Ji YRA û Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê daxuyaniya hevpar
Yekîtiya Ragihandina Azad û Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê, bi armanca bal kişandina ser girîngiya parastina mafên rojnamevanan, li bajarê Qamişlo daxuyaniyek hevpar dan.
					Qamişlo – 2’ê Mijdarê wek ‘Roja navnetewî ya bi dawîkirina bê cezatiya sûcên li dijî rojnamevanan’ tê zanîn. Bi boneya vê rojê Yekîtiya Ragihandina Azad û Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê, li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek hevpar a çapameniyê dan.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em carek din bibîr dixin ku ev roja navnetewî ku di 18’ê Kanuna 2013’an de cara ewil ji aliyê Desteya Giştî ya Netewên Yekbûyî ve hatî qebulkirin, rêjeya bêcezatiya di sûcên li dijî rojnamevanan tê kirin de hê zêde ye. Bi taybet li herêmên şer de piranî rojnamevan gelek deman dibin hedefa hêzên ku dixwazin rastiyan veşêrin û ser binpêkirinan de bigrin.”
‘Zêdeyî hezar û 700 rojnamevan hatine kuştin’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber kêmaniya hesabdayîn û mekanîzmayên parastina zagonî bêcezatî zêde bûye, ev jî gefê li ewlehiya rojnamevanan dixwe, ragihandina rastiyê asteng dike û mafê mirovan, azadiya civakê û rêgezên çapemeniyê binpê kiriye. Bi berdewamî wiha hate gotin: “Li gorî daneyên UNESCO’yê di navbera salên 2006-2024’an de li seranserî dinyayê zêdeyî hezar û 700 rojnamevan hatin kuştin û di van sûcan de rêjeya bêcezatiyê wek ji sedî 86 hate qeydkirin. Ev rêje rewşa cidî ya edalet, azadiya îfadeyê û mafê mexduran radixe ber çavan. Di heman demê de rê li ber reşkirina rastiyan û veşartina binpêkirin û gendeliyan vedike.”
Rewşa Sûriyeyê
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin li Sûriyeyê di şeran de bînesazî di astek mezin de hilweşiyane, mafê mirovan bi caran hate binpêkirin û wiha domand: “Ji ber domandina bêcezakirin, qada tevlîhev a siyasî û gefên piralî xeteriyên li ser rojnamevanan du sê qat bûye. Gelek rojnamevan jiyana xwe dixin xeteriyê û erkê xwe didomînin, yên din jî neçar dimînin welatên xwe biterikînin.”
6 rojnameger hatin qetilkirin
Li gorî daneyên 2025’an de li Sûriyeyê 6 rojnamevanên Sûriyeyê di dema şopandina nûçeyan de hatin qetilkirin. Di heman demê de du rojnamevanên biyanî, li nêzî Bendeva Tişrînê bû hedefa balefirên bê mirov. Gelek bûyerên êrîş û gefê, 7 bûyerên girtin, 6 astengkirina nûçeyan hate tesbîtkitin. Ev rewş nîşan dide ku derbarê parastina rojnamevanan de zagonek nîne.
Bang
Yekîtiya Ragihandina Azad di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Ji bo pêkanîna ewlehiya rojnamevanan divê îradeya siyasî bikeve tevgerê, biryarên Netewên Yekbûyî werin pêkanîn. Ji bo şopandin û lêpirsîna binpêkirinên li herêmên şer li dijî rojnamevanan mekanîzmayek serbixwe were avakirin. Di mijara parastina rojnamevanan de kampanyayên hişyariyê werin destpêkirin, li dijî gotinên nefretê yên di medyayê de têkoşîn bê kirin. Parastina rojnamevanan, bingehê avakirina civakek adilane û azad e. Em wek komîteya lêpirsîna sûcên li dijî rojnamevanan, li gel Yekîtiya Ragihandina Azad, Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê û rojnamevanên serbixwe, biryardariya xwe ya di mijara parastina ragihandina azad û pêkanîna edaleta ji bo rojnamevanan nû dikin.”