Ji YRA û YRJ bang: Xwedî li çapemeniya xwe ya azad derkevin

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) li dijî êrîşa Hikûmeta Belçîka li ser qenala Stêrk TV û Medya Haber TV daxuyanî dan û banga “Xwedî li çapemeniya xwe ya azad derkevin” kirin.

Qamişlo - Dewleta Belçîkayê li ser qenala Stêrk TV û Medya Haber TV êrîşek pêk anî. Her wiha li Bakurê Kurdistanê 7 Rojnemevanên ragihandina Azad hatine binçavkirin. Li dijî van êrîşan Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) a Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi tevlîbûna hemû Rojnemevanên Yekîtiya Ragihandina Azad û Yekîtiya Ragihandina Jin yên Qamişlo li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner hat xwendin. 

‘Di her cûreyê zextan de xebatên xwe meşandiye’

Daxuyanî ya ku ji aliyê Pêşkêşvana kenala Ronahî TV, Newroz Demhat  ve hatî xwendin wiha bû:

Çapemeniya Azad, dengê gel e û di nava pêşbirka ragihandina rastiya gel de ye. Çapemeniya Azad, di nava têkoşîneke mezin de ye. Ji bo derxistina holê ya rastiya dagirkeriyê û êrîşên li ser nirxên azad ên gel bedelên giranbiha dan. Di nava vê têkoşînê de li hember tevahî êrîşan bû deng û rengê gelên bindest.

Vê sibehê (23 Nîsan) seat 01.30’an de ji aliyê polîsên Belçikî ve êrîş li ser navenda Stêrk TV û Medya Haber TV çêbûn. Di heman demê de li Stenbol û Enqereyê bi dehan rojnamevan hatin girtin. Di vê pêvajoyê de ev êrîş tiştekî tesadûfî nîn e. Êriş di Roja Rojnamegeriya Kurd û demeke ku li ser vîna gelê Kurd gefên mezin tên kirin de pêk hatiye.

Ev êrîş, weke parçeyek ji êrîşên li ser gelên Kurdistanê ye. Li ser vîna azad a ku li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind dike û dixwaze rastiya van êrîşan ji raya giştî re ragihîne pêk hatiye. Beriya vê jî êrîş pêk hatin. Lê di vê pêvajoyê de, ev êrîş parçeyek ji êrîşa mezin a li ser tevahî Kurdistanê ye. Parçeyek ji êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdan e.

Xwedî li çapemeniya xwe ya azad derkevin’

Em weke Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) û Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), van êrîşan wekî parçeyek ji êrîşên dagirkeriyê yên li ser xwe dibînin. Em dixwazin ji gelê xwe û raya giştî re bibêjin ku ev êrîş nikarin me bêdeng bikin û em ê hem bibin denge rastiya ku gelê me îro pê bawer dike, ji bo wê têdikoşe û berdelên giran dide.

Li ser vê bingehê em di serî de rojnamevanên jin tevahî hevalên xwe yên rojnamevan vedixwînin ku bi dengê rastiyê û parastina heqîqetê li hemberî van êrîşan bisekinin. Em dibêjin ti kes nikare dengê azad ê gel qut bike û êrîşên di asta qirkirinê de û berxwedaniyên di asta lehengtiyê de yên li Kurdistanê veşêre. Em bang li tevahî gelên xwe dikin ku xwedî li çapemeniya xwe ya azad derkevin.”