Jin berxwedan û bîranîn: Çima ez piştgiriya jinên Rojava dikim?
Weke jineke Cezayîrî, ez nikarim ezmûna jinên Rojava ji dîroka jinên Cezayîrî cuda bibînim. Jinên Cezayîrî qet ji têkoşîna civakê dûr neketin; berovajî vê, beşek girîng a berxwedanê ye li dijî kolonyalîzma Fransî.
Tiştê ku jinên Cezayîrî û jinên Rojava digihîjîne hev ne pesindana tundiyê ye, ezmûneke hevpar a tehemulkirina kêliyên herî dijwar û biryardariyê ye.
Nabe ku jin tenê di demên krîzê de werin gazîkirin û piştî ew dem derbas bibin werin jibîrkirin. Jinên ku beşdarî berxwedana li dijî kolonyalîzm, tirs û tundiyê bûne, mafê wan heye çîrokên wan werin vegotin û weke beşên girîng ên dîroka siyasî û civakî ya gelê xwe werin naskirin, ne tenê weke wêneyên demkî yên ku tenê di dema şer de xuya dibin.
Weke jineke Cezayîrî, ez nikarim ezmûna jinên Rojava ji dîroka jinên Cezayîrî ji hev cuda bibînim. Jinên Cezayîrî qet ji têkoşîna civakê dûr neketin; berovajî vê, beşek girîng a berxwedanê ye li dijî kolonyalîzma Fransî. û şerê rizgariyê bûn ku jinan di jiyan, azadî û aramiya xwe de bedelên giran dan. Jinan çek hildan, peyam dan û beşdarî rêxistinkirinê bûn. Bi dagirkeriyê re hevrû bûn, ne ji ber ku şer hilbijartinek îdeal bû, ji ber ku kolonyalîzmê rastiyek ferz kir ku her gav vebijarkên ewle ji wan re nedihişt.
Ji ber vê yekê nîqaşa li ser jinên Rojava pir nas xuya dike. Her cara ku jin di qadên têkildarî parastin, berxwedan, an biryardariya siyasî de xuya dibin, hebûna wan dibe mijara guman an matmayînê, mîna ku hêz û çalakiya siyasî hê jî bi giranî weke qadên mêran tên hesibandin. Jin gelek caran tenê wekî ‘qurbaniyên’ şer tên dîtin, ne wekî beşdarên çalak di nava rastiyên wê yên tevlihev de.
‘Hevgiritna bi jinên Rojava re, hevgirtina ji bo têkoşînê ye’
Hevgirtina bi jinên Rojava re, hevgirtina ji bo têkoşînê ye. Tevgera jInan nikare bibe bangek ji bo mîlîtarîzmê lê belê parastina cîhanê ye ku jin neçar nîn in di nava tirs, hilweşîn û pevçûnên domdar de bijîn. Redkirina şer jî nayê wê wateyê ku jinên di wan şert û mercan de asê mane werin paşguhkirin an jî ezmûnên wan wekî hûrguliyek demkî were dîtin ku dikare ji bîra kolektîf were birin.
Tiştê balkêş der barê ezmûna jinan li Rojava de ne tenê beşdarbûna wan a ji bo parastina civakên xwe ye di heman demê de mezinbûna pirsên ku hebûna wan di warên giştî û siyasî de derxistiye holê ye.
Civakên ku bi dîtina mêran wekî aktorên sereke di mijarên parastin û desthilatdariyê de hê jî bi jinên ku ji rolên kevneşopî yên li ser wan hatine ferzkirin derdikevin, bi hişyarî tevdigerin.
Ev tam cihê ku ezmûna jinên Cezayîrî û ya jinên Rojava digihîjîne hev e. Di her du rewşan de jî jin dema ku civak di bin gefê de bin bi awayekî xurt hebûn lê dîrok û siyasetê paşê hewl da gelek ji wan marjînalîze bike, yan jî wan kêm bike wêneyên sembolîk ên demkî li şûna ku wan wekî beşek rastîn a veguherînên mezin nas bike.
‘Naskirina jinan ne îstîsnayeke’
Jin ji bo îsbatkirina hebûna xwe ne hewceyî şeran in lê dema ku şert û merc wan neçar dikin di kêliyên herî dijwar re derbas bibin. Tiştê herî kêm ew heq dikin ew e ku hebûna wan piştî bidawîbûna krîzê neyê jêbirin, ji ber ku naskirina jinan divê ne îstîsnayek be ku ji ber hebûna şeran tê ferzkirin, mafek daîmî di nava bîr, dîrok û qada giştî de be.
*Rojnamegera Cezayîrî Necwa Rahem