jiyanê de têdikoşin, tundî tê kirin. Li hemberî vê siyasetê divê em hevgirtina xwe xurtir bikin.”
‘Komîn stûna bingehîn a avakirina civeka adil û wekhev e’
Buşra Mihemed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya komînan û bidawîkirina tundiyê bi riya wê û got: “Komîn kevirê bingehîn ê avakirina civakeke demokratîk e, stûna bingehîn e ji bo avakirina civak ku tê de edalet û wekhevî serdest be. Di vê qonaxê de, me rola civaka komînal tekez kir ku li ser bingeha komînal ku jin û mêr tê de ne, hatiye avakirin. Ji vê bingeh û xala destpêkê, em xwe dispêrin vê dirûşmê ji ber ku piştî civak ji jiyana komînal hat bêparkirin û pê ve dîroka tundiyê bi destên rejîmên otorîter dest pê kir.”